Pêşnûmeya "hêza bêrêje ya polîs" qebe û biêş hat dîtin

img

ENQERE - Parlamentera HDP'ê Şevîn Çoşkûn ku pêşnûmeya wê ya têkildarî lêkolînkirin rewşa berastengiyên ku di encama hêza bêrêje ya polîsan de derketine holê lê hat vegerandin, ev tişt got: "Ji bo derxistina holê ya berpirsyaran em ê têkoşîna xwe ya bidomînin."

 
Serokê Meclisê yê AKP'î Mûstafa Şentop, di demên dawîn de pêşnûmepirs û pêşnûmelêkolînên parlamenterên HDP'ê qebûl nake û li wan vedigerîne. Bi taybetî jî pêşnûmepirs û pêşnûmelêkolînên parlamenterên HDP'ê yên derbarê kurdî, Pirsgirêka Kurd û mehmeleya xerab ku ji aliyê polisan ve pêk tê de bi hinceta Rêziknameya Hundirîn a Meclisê tên redkirin û li parlamenteran tên vegerandin. Di hincetan de ya "pirsên ku divê neyên pirsîn" an jî "qebe û biêş" tê gotin. 
 
Herî dawî jî pêşnûmelêkolîna Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Şevîn Çoşkûn a têkildarî lêkolînkirin rewşa berastengiyên ku di encama hêza bêrêje ya polîsan de derketine holê lê hat vegerandin. 
 
ŞERTÊ QEBÛLKIRINA PÊŞNÛMELÊKOLÎNÊ YA ŞENTOP!
 
Serokê Meclisê Mûstafa Şentop, xala 67'emîn a Rêziknameya Hundirîn hincet nîşan da û pêşnûmelêkolînê Çoşkûn lê vegerand. Şentop, van hevokên "Her wiha polisên ku ji polîtîkayên desthilat ji sala 2015'an ve didomîne hêz digirin, di bûyerê civakî de hêza bêrêje bi kar tînin û di encama vê de bi welatiyan re berastengiyên laşî, bihîstina deng, korbûn çêdibin. Divê rewşa berastengiyên ku ji sala 2015'an ve di encama şer û bûyerên civakî de ji ber mudaxaleya polisan û qelibandina maşîneyên zirxî bi welatiyan re çêbû bên lêkolînkirin, peşî li heman rewşan bê girtin û mafê van kesan bê dayîn..." Çoşkûn kir hinceta lêvegerandin û got ku heke ev beşên pêşnûmelêkolînê bên derxistin an jî bên sererastkirin wê pêşnûmelêkolînê qebûl bike û bike meriyetê. 
 
'EM Ê BI BERDEWAMÎ BÎNIN ZIMAN'
 
Parlamenter Çoşkûn, derbarê lêvegerandin pêşnûmelêkolîna xwe de axivî û bi kurtasî ev tişt got: "Armanca dayîna me ya pêşnûmeyê ew e ku di çalakî û bernameyên qanûnî de pêşî li tundiya polisan bigirin. Lewre em dibin şahidê pêkanînên polisan. Rast e rast em jî pê re rû bi rû dimînin. Gelek mînakên hêza bêrêje ya polisan heye. Li herêmê bi dehan zarok ji ber ku maşîneyên zirxî li wan qelibîn jiyana xwe ji dest dan. Kemal Kûrkût li ber qamerayan bi guleya polisan hat kuştin. Herî dawî li Stenbolê em bi vê re rû bi rû man. Di konferansa me ya Amedê de tiliya parlamenterê me Huseyîn Kaçmaz hat şikandin. Armanca me ew e ku faîlê derkevin holê û bên darizandin. Bê vegerandina pêşnûmeyê re tê xwestin ku ser hêza bêrêje ya polisan, îşkence û mehmeleya xerab bê girtin. Ji bo derxistina holê ya berpirsyaran û pêşî vekirina darizandinan em ê cihên ku lê ne têkoşîna xwe ya bidomînin. Di encamê de rojên ku wê ev li pêşberî darazê hesab bidin bên."