Bûldan: Li dijî rewşa tarî piştevaniya me ya şoreşger heye

img
STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, di Kongreya 2'yemîn a SMF'ê de axivî û rewşa welat weke "tabloya tarî" pênase kir û ev tişt got: "Li dijî vê rewşê di destê me de piştevaniya şoreşger, têkoşîna yekbûyî, stratejiya tifaqê û rêhevalên me hene."
 
Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF), ji bo deklerasyona Kongreya xwe ya 2'yemîn a Asayî aşkera bike, li Navenda Çandê ya Cemîl Candaş a li navçeya Şîşlî ya Stenbolê bernameyek li dar xist. Bername bi şîara "Em têkoşîna sosyalîst mezin dikin! Gotin, raye û biryar ji meclisan re" hat lidarxistin. Di bernameyê de pankarta "Li dijî, faşîzm, paşverûbûn, şer, kedxwarî û birçîbûnê em têkoşînê mezin dikin." hate daleqandin. Her wiha wêneyên Mazlûm Dogan, Îbrahîm Kaypakkaya, Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û gelek serokên sosyalîst jî li navendê hatin daleqandin. 
 
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlamenterên HDP'ê, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Hevserokê Partiya Jinûve Avabûna Sosyalîst (SYKP) Cavît Ûgûr, Partiya Şoreşger, Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), nivîskar Temel Demîrer û Sîbel Ozbûdûn,  Şaredarê Dêrsimê Fatîh Maçoglu û gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî beşdarî bernameyê bûn.  
 
NAVEROKA DEKLERASYONÊ
 
Parlamentera HDP'ê Dîlşat Canbaz, deklerasyona kongreya 2'yemîn aşkera kir. Di deklerasyonê de li ser kedxwariya dewletên kapîtalîst û herêmî ya gel, karker û kedkaran hat rawestandin. Di deklerasyonê de qala tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên HDP'ê, qedexekirina konser û lîstikên şanoyê yên kurdî, êrişên liş dijî karkeran û rewşa darazê jî hat kirin û hat destnîşankirin ku daraz bûye amûra desthilatê û sermayedaran. Hat destnîşankirin ku wê hemû pirsgirêk bi feraseta sosyalîst bi dawî bibin. 
 
BÛLDAN: EM DI REWŞEKE AWARTE RE DERBAS DIBIN
 
Piştre Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan jî axivî û diyar kir ku di rewşeke awarte re derbas dibin û wiha axivî: "Ne tenê ji bo şoreşger, demokrat, welatparêz ji bo hemû beşekên civakê em bi pêvajoyeke zehmet re rû bi rû ne. Di vê pêvajoyê de wê welat biçe hilbijartinê. Li dijî vê tabloya tarî di destê me de çi heye? Bêguman piştevaniya şoreşger, têkoşîna yekbûyî, stratejiya me ya tifaqê û rêhevalên me hene. Nikarin yekitiyê ji hev bilav bikin û wê nikaribin ji hev bleav bikin jî. Ew çiqas êri dikin em eqas bi hêz dibin û hevparî û biryardariya têkoşînê jî mezin dibe. Banga me ya tifaqa demokrasiyê roj i roj bi hêz dibe. Dixwazim bibêjim ku em kevneşopiya ku SMF didomîne dişopînin. Cihê Îbrahîm Kaypakkaya û pêngava wî ya şoreşger a 1971an li ba cuda ye. Kaypakkaya û rêhehvalên wî bi hezkirin û rêzdarî bi bîr tînim. 
 
Piştî Bûldan Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek û nûnerên partiyên ku tev li kongreyê bûbûn mafê axaftinê girtin û axivî. 
 
Piştî axaftinan Grûp Mûnzûr derket ser dikê û stran gotin.