Başaran: Serkêşê provokasyonê desthilatdariya AKP-MHP’ê ye

img

ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran ku polîsan gefa kuştinê lê xwar diyar kir ku heke tiştek bi serê kesekî li partiyê were, berpirsyar Wezîrê Karên Hundir û hikûmet e. Başaran bi berdewamî wiha got: “Serkêşê provokasyonê, Wezîrê Karên Hundir û desthilatdariya AKP-MHP’ê ye.” 

Ji saetên serê sibehê heta niha polîsan Navenda Giştî ya HDP’ê dorpêç kiriye û provokasyonan dikin. Dorpêça provokatîf a polîsan a li ser avahiya HDP’ê berdewam e. 
 
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran ku rastî gefa kuştinê ya polîsan hat, têkildarî provokasyonê bi ajansa me re axivî. Di provokasyonê de Başaran bavê xwe yê ku di salên 90’î de bi cînayetên kiryar nediyar hatibû qetilkirin bi bîr xist û ji polîsan re got; “Wê demê here kujerê bavê min bipirse.” Li ser vê gotinê jî amirê polîsan heqaret û gef li Başaran kir û got; “Ez ê te bi dîwar ve bizmar bikim.” 
 
Ayşe Acar Başaran diyar kir ku têkildarî hewldanên provokatîf ên li ser partiya wan ev demekî dirêje daxuyaniyan didin û wiha got: “Em bi encamên giran ên van çalakiyên provokatîf re rû bi rû man. Encamên ji provokasyona îro li vir qewimî hîn girantir bûn. Weke ku hûn jî dizanin, piştî ku kesên di konê li ber deriyê partiya me hatibû vedan hedef nîşan dayîn, hevaleka me di avahiya partiyê ya Îzmîrê de hate qetilkirin. Kujerî hem di îfadeya xwe ya ewil de û hem jî piştre bi vekirî got bê ka ji gotinên wan kesên di konê de rûniştinê çiqas bibandor bûye.” 
 
‘BERPIRSYAR DESTHILATDARIYA AKP-MHP’Ê YE’
 
Bi domdarî Başaran anî ziman ku heta pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk neyê çareserkirin, dê her tim bi bûyerên wiha dilêş re rû bi rû bimînin û wiha domand: “Ji ber vê polîtîkaya şer û pevçûnan a desthilatdariyê, ji sala 2015’an heta niha di nav de tirk, kurd, elewî, sunî, jin û mêr jî, bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan. Lê di esasê xwe de berpirsyarê van mirinan tevekan jî desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Sedem, polîtîkaya wan a şer e. Di çarçoveya polîtîkaya şerê taybet de partiya me her tim weke hedef nîşan didin û serkêşê vê provokasyonê jî Wezîrê Karên Hundir û desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Bûyera îro li vir qewimî, vê rastiyê bi vekirî nîşanî me tevekan da. Ji ber ku kesên îro anîbûn vê derê ne tenê kesên ji bo çalakiyê bûn. Yên ku çalakî kirin, Emniyeta Enqereyê û Wezîrê Karên Hundir bû.” 
 
PÊVAJOYA AŞTIYÊ BI BÎR XIST
 
Derheqê gef û heqaretên polîsan de jî Başaran ev tişt anî ziman: “Di şêwazê têkilîdanîn û muxatabtiyê pir vekirî bû ku ne ji bo çareserkirina pirsgirêkê li vir bûn. Jixwe armancekê desthilatdariyê yê bi vî rengî jî tune ye. Du salan pêvajoya aştiyê hebû û ne dayik giriyan û ne jî ciwan mirin. Lê desthilatdariyê ji bo hebûna xwe ev malbat anîn vê derê. Êşa malbatan bi xema wan nîne. Heke bi rastî jî derdekî vê desthilatdariyê ya ji bo çareseriyê hebûya ma dê civak li ber hev sor bikira û dê hewl bidaya ji bo dengên nîjadperestan tevbigeriya?” 
 
‘JI BER KU EM ÇARESERIYÊ NÎŞAN DIDIN LEWMA DIBIN HEDEF’ 
 
Di berdewamê de Başaran destnîşan kir ku mirina tu kesekî bi xema desthilatdariyê nîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her cenazeyê ku tê, ji bo xwe weke amûreke propagandayê bi kar tînin. Wezîrên desthilatdariyê diçin beşdarî merasîman dibin û nefretê dizêrînin. Siyaseta xwe li ser darbest û cenazeyan ava dikin. Ji ber ku em rêya çareseriyê nîşan didin, lewma dibin hedefa êrişan. Dê provokasyona Wezareta Karên Hundir û siyaseta desthilatdariyê bi ser nekeve. Tu pirsgirêka me bi van malbatan re nîne. Lê derdekî AKP’ê yê weke çareserkirina pirsgirêka van malbatan tune ye. Weke ku birêz Ocalan anîbû ziman; ev pirsgirêk dikare di saetekê, di pênc rojan de were çareserkirin. Lê desthilatdarî naxwaze ji ber ku hebûna xwe li ser vê didomîne. Niha tenê dijminatiya li kurdan, nîjadperestî û gotina nefretê di destê wan de ma ye. Desthilatdariyeke bi vî rengî û emniyeteke ku weke çovê wê tê bikaranîn li holê ye. Sedema bûyera îro jî ev e.” 
 
‘POLÎSÊ KU GEFAN LI ME DIXWE HÊZA XWE JI KÊ DIGIRE?’ 
 
Başaran têkildarî gefên polîsan jî wiha axivî: “Polîs nikare gefan li parlamenterek bixwe. Ev kesê ku bêhed derdikeve pêşberî me û gefa kuştinê li me dixwe kî ye? Girêdayî kî ye û vê hêzê ji kî digire? Kî destê xwe li pişta vî dixe ku ev kes wisa bi rehetî tê ber partiya me û gefan li me dixwe? Vî polîsê ku ji min re dibêje ‘ez ê te bizmar bikim’ kî ye? Tiştek were serê me û partiya me di serî de Wezîrê Karên Navxweyî û hikûmet berpirsiyar e. Ev polîs jî wek faîl li pêşberî me ye.” 
 
‘KUJER BI BÊCEZAHIŞTINÊ HATIN XELATKIRIN’ 
 
Başaran anî ziman ku ew bi îktidarek ku kuştinê ji xwe re kiriye malzemeya siyasetê re rûbirû ne û wiha got: “Baş ê yên ku vê yekê dikin lê demek dirêj e Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê girtin e. Ev dayik ango malbat li zarokên xwe ku di binçavan de hatine kuştin û windakirin digerin. Ji bo ku li hestiyên zarokên xwe digerin li wê qadê bang dikin. Ew malbat nikarin derkevin wê qadê. Ev di serdema AKP’ê de pêk hat. Dibe ku windakirin û kuştin di serdema AKP’ê de nehatibin kirin, lê kujer di serdema AKP’ê de bi bêcezahiştinê hatin xelatkirin. Dozên windayan hatin beraetkirin. Gelek dosye bi demboriyê re rûbirû man. Lê belê kes dernakeve hesabê vê yekê nade, çima? Çima dema em hesabê miriyên xwe dipirsin, nirxên me bêqîmet û bênirx dikin? Em bi îktidarek wiha re rûbirû ne. Yê ku wê hesabê bûyerên kiryar nediyar bide jî îktidar e.”
 
‘WÊ EV ÎKTIDAR JÎ TÊK BIÇE’ 
 
Başaran di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dibe ku ji ber rewşa konjonktor hemû mekanîzmayan di destê xwe de wek şivekê bikar tînin. Ji darazê heta polîs û leşkeran, lê di taliye de wê berpirsiyarên esas hesab bidin. Îktidara ku bi hezaran qetl û qitûlan kiriye, hê hesab nedaye, lê ne hedê wan e ku rabe me sûcdar bikin. Li vî welatî partiya ku herî dawî were tawanbarkirin, HDP ye. Çimkî her dem ji bo aştiyê û çareseriyê têkoşiyaye û siyaseta vê yekê kiriye. Tam jî ji ber vê yekê partiya me dibe armanca wan. Lê bila baş bizanibin em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Bila her kes viya baş bizanibe. AKP-MHP jî wek îktidarên din dê biçe. Mehkûmî têkçûnê ne.”