DBP: Em ê li dijî îşkencê bêdeng nemînin

img

AMED -  Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan ê li Girtîgeha Kalkandere ya Rizeyê pêkanîna lêgerîna tazî qebûl nekir, heya ji ser hişê xwe çû îşkence lê hat kirin. DBP’ê derbarê îşkenceya li Arslan hatî kirin de daxuyanî da û got “Em ê bê deng nemînin.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, ji ber daxuyaniya li dijî şerê li ser Efrînê û di demên cûda daxuyaniyên dayîn, di 8'e Sibatê de hat girtin. Arslan ê sîrgûnê Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rizeyê hat kirin, ji ber pêkanîna lêgerîna tazî qebûl nekir, heya ji ser hişê xwe çû îşkence lê hat kirin. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî mijarê civîna çapemeniyê pêk anîn. Civîn li Buroya Şewirmendiya Navenda Giştî ya Amedê hat lidarxistin.
 
Endama Meclîsa Partiyê Ayşe Çelîkbîlek, daxuyanî da û wiha axivî: “Ji ber ku hevserokê me yê giştî lêgerîna tazî qebûl nekir rastî îşkeceya gardiyenan hat. Piştî nûçe di medyayê hat parvekirin, agahiya me jê çêbû. Ji ber lêpirsîna komîsyona hiqûqê, em dereng man ku daxuyanî bidin.”
   
Dûre Alîkara Hevserokê DBP’ê Seher Tumer daxuyanî xwend û wiha got: “Pêkanînên tecrîtê, cilên yek tîpî û hejmara ser piyan li girtîgehan  pir zêde bûne. Hevserokê me yê Giştî Mehmet Araslan di 6’ê Sibatê de hat girtin û di 19’ê Sibatê de ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê Sîrgûnê Girtîgeha Kalkandere ya Rize hat kirin. Ji ber ku Araslan di ketina girtîgehê de li dijî pêkanîna lêgerîna tazî derket, rastî îşkenceyê tê û heya Araslan li ser hişê xwe diçe gardiyen îşkenceyê didominin. Girtiyên din jî li Kalkanderê rastî heman îşkenceyan hatine. Cihên ku kamera lê nebe ev îşkence hatine kirin. Di dema îşkenceyê de hinek girtiyan krîza dil derbas kirine û destên hin girtiyan şikiyane. Îşkenceya di girtîgehan de berdewam dike û rayedarên girtîgehê destûr nadin girtî rapora derban bigire. 
 
 
‘EM Ê LI DIJÎ ÎŞENCEYÊ BÊDENG NEMÎNIN’
 
Tumer, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em ê bi tu awayî îşkence û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan qebûl nekin. Em ê li dijî tecrît û îşencê bêdeng nemînin. Divê hikûmeta AKP’ê demildest dest ji polîtîkayên xwe yên şer û zilmê ber de.”