HDP’ê ji bo elewiyan kampanya da destpêkirin: Çareserî welatîbûna wekhev e

img

DÊRSIM - Hevserokê Giştî yê HDP’ê di civîna danasîna kampanya “Mafê Welatîbûna Wekhev ji bo Elewiyan” de axivî û diyar kir ku mifteya çareseriya polîtîkayên înkar û cihêkariyê “welatîbûna wekhev e.” 

Maseya Elewiyan a Komîsyona Gelan û Baweriyan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo danasîna kampanya “Mafê Welatîbûna Wekhev ji bo Elewiyan” civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li hotêlek Dêrsimê hat lidarxistin û Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar parlamenterên HDP’ê Tulay Hatimogullari, Kemal Bulbul, Zeynel Ozen, Alî Kenanoglu, rêveberên navenda HDP’ê û rêxistina HDP’a Dêrsimê û gelek kes tev li civînê bûn. 
 
‘ELEWÎ TÊN CIHÊKIRIN’ 
 
Sancar di civînê de axivî û destnîşan kir ku wan ji bo elewiyan kampanya welatîbûna wekhev daye destpêkirin û got: “Demek dirêj bû xebata vê bernameyê dihat kirin. Ev fînala xebatê ye. Gavek destpêkê ye. Bi sedan sal e civaka elewî bi zilm, cihêkarî, asîmîlasyonê re rûbirû maye. Yek ji civakên li Tirkiyeyê ku herî zêde rastî neheqiyê hatiye elewî ne. Yek ji pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê cihêkariya civaka elewî ye.” 
 
JI DESTPÊKA KOMARÊ VE TÊN ÎNKARKIRIN 
 
Sancar da zanîn ku vê bernameyê di komxeatên bi saziyên elewiyan û welatiyên elewî re ku pêk anîne diyar kirine û wiha axivî: 
“Li her qadê cihêkarî û înkar heye. Ji destpêka avakirina komarê ve ev yek berdewam dike. Heta ku ev pirsgirêk çareser nebe, dê ne mimkin be ku aştiya civakî û komara demokratîk were avakirin. Ev yekê baş dibînin. Mifteya çareseriyê welatîbûan wekhev e. Şiyara me ev e ku ji bo elewiyan mafê hemwelatîbûnê bê nasîn. HDP çawa ku hemû mafan diparêze mafê elewiyan jî diparêze û li cem elewiyan cih digire. Em li ser navê elewiyan naxivin, em bi wan re diaxivin. Ev partiya gelan e û wisa hat sazkirin. Ev partî fikriyata bawerî, gelan, çandan e û wek îradeya hevpar a civakên cuda hatiye avakirin. Helbet mafê welatîbûna wekhev daxwaza bingehîn a elewiyan e.” 
 
HEVRÛBÛN Û HEQÎQET 
 
Sancar anî ziman ku divê di rûbirûbûnê de heqîqet derkeve holê û got: “Heta ku heqîqet dernekeve holê, edalet jî bicih nayê. Edalet li ser heqîqetê ava kirî ye. Divê em heqîqeta bi deh hezaran canên me ku bêkef raketine derxin holê. Divê tespîta çend însanên me bêkef in û bêgor dijîn were kirin. Bi rasthatina salvegera qetlîma Dêrsimê ji bo em îşaretî vê rastiyê bikin û rastiya bi êş bi bîr bixin em vê bernameya xwe didin destpêkirin. Em ji bo elewî û kurdan statû dixwazin. Divê em li dijî her cûre zext û provokasyonên vê bloka faşîst têkoşîna xwe ya hevpar xurt û berfireh bikin. Em dikarin wiha welatek azad ava bikin.” 
 
Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP’ê Tulay Hatimogullari ku ji Komîsyona Gelan û Baweriyan berpirsiyar e jî axivî û behsa xebatên komîsyonê û felsefeya HDP’ê kir. 
 
Piştî civînê şandeya HDP’ê çû serdana cemxaneyên elewiyan ên li navçeyên Xozad, Qisle, Pêrtag û Çemişgezekê.