Kerestecîoglu: Ger nîyet ne rast be, pratîk jî hev nagire

img

ENQERE - Wekîla Serokên Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu, êrîşa polîsan a duh li Enqere li dijî jinan bibîr xist û helwesta Serokwezîr Bînalî Yilidirim şermezar kir. Kesterecîoglu, diyar kir ku Yildirim di Kongreya Baskê Jinan a AKP'ê ya Muglayê de gotiye ‘Em tundiya li dijî jinan şermezar dikin. Destê dirêjî jinê dibin bişkên. Lê ger ku niyet ne rast be, pratîk jî hev nagire. Kerestecioglu, bal kişan ser bûyera Serêkaniyê û diyar kir ku rastî derket holê û heman lîstik li Efrînê jî tê lîstin. 

Wekîla Serokên Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîlîz Kerestecîoglu, der barê geşedanên dawî de civîna çapemeniyê li meclîsê pêk anî. Kerestecioglu anî ziman ku ji bo 8'ê Adarê bibe rojek fermî ya destûrê daxwaza guhertina zagonê dane meclîsê û wiha got: "Di cîhanê de yên ku wê roja şêrîn herî zêde heq dikin jin in. Jin dixwazin wekî rojek sîmge bibin destûr û vê rojê pîroz bikin. 
 
JIN DI MÎTÎNGÊN 8'Ê ADARÊ DE RASTÎ TUNDIYÊ HATIN'
 
Kerestecioglu, sertek nîşanî tundiya li Egqere û çorlu li dijî jinan pêk hat şermezar  kir û wiha got:  “8'ê Adarê her sal di nava aştiyê de dihat pîrozkirin. Lê vê carê jin li Enqere û Çorlu ya Tekîkdagê rastî tundiyê hatin. Di çalakiyên li dijî tundî û metîngeriyê de 25 jin hatin binçavkirin. Jin rastî lêdanê hatin. Di heman demê de Serokwezîr Yildirim di Kongreya Baskê Ciwanan a AKP'ê ya Muglayê de got: ‘Em tundiya li dijî jinan şermezar dikin. Destê dirêjî jinan dibin bişkên' Lê ger ku niyet re rast be pratîk jî hev nagire." 
 
JINA 78 SALÎ LI GIRTÎGEHÊ BE ÇI DIXE DESTÊ WAN?'
 
Kerestecîoglu,  baş kişand ser Sîsê Bîngol a 78 salî ku li Girtigeha Tarsûs a Mêrsînê girtî ye jî û wiha got: “Sîsê Bîngol nexweşa dil û tansiyonê ye. Pirsgirêkên mezin ên tenduristiya wê hene. Lê tevî vê heyê hêj girtî ye. Mirov nikare fam bike ku ka çima jinek 78 salî girtî ye. Li aliyekî tundiya li ser jinan şermezar dikin, li aliyê din tundiyê li ser jinan pêş dixin. Li aliyê din jî jina pîr û nexweş di girtîgehê de digirin. Me hêj nû 28'ê sibatê li pey xwe hişt. Kî mudaxaleyî bedena jinê bike ew jî xwedî heman hişmendiya 28'ê Sibatê ye. Hemû jin divê vê yeka li ser bedena wan pêk tê qebûl nekin." 
 
‘ÎSTÎSMARA ZAROKAN LI SER SIYESATÊ YE
 
Kerestecioglu, îstîsmara li ser zarokan jî rexne kir û wiha got: “Îstîsmara li ser zarokan, bi zextên civakê piçek be jî ket rojevê. Lê mixabin, dîsa bi rêbaza li dijî demokrasiyê bi rêbazên cuda komisyon ava kirin. Hefteya borî Cîgirê Serokwezîr Recep Akdag, beyî navê HDP’ê bîne ziman, diyar kir ku dê CHP û MHP’ê ziyaret bike. Em dixwazin Recep Akdag têkildari mijarê daxuyaniyê bide. Di mijara îstîsmara zarokan de bi saîkên siyasî tev digerin. Ez jî li ser navê Partiya Demokratîk a Gelan endamê vê komîsyonê bûm. Me gelek belge û dane amade kirin. Ji bo me ev mijar li ser siyasetê ye. Lê ji bo hikûmetê îstîsmara zarokan û şer ferq nake. Bi her awayî mirovên welat dikin du perçe. Hûn dikarin di her mijarê de HDP’ê wêde bikin. Lê hûn me tune bikin em tune nabin. Têkîşan me dê bê navber berdewam bike. "
 
‘CÎNAYETÊ KOMPLO YÊ LI SERÊKANIYÊ PÊK HAT'
 
Kerestecioglu, bal kişand ser bûyera li Serêkaniyê ku 2 polîs hatin kuştin û bû sedema ku şer dest pê bike û wiha got:  “Serokê AKP'ê Erdogan wiha behsa pêvajoya ku li Tirkiye aştî, demokrasî, azadî û heviya gelan zêde bike û qedera Tirkiye biguherandiya dikir ‘Êdî dem dema pêşxistina biratî û hiqûqê ye. Êdî ne nedam cudakariyê ye. Dem dema îdaniyê ye. Dem dema restorasyona civakî ye. Lê piştî HDP’ê di 2015'an de diyar kir ku dê wekî partî têkeve hilbijartinê  bûyerên wekî bûyera Serêkaniyê bi şik û guman xistin meriyetê. Dîsa bûyera wekî Pirsûsê pêş xistin. Li Serêkaniyê di 22'ê Tîrmeha 2015'an de polîs Feyyaz Yumuşak û Okan Uçar li malên wan kuştin. Ev yek kir sedema pêvajoya çareseriyê. Her çend me wê demê pêşniyarname da ku bê lêkolînkirin jî hat redkirin. Lê piştî lêkolînê 22 polis ji doza FETO hatin îxrackirin. Di 1'ê Adara 2018'an de biryar hat dayîn û hat dîtin ku rastiya bûyerê pir cuda ye. 
 
‘TIŞTA JI BO SERÊKANIYÊ JI BO EFRÎNÊ JÎ DERBAS DIBE
 
Kerestecîoglu, anî ziman ku lîstika ku ji bo Serêkaniyê hat lîstin ji bo Efrînê jî tê lîstin û wiha got: "Salek ango 2 sal derbas bibin dê bê dîtin ku mijara serêkaniyê û ev mijar heman tişt e. Em dûbare dibêjin derdê me pêşeroja vî welatî ye. Em dixwazin ev şer bi dawî bibe. 
 
LI DIJÎ HDP’Ê HIQÛQA QESRÊ DERBAS DIBE'
 
Kerestecioglu, herî dawi ani ziman ku li dijî HDP'ê hieqûqa qesrê di meriyetê de ye û wiha got: "Bê hiqûqiya li dijî partiya me tê kirin li dijî tu partiyên din nayên kirin. Dema mijar dibe HDP, li Tirkiye siyeset û hiqûqa îktîdar û Qesrê dikeve meriyetê.