Gunay: Divê gel, partî û rêveberiya Başûr li dijî dagirkeriyê rabin

img

ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê û wiha got: "Ev şer darbeyek mezin li tifaqa gelê kurd û statûya Başûrê Kurdistanê dixe. Divê gelê Başûr û hemû partî û sazî û rêveberiya Başûr li ber vî şerî rabin." 

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê ya heftane li dar xistin û mijarên di rojevê de nirxand. 
 
Gunay di beşa dawî ya axaftina xwe de bi kurdî axivî û bal kişand ser şerê Tirkiyê yê li dijî Başûrê Kurdistanê. 
Axaftina Gunay a bi kurdî wiha ye:
 
"4 roj berê li ser axa Herêma Kurdistanê bi destê AKP-MHP’ê operasyoneke leşkerî hat destpêkirin. Ev operasyon piştî hevdîtina Erdogan û Mesrûr Barzanî çêbû. Başûrê Kurdistanê bi awayekî aşkera tê dagirkirin, lê mixabin helwesteke rêveberiya Başûr u PDK’ê li dijî dagirkeriye tuneye.  
 
DIVÊ GEL Û PARTIYÊN BAŞÛR LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ DERKEVIN
 
Niyeta AKP-MHP’ê diyar e, armanc zelal e. Helwesta PDK’ê rê li ber vê dagirkeriye vedike. Em ji vir bangî gel, sazî û dezgeh û partiyan û rêveberiya Başûr dikin. Li hemberî dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin. Hikûmeta Erdogan û Bahçelî di nav krîzeke mezin de ye. Rewşa aborî, siyasî û civakî gelek tevlihev bûye. Ji bo ku vê rewşê veşêrin, dixwazin êrişî Kurdan bikin. Hemû îmkanên xwe, seferber kirine ji bo şerê li dijî Kurdan. Ev êriş berdewama êrişên sed salan e. Dixwazin ku Kurd li tu derê nebin xwedî statû. Ne li Başûr, ne li Bakur, ne jî li Rojava hebûna Kurdan qebûl nakin. 
 
Ev êriş darbeyek mezin li statuya Başûrê Kurdistanê dixe. Îro AKP-MHP li çar parçeyên Kurdistanê li dijî Kurdan e û dixwaze destkeftiyên Kurdan tune bike. Ji bo vê armancê dest bi şer kirin. Divê rêveberiya Başûr vê xetereyê bibîne. Berê jî gelek caran me gotibû û me bang li rêveberiya Herêma Kurdistanê kiribû. AKP-MHP ne ji bo hin Kurdan ji bo hemû Kurdan talûkeyeke mezin e. Ev operasyon derbeyeke mezin li statuya Başûrê Kurdistanê dixe.
 
Derbeyeke mezin li tifaqa gelê Kurd dixe û eger îro hûn piştgiriyê bidin van operasyonan sibê rûyê we dê reş be li hember gelê xwe.  
 
MUXALEFET JI BO NEYARTIYA KURDAN BÛYE YEK 
 
Hevalên hêja; li Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin û sereke pirsgirêka Kurd e. Û ev pirsgirêk bi şer û kuştin û xwînê çareser nabe. Bi muzakereyan û rê û rêbazên demokratîk çareser dibe. AKP-MHP ji bo emrê xwe dirêj bike dikeve nav van lîstikên qirêj û dixwaze muxalefetê jî li dora lîstikên xwe kom bike. Îro em dibînin muxalefet jî li dora dijminatiya Kurdan bûye yek. Çepikan li polîtîkayên şer dixe û dibe hevkar û şirîkê polîtîkayên şer ên Erdogan. Ev jî ji bo demokrasiya Tirkiyeyê, ji bo aştî û aramiya Tirkiyeyê xetereyeke pir mezin e. 
 
DIVÊ HER KURDÊN LI DIJÎ ŞER XWEDÎ LI BERJWENDIYÊN XWE DERKEVIN 
 
Em bang li gelê Kurd, partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, rewşenbîr û hemû rayedarên Kurdistanê dikin; li hemberî vî şerê qirêj, divê hemû Kurd helwesteke hevpar nîşan bidin. Divê her Kurdek berteka xwe nîşan bide û xwedî li berjewendiyên civakî yên gelê Kurd derkeve. Em helwesta PDK’ê qebûl nakin û divê her Kurdek vê helwestê qebûl neke. Başûr îro di bin dagirkeriya Iraq, Îran û Tirkiyeyê de ye. Tenê yekîtiya gelê me wê rê li ber vê dagirkeriyê bigire. Banga me li hêzên demokrat ên Tirkiyeyê ye jî. Li dijî van polîtîkayên AKP-MHP’ê dengê xwe bilind bikin. Aştiyeke mayînde bi riyên demokratîk pêkan e." 
 
'MUXALFET JÎ DIBE PARÇEYEK LÎSTIKÊN ÎKTIDARÊ' 
 
Piştî axaftinê rojnamevanan pirs ji Gunay kirin. Li ser pirsa rojnamevanekî ya "Hûn helwesta muxalefeta Tirkiyeyê ya li hemberî vê şerê çawa dinirxîn in?" Gunay vê bersivê da: "Rewşa AKP û MHP nebaş e, krîzên li Tirkiyeyê kûr dibin û îktidar dixwaze bi şer vê yekê veşêre. Neyartiya kurdan dike û muxalefeta Tirkiyeyê jî dibe parçeyek van lîstikên îktidarê."