Tundiya polîsan bir rojeva Meclîsê

img
DÊRSIM - Parlamenterê HDP’ê Alîcan Onlu, tundiya polîsan a li Dêrsimê kiribû, bir rojeve Meclîsê. 
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dêrsimê Alîcan Onlu, îşkenceya ku Dogûkan Gul ê di 11’ê Nîsanê de hatibû binçavkirin û biribûn li Miduriyeta Polîsan a Dêrsimê, hatibû kirin bir rojeva Meclîsê. Onlu, di pêşniyaz pirsa ku bi daxwaza Wezîrê Karên Hundir bibersivîne pêşkeşî Serokatiya Meclîsê kir de destnîşan kir ku polîtîkayên desthilatê yên bêcezatiyê, cesaretê didin hêzên ewlehiyê. 
 
Onlu, di pêşniyazpirsê de bal kişand tundiya polîsan a li Îzmîr, Şirnex, Çewlig û Dêrsimê. Onlu, ji bo Wezîrê Karên Hundir bibersivîne çend pirs pirsîn.