Sancar: Em ê îktidarê biqewirînin û vê pergalê jî biguherînin

img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku niha dem dema HDP’ê ye û got: “Em ê di hilbijartinê de vê îktidarê biqewirînin û vê pergalê jî biguherînin. Niha dem dema rêya 3’yemîn e.” 

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Enqereyê bi dirûşma “Dem dema HDP’ê ye” Kongreya xwe ya Asayî ya 4’emîn li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet li dar xist. Eywana kongreyê bi alên HDP’ê pankartan hat xemilandin. 
 
Li eywanê pankartên wêneyê Aysel Tugluk li ser bi nivîsa “Aysel Tugluk bîra me ye, ji girtiyên nexweş re azadî” û pankarta wêneyên Denîz Poyraz û Garîbe Gezer li ser bi nivîsa “Me ji bîr nekir û em ê nedin ji bîrkirin” û “Em li hundir jî û li derve jî li ber xwe didin, teqez em ê bi ser bikevin” hatin daliqandin. 
 
Bi sedan welatiyên tevli kongreyê bûn, li ber stranan govendê gerandin. 
 
Nûnerên gelek partiyên siyasî yên pêkhateyên HDP’ê û rêxistinên civakî yên sivîl tevli kongreyê bûn. 
 
Piştî hilbijartina dîwanê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hatin girtin. 
 
Di kongreyê de ewilî Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglu axivî û destnîşan kir ku ew ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. 
 
Parlamentera HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglu jî mêvanên li eywanê bi zimanê kurdî û tirkî silav kir û destnîşan kir ku gel HDP ye û gel vaye li vê dera ye. 
 
‘NIHA DEM DEMA HDP’Ê YE’
 
Pişt re Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar xîtabî beşdaran kir û bi silavdayînê dest bi axaftina xwe kir. Sancar destpêkê wiha got: “Niha dem dema HDP’ê ye, niha li Enqereyê dem dema HDP’ê ye. Çimkî niha dem dema guhertinê, destpêkê û avakirinek nû ye. Xelk Enqereyê bi zilma wê nas dike, em jî wê bi bajarê ku hemû gel dikarin lê bicih bibin nas dikin.” 
 
‘DIXWAZIN ENQEREYÊ BIKIN YEK RENG’ 
 
Sancar anî ziman ku tu ferqa Enqereya berê û niha ji hev nîne û ji bo ew azadiyê bînin dibêjin dem dema HDP’ê ye. Sancar destnîşan kir ku her ku partiya wan HDP bi hêz û xurt dibe guhertina li Tirkiyê jî nêz dibe û rizgariya her kesî bi têkoşîna hevpar pêkan e. Sancar da zanîn ku Qesr dixwaze Enqereyê di bin kontrola xwe de bihêle û veguherîne yek rengî. 
 
‘EM Ê LI ENQEREYÊ DEST BI GUHERTINÊ BIKIN’ 
 
Sancar destnîşan kir ku ew ê guhertinê ji Enqereyê bidin destpêkirin û got: “Enqere ya ciwan û şoreşgeran e. Enqere cih warê şoreşgerên wek Mahîr, Denîz e, Enqere destpêkirina tevgera azadiya kurd e, cihê têkoşîna siyasî ya kurd e. Em li Çînçînê romen in û li Haymanayê kurd in. Em li OSTÎM’ê karker û kedkar in. Li Gaziyê Elewî ne. Em reng, bawerî û xwêdana eniya karker û kedakaran in.” 
 
‘ÎKTIDAR NAXWAZE BIÇE, LÊ DIVÊ EM WAN BIŞÎNIN’
 
Sancar destnîşan kir ku ew ji bo aştî û demokrasiyek mayînde û edaletê bi cih bînin dimeşin û têkoşîna xwe mezin dikin û got: “Li Tirkiyê gelên me vebijêrkek bi bawer û alternatîf dixwaze. Bi peyamên pûç û vala ne îktidar bi rehetî diçe ne jî ev pergal dê bê guhertin. Ji bo em vê îktidarê bişînin, biqewirînin me bi adê emanê sond xwariye. Em wek HDP’ê dixwazin tifaqa gelan a demokrasiyê pêk bînin û ji bo gelan bibin alternatîf. Em dizanin ku ev îktidar 20 sal in li ser kar e û naxwaze dest ji vê nîmetê berde. Li pey wan sûcên mezin hene. Ji vê ditirsin. Hem naxwaze dest ji vî nîmetî berdin hem jî ji têkçûnê ditirsin. Em bi têkoşînek rasteqîn dikarin li dijî vê îktidarê bi ser bikevin.” 
 
‘DEM DEMA RÊYA 3’YEMÎN E’ 
 
Sancar destnîşan kir ku hilbijartinek rojek e û têkoşîn jî her roj e û wiha got: “Ji bo em vê îktidarê biqewirînin divê em li benda hilbijartinê nesekinin. Lewma em dibêjin ku em tifaqa demorkasiyê li ser têkoşîna hevpar ava dikin. Em ê yekîtiya hilbijartinê jî li ser vê zemînê ava bikin. Heke hilbijartin bibe parçeyek têkoşîna rojane wê çaxê em dikarin rê li ber serkeftinê vekin. Nexwê em tenê roja sindoq tên dayîn bikin, roja têkoşîn û serkeftinê ne pêkan e em wisa bi ser bikevin. Lewma em dibêjin em hemû bi hev re, gel, kedkar, feqîr û hemû komên baweriyê divê em tifaqek berifreh a demokrasiyê ava bikin û em bi biryar li ser vê meşa azadiyê bimeşin. Helbet heke em wisa bimeşin em ê di hilbijartina pêşiya me de vê îktidarê jî biqewirînin û em ê vê pergalê jî biguherînin. Tekane şansê me ev e. Lewma em dibêjin, li Tirkiyê niha dem dema HDP’ê ye. Li Tirkiyê bi pêşengiya HDP’ê dem dema Tifaqa Demokrasiyê ye û niha dem dema Rêya 3’yemîn e.” 
 
Piştî axaftinan hilbijartin bi yek lîsteyê pêk hat û Pakîze Sînemîllîoglu û Vezîr Parlak dîsa ji nû ve ji bo Hevserokatiya HDP'a Enqereyê hatin bijartin.