DBP: Em ê di 8’ê Adarê û Newrozê de berxwedanê bilind bikin

img

AMED - DBP’ê danezana encama civîna Meclîsa Partiya xwe eşkere kir  û got: “Em ê li dijî operasyonên jenosîda siyasî têkoşînê berfireh bikin. Dê berxwedana jinan a 8’ê Adarê bibe pira Newrozê. Em ê bi vî awayî baweriya azadiya gelan û berxwedanê bilintir bikin.”

Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) danezana civîna xwe ya di 27’ê Sibatê li Amedê pêk anîn de, ji raya giştî re eşkere kir. Di civîna nirxandina rewşên polîtîk û rêxistinî de, biryara bilindkirina têkoşîna li dijî operasyonên jenosîta siyasî ku herî dayî Hevserokê Giştî Mehmet Arslan hatin girtin ên berdewam dikin, hat dayîn.  
 
Danezana encama civînê wiha ye: 
 
“Li Rojhilata Navîn netew dewlet yek bi yek têk diçin û xebatên ji nûve dîzayn kirina sînor zêde dibin. Di serdemeke wiha de li dijî dagirkeriya faşîzma AKP û MHP’ê, gelên Efrînê 40 rojin li ber xwe didin.  Fajîzma AKP-MHP’ê ji roja destpêkê heya niha bi çeteyên xwe re armanc dike ku destkeftiyên şoreşa Rojava yên li Sûriyeyê tasfiye bike û kompluya navneteweyî di şexsê Efrînê bi encam bike.  Lê ev hesabên wan çawan ku li Kobanê têk çûn, li Efrînê jî ji roja destpêkê ve bi berxwedaniyek mezin a gelan têk çûn. Gotin em ê ‘di sê rojan, di hefteyekê de wir ser û bin bikin.’ Lê 40 rojin li Efrînê şer berdewam dike û hêzên faşîzma dagirker çarek din li Efrînê di çiravê de man. Hêzên emperyalîst ên Rojhilata Navên kirin gola xwînê, dê bi berxwedana Efrînê û perspektîfa modernîteya demokratîk û netewa demokratîk a gelê kurd carek din bin bikevin.  
 
'EM BIBIN DENGÊN BERXWEDANA GIRTÎGEHAN' 
 
Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê û îlan kirin OHAL’ê, şert û mercên li girtîgehan xerabtir bûn. Faşîzmam AKP û MHP’ê ku bi polîtîkayên derve de re welat veguherandine kaosê, dixwazin tola xwe ji girtiyên siyasî yên kurd bistînin.  Bi pêkanînên xwe yên sîrgûn, tecrît, kincên yek tîpî û hejmara leşkerî ya ser piyan dixwazin vîna girtiyên siyasî teslîm bigirin. Lê li dijî faşîzma AKP û MHP’ê hevalên me diyar kirin ku ‘Bedela wê çi dibe bila bibe dê berxwe bidin.’ Em dixwazin demildest binpêkanînên dijî mirovahî, îşkence û bêmafiyên li girtîgehan bi dawî bibin. Em cardin diyar dikin ku emê bibin dengên berxwedana hevalên xwe yên di girtîgehan de.” 
 
‘8’Ê ADARÊ DÊ JI NEWROZÊ RE BIBE PIR’
 
Êrîş û tundiya dewlet-zilam ên li ser jinan bê navber berdewam dikin. AKP ji bo desthilatdarî, netewperestî û zayendperestiya xwe rewa nîşan bide, dest ji polîtîkayên xwe yên şer ên îstîsmara zarokan bernade. Li dijî van qirkirinên civakî û faşîzmê dê jin di 8’ê Adarê de li qadan bin.  Platformên jinan ên berî 8’ê Adarê li gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê hatin avakirin, dê bi hemû hêza xwe beşdarî 8’ê Adarê bibin û xebatên xwe birêv bibin. Berxwedana jinan a di 8’ê Adarê de despê kirin, dê bibe pir ji Newrozê re. Em ê ji 8’ê Adarê heya Newrozê, berxwedana baweriya azadiya gelan bilindtir bikin.”