Sancar: Dê hesabên hilbijartinê yên AKP-MHP’ê li dîwarê HDP’ê bieliqe

img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, teklîfa qanûnê ya hilbijartinê ya AKP û MHP’ê weke lîstikeke endezyariyê pênase kir û wiha got: “Ev hewldan, hewldanên vala ne. Dê ev hesab, li dîwarên HDP’ê bieliqe.” 

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîna Koma Meclisê li dar xist. Di civînê de endamên Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) jî amade bûn. Hevserokê Giştî yê HDP’ê di civînê de rojevên heyî nirxand. 
 
Mîthat Sancar di serî de qurbaniyên komkujiyên Qamişlo, Helebçe û Gaziyê bi bîr anî û da zanîn ku tevî hemû komkujiyan jî yek gavek jî bi gelê kurd nedayîne avêtin. Sancar, diyar kir ku dê têkoşîna xwe ya li dijî kujeran û zîhniyeta wan bidomînin, hesabê ji wan bipirsin. 
 
LÎSTIKA QANÛNA HILBIJARTINÊ
 
Piştre jî Sancar bal kişand ser teklîfa qanûnê ya hilbijartinê ya AKP-MHP’ê û ev nirxandin kir: “Vê zîhniyeta ku welêt ber bi karesatê ve birî, niha jî hewl dide bi lîstikên nû hebûna xwe bidomîne. Her desthilatdariya ku winda dike, hewl dide bi guherandina qanûnên hilbijartinê re tevî ketina hejmara dengan jî hejmara parlamenteran wekî berê bihêlin. Teklîfa qanûnê bi hevkariya AKP-MHP’ê pêşkeşî meclisê kirin. Dixwazin bi endezyariya siyasî û lîstikên hiqûqî ve gelemperiya parlamenteran di destê xwe de bigirin. Şirîkê biçûk ê deshilatdariyê dihele û hewl didin wî xelas bikin. Lê çi dikin bila bikikn dê ev lîstikên wan têk biçin û dê winda bikin. Ev hesaba wan dê li dîwarê HDP’ê biqele û vala derkeve.” 
 
GREV SILAV KIR
 
Sancar, her wiha greva xebatkarên tenduristiyê silav kir û got ku ew jî piştgiriyê didin çalakiya wan. Sancar, bertek nîşanî gotinên Erdogan da û wiha pê de çû: “Bijîşkên me, kedkar û karkerên vê civakî bi cihekî ve naçin. Lê dê desthilatdarî biçe. Em ê bi têkoşîna xwe ya hevpar wan biavêjin sergoya dîrokê. TTB’ê daxwazên xwe weke 10 xalan bi aktorên siyasî re parve kir. Em ê van daxwazan bişopînin û dibêjin ku ew daxwaz di heman demê de daxwazên me ne. Ji bo ku ev daxwazên wan bên qebûlkirin, li meclisê çi bikeve ser milê me em ê bikin.” 
 
ÊRIŞÊN SER HDP’Ê
 
Di berdewamê de Sancar qala êrişên ser HDP’ê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilatdariya heyî her ku winda dike êrişên xwe yên ser HDP’ê zêdetir dike. Doza Kompasê ya Kobanê û operasyonên din, berhema van êrişan in. Lê divê baş bizanin ku ev hewldanên wan dê bi ser nekevin. Em ê nîşanî hemû kesî bidin bê ka em xwedî têkoşîneke çiqas bihêz û mafdar in. Desthilatdarî hewl dide darazê wekî çûyekî bi kar bîne da ku teşe bide muxalefeta siyasî.” Piştre jî Sancar ji parastinên Hevserokên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, siyasetmedar Alp Altinors, Sebahat Tuncel, Gultan Kışanak û Ayla Akat Ata çend mînak dan. 
 
Mîthat Sancar, got ku ew parastina xwe ya herî xurt bi gelê xwe re dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke bixwazin mînakên vê bibînin bila li îradeya di 8’ê Adarê de derketiye holê binêrin. Heke ev besî wan neke, bila li pîrozbahiyên Newrozê yên par û yên hefteya pêşiya me binêrin. Weke HDP’ê em ê li qadên Newrozê bin. Em ê parastina xwe bi wê coşa milyonan bikin. Bila hemû kes vê baş bizane.” 
 
REWŞA GIRTÎHAN
 
Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha got: “Desthilatdarî, ji zilmê têr nabe. Wekî her carê dibêjim, heke hûn bixwazin cewhera desthilatdariyekî nas bikin li sepanên girtîgehan binêrin. Vaye zilma li hevala me Aysel Tugluk tê kirin berçavan e. Teşhîs hat danîn û xuya bû ku nikare li wir bimîne lê bi israr di girtîgehê de digirin. Tugluk, îradeya me ya siyasî, rûmeta me û yek ji sembolên têkoşîna jinê ye. Ev zilm jî ji ber vê nasnameya wê tê kirin. Hêj gelek çîrokên wiha li girtîgehan hene. Ji mijdarê heta niha 8 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Ev sepanên wan, bi awayekî fiîlî veguherîne cezayê îdamê. Ev dethilatdarî, desthilatdariya nebaşiyê ye û sembola xerabiyê ye. Em mecbûr in ku li dijî vê zilmê bisekinin. Têkoşîna hevpar, berpirsyariya me tevan e. Banga me ji bo Wezareta Edaletê ew e ku komîsyoneke serbixwe ava bikin û bila ew li rewşa girtiyên nexweş binêrin.” 
 
ŞERÊ ÛKRAYNAYÊ Û DURÛTÎ
 
Têkildarî helwestên li dijî şerê Ûkraynayê jî Sancar ev tişt anî ziman: “Li dijî şer û dagirkeriya li Ûkraynayê ne lê dema mijar dibe Efrîn, piştgiriyê didin. Ev yek durûtî ye. Heke hûn ewqas aştîxwaz bin, ji ewilî pirsgirêka kurd bi rêya diyalogê çareser bikin û xwedî lê derkevin. Desthilatdariya ku hewl dide ji bo şerê Ûkraynayê navbeynkariyê bike, ji ewil bila ew bi xwe dev ji polîtîkaya şer berde. Bila ji ewil dev ji sepanên dagirkeriyê yên li Rojhilata Navîn berde.”
 
NEWROZ
 
Mîthat Sancar axaftina xwe wiha qedand: “Vaye Newroz tê. Hêj di niha de em cejna Newrozê di serî de li gelê kurd û hemû gelên cîhanê pîroz dikin. Heke sala 2022’yan sala fînalê be, yek ji xalên herî girîng jî Newroza 2022’yan e. Dê di Newrozê de diyar bibe bê ka dê kî bi ser keve. Em jî dê bi vê coş û kelecanê biherikin qadên Newrozê. Newroz; berxwedan, hêvî, wêrektî, qîrîn û piştevanî ye. Newroz; têkoşîna hevpar û mil dayîna milê hev e. Newroz pîroz be. Dem dema serkeftinê ye.”