Hevseroka KNK'ê Mûrad: Parastina jinan erka her çar parçeyên Kurdistanê ye

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad diyar kir ku li her çar parçeyên Kurdistanê jî pirsgirêkên jinan heman pirsgirêk in û wiha got: “Pêdiviya jinan bi yekitî û yekhelwestiyê heye. Heke em xwedî li hev derkevin û hêza xwe bikin yek, em ê bikarin li dijî vê zîhniyetê têbikoşîn.” 

Bi pêşengiya Komîsyona Jinan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Yêkitiya Jinan a Kurdistanê, li Silêmaniyeyê bi dirûşma “Qirkirina jinan bi dawî bikin” û bi tevlibûna gelek jinên ji her çar parçeyên Kurdistanê, Şêwira Jinên Kurd hat lidarxistin. Di şêwirê de êrîşên li ser deskeftiyên jinan, tundî û zextên li ser jinên her çar parçeyan hatin nîqaşkirin. Di şêwirê de banga lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Jinên Kurd hate kirin. Têkildarî mijarê Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Mûrad ji ajansa me re axivî. 
 
'KRÎZA DEMOKRASIYÊ HEYE'
 
Zeyneb Mûrad, diyar kir ku mebesta bingehîn a lidarxistina şêwirê çareserkirina pirsgirêkên jinên kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê bû û wiha got: “Hem li seranserî cîhanê, hem li Rojhilata Navîn û bi taybet jî li başûrê Kurdistanê kuştina jinan gelek zêde bûye. Bi sedemên cuda, li her çar parçeyan jî li ser jinan êriş hene. Jinên kurd ji bo nasname û hebûna xwe têkoşîneke bêhempa didin. Êdî xwe gihandin astekî wisa ku ji hemû jinên cîhanê re dibin mînak. Desthilatdar jî vê yekê weke talûke dibînin. Loma jî bi şêwazên cuda êrîşî jinan dikin. Li gorî daneyên îstatîstîkî, kuştin û xwekuştinên jinan zêde bûne. Li başûrê Kurdistanê hebûna jinên çalak xuya nake. Li vir aloziya demokrasiyê heye. Edelet bi rêbazeke baş cihê xwe nagire. Ji bo parastina jinan di her alî de zagon hatine çêkirin lê pêk nayînin. Divê sedema vê were nîqaşkirin.” 
 
'JIN ÇIQAS PARÇE BIBIN, EWQAS JÎ LAWAZ DIBIN'
 
Di berdewamê de Mûrad anî ziman ku li her çar parçeyên Kurdistanê jî li dijî jinan bi heman awayî êriş tên kirin, divê ev mijar were nîqaşkirin û wiha domand: “Li rojhilatê Kurdistanê li dijî jinan polîtîkayên taybet tên meşandin. Jinan bidarve dikin, cezayên giran lê dibirin û îşkence dikin. Li bakurê welêt jî êrişên heman rengî hene. Hişmendiyeke qirker, baviksalar heye. Şerê desthilatdara AKP-MHP'ê li dijî jinên kurd e. Jinên siyasetmedar tên girtin û bi polîtîkayeke taybet nêzî wan dibin. Jinên li Bakur, xwedî ezmûnên zêde ne û pergala hevserokatiyê ava kirine. AKP jî vê weke talûkeyek dibîne. Li Rojava jî heman feraset heye. Efrîn û Serêkaniyê di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ne. Polîtîkayeke taybet li dijî jinan heye. Her wiha pêşketinên mezin hene, li wir şoreşa jinan heye ku bo hemû cîhanê bû mînak. Ev tevek jî mijarên girîng bûn û KNK’ê jî li ser vî esasî biryara şêwirê da. Armanca esasî jî çareserkirina pirsgirêkên jinên kurd ên li her çar parçeyan e. Xwedîderketina li hev, erka her jineke kurd e. Jin çiqas parçe bibin, ewqas jî lawaz dibin.”
 
'ŞOREŞA ROJAVA SEDEMA TÊKOŞÎNA ME YE' 
 
Bi domdarî Mûrad destnîşan kir ku daxwaza azadiyê ya jinan çiqas mezin be, êrîşên li ser çar parçeyan jî ewqasî zêdetir dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin ne tenê ji hêla hişmendiya dagirker an jî desthilatdar ve tên qetilkirin. Bi zîhniyeta eşîrtî û olperestiyê jî tên kuştin. Lewma lihevcivîna jinên her çar parçeyan û komxebata bi vî rengî erkeke neteweyî ye. Di vê komxebatê de nirxandinên pir girîng hatin kirin. Hewl didin şexsê jinan de civakê tune bikin. Desthilatdar, her jineke çalakger, azadîxwaz û ya xwedî li nasnameya xwe derkeve bo xwe weke xetere dibîne. Lewma jî gavên qirkirinê diavêjin. Ji ber ku heger jin azad bibe, civak jî azad dibe. Ew jî vê naxwazin. Lê tevî her cure êrişan jî jinên kurd paşde gav navêjin. Şoreşa Rojava û têkoşîna jinên Bakurî mînaka vê rastiyê ye. Ev rastî bi tena serê xwe jî bes e ku em têbikoşîn.” 
 
'DESKEFTIYÊN JINAN DI HEDEFÊ DE NE' 
 
Zeyneb Mûrad, bi lêv kir ku li başûrê welêt zagon nayên bicihanîn, li rojhilatê Kurdistanê jî bi rêya krîza aborî, xîzanî, koçberî girtin û binçavkirinan dixwazin dengê jinan qut bikin û ev nirxandin kir: “Li bakurê Kurdistanê jî polîtîkayên DAIŞ’ê li jinan tên ferzkirin. Qanûnên ku bi têkoşîneke mezin hatin qebûlkirin, niha tên hilweşandin. Peymana Stenbolê yek ji mînakên vê ye. Erdogan, di şevekê de xwe ji peymanê vekişand. Bi vê zîhniyetê êrişên xwe domand. Başûrê welêt jî ji vê hişmendiyê gelek dûr nîne. Li Başûr, hişmendiyeke serdest heye. Jin biçûk tên dîtin. Rêxistinên jinan tên bêdengkirin. Di şêwirê de jî ev tespît hat kirin. Li her çar parçeyên Kurdistanê jî pirsgirêkên jinan heman in. Pêdiviya jinan bi yekitî û yekhelwestiyê heye. Heke em hêza xwe bikin yek, em ê bikarin li dijî vê hişmendiyê têbikoşîn.”
 
BANG LI PARTIYÊN KURD HAT KIRIN
 
Mûrad, bal kişand ser encamên şêwirê û ev tişt anî ziman: “Di vê şêwirê de nîqaşên berfireh hatin kirin. Yekitiya jinan a her çar parçeyan weke pêwîstiyek hat nirxandin da ku bikarin li dijî vê hişmendiyê têbikoşin. Her wiha hat gotin ku divê jinên ji her çar parçeyan xwedî li hev derkevin û bibin dengê hev. Hat gotin ku heke jineke ji rojhilat rastî êrişekê were, divê jinên li parçeyên din xwedî lê derkevin. Her wiha pêwîstiya bi diyaloga navxweyî hat detnîşankirin. Xwedîderketina li jinên kurd ên hatine qetilkirin weke helwestekî neteweyî hat ravekirin. Bang li partiyên siyasî û saziyên kurdan hat kirin ku jinê weke îradeyele serbixwe nas bikin û di nava her xebatê de cih bigirin.”
 
'PARASTINA JINÊN ÊZDÎ YEK JI ERKÊN NIŞTIMANÎ YE’ 
 
Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hat destnîşankirin ku ji bo parastina jinên êzdî divê li her çar parçeyên welat têkoşîneke hevpar bê dayîn. Parastina jinên êzdî weke erka hemû jinên kurd hat destnîşankirin. Ji ber ku birînên wan gelek kûr in. Pirsgirêkên wan hêj jî nehatine çareserkirin. Niha pêwîstî bi qanûnan heye. Loma erk û berpirsyariya hemû jinên kurde ku ji bo jinên êzidî bikevin nava liv û tevgerê. Azadkirina jinên êzdî weke erkekî niştimanî hat diyarkirin. Her wiha hat gotin ku divê jin ji bo parastina xak û niştiman xwedî yek helwestê bin û xwedî li destkeftiyên her çar parçeyan derkevin. Her wiha ji bo parastina mafên jinan mekanîzmayên zagon û qanûn bên avakirin. Bang hat kirin ku konferanseke neteweyî ya jinên kurd bê li dar xistin. Di vê konferansê de pirsgirêkên jinan bên nîqaşkirin. Biryar hat dayîn ku di têkoşînê de gavên radîkal bên avêtin. Pêwîstî pê heye ku em bi yêk dengî li hemberî vê desthilatdariyê bisekinin.”
 
MA / Zeynep Dûrgût