Kiliçdaroglu: Em li Enqereyê rûdinin û dibêjin çima gelê herêmê deng nade me

img
AMED - Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu îro hate Amedê. Kiliçdaroglu di serdanê de wiha got: “Haya min ji pirsgirêkên we heye. Ez ê teqez aştiyê bînim vî welatî. Em li Enqereyê rûdinin û dibêjin çima xelkê herêmê deng nade me.” 
 
Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di çarçoveya serdana xwe de şevê din hate Amedê. Kiliçdaroglu ji ewil çû serdana koma ku ji hêla Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ve hatiye birêxistinkirin û li pêşiya avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatiye civandin. Kiliçdaroglu, bi koma navborî re li Mala Mamosteyan civiya.
 
Di saetên serê sibehê de jî bi hevjîna Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî, Turkan Elçî, bi hevjîna Zubeyîr Akkoç ku bi cînayetên kiryarnediyar hatibû qetilkirin Nebahat Akkoç, hevjîna Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli, Zeynep Mizrakli û bi Ayşe Çelîk ku ji ber gotina “bila zarok nemirin” hatibû girtin re taştê xwar. Kiliçdaroglu piştre çû serdana esnafên Sûrê û ji wir jî beşdarî torena partiya xwe ya li Navenda Çandê ya Sezaî Karakoç bû. 
 
ÇIMA DENGÊ XWE NADIN ME!
 
Di torenê de Kiliçdaroglu wiha got: “Haya min ji pirsgirêkên we heye. Ez ê teqez aştî, aramî û biratiyê bînim vî welatî. Bedela wê çi dibe bila bibe lê pêdiviya me bi aramî, pêkvejiyanê, hembêzkirin û hevhelalkirinê heye. Ez ê vê pêk bînim. Partiya me gelek nayê herêmê. Em li Enqereyê rûniştin û digot; ‘çima dengê xwe nadin me.’ Lê heke tu dengan bixwazî, neçarî ku biçî serdanê û derdê hemwelatiyan guhdar bikî. Em ê li seranserî herêmê aştiyê serwer bikin. Dê ji pevçûnan dûr bikevin. Dema ez dibêm herêm, qala Rojhilata Navîn dikim. Em ê bi hev re di nava aramiyê de bijîn.” 
 
Kiliçdaroglu dê saet di 17.00’an de bi 4 kesên di darbeya 1980’an de li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê îşkence dîtibûn re hevdîtinê bike û sibe jî dê di civîna “Giftûgoyên Tîgrîsê” de bi rêxistinên civaka sivîl ên bajêr re bicive ku ji hêla Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) ve tê organîzekirin.