Sancar: Rêya rizgariyê di Tifaqa Demokrasiyê de ye

img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar da zanîn ku Tirkiye ber bi felaketekê ve tê birin û got: “Em ê xebatên xwe yên Tifaqa Demokrasiyê bileztir bikin. Rêya rizgariyê di Tifaqa Demokrasiyê de ye.” 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di komcivîna partiya xwe de axivî û mijarên di rojevê de nirxand. Sancar ewilî têkoşîna jinan silav kir û 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li tevahiya jinan pîroz kir. Sancar bal kişand ser têkoşîna jinan û got têkoşîn û berxwedana jinan rêya berxwedanê û têkoşînê nîşanî wan dide. 
 
‘DEMA MIJAR DIBE HDP, HEMÛ DIBIN YEK’ 
 
Sancar partiyên muxalefetê ku destek dan rakirina parêzbendiya parlamentera wan a Amedê Semra Guzel û got: “Jixwe em dijminatiya îktidarê ya li hember HDP’ê û jinan dizanin. Lê belê ev muxalefeta ku behsa neheqiyên îktidarê dike, dema mesele dibe HDP ew jî dibin şirîkên neheqiyên îktidarê. Ev yek nayê qebûlkirin. Rakirina parêzbendiya hêja Semra Guzel di heman demê de tê watiya zilma vê pergala ceberût ku çawa li ser partiya me dike. Em ê hemû bi hev re vê pergala zilmkar û zextkar biguherînin. Divê em polîtîkayên şerxwaz ên îktidarê bibînin û bi tifaqên xurt û têkoşînê bersivê bidin. Divê em li dijî vê zilma pergalê têkoşîna xwe mezin bikin û li dijî wê rabin.” 
 
TIFAQA DEMOKRASIYÊ 
 
Sancar bal kişand ser sazkirina Tifaqa Demokrasiyê û wiha got: “Ev demek e em van bangan dikin, lê hinek lêva xwe li hember bangên me xwar dikin, guhê xwe li hember bangên me digirin. Çimkî HDP wekheviyê, edaletê, nan, kedê, aştî û demokrasiyê ji vê civakê re dixwaze. Bangên me gelek girîngin û dixwaze agirê heyî bitefîne. Em ê bêwestan bangên xwe bidomînin. Em ê xebatên xwe bileztir bikin. Jixwe me bileztir kiriye jî. Ji bo em tifaqa demokrasiyê û bloka wê li her deverê ava bikin, em bernameyên xwe dixin meriyetê û em ber bi encamgirtinê ve diçin. Bila di vê mijarê de kes hêcet nîşan nede û mafê wan tune ye ku hêcetan nîşan jî bidin. Welat ber bi feleketekê ve dibin. Felaket tê mezinkirin. Fatûreyên biha li xelkê feqîr, kedkar, jinan û ciwanan tên birîn. Her beşên civakê her roja ku diçe bêtir têdigîhije ku rastiyek çawa li holê heye. Her roj bêtir ji vê rastiyê fam dike. Rêya rizgariyê di Tifaqa Demokrasiyê de ye.”
 
‘ÊDÎ XELK NAXAPE’ 
 
Sancar destnîşan kir ku Serokê Giştî yê AKP’ê hemû pirsgirêkan bi faktorên cuda ve girê dide û got: “Serokê AKP’ê nemaze geşedanên krîza aborî bi geşedanên derve ve girê dide. Qey tu yê bêjî tu berpirsiyariyek wan di tu tiştekî û pirsgirêkan de nîne. 20 sal in li ser îktidarê ne lê heta niha tu tiştek çareser nekirine. Çimkî dirûst nêz nabin. Hema tiştek bibe, sedema wê bi hêzên derve ve girê dide. Zen dikin ku wê civakê bi van derewan bixapînin, heke wisa zen bikin, wê bi awayek mezin xwe bixapînin. Êdî kes ji van derewan bawer nake. Xwe bi çi helal û paqij dikin. Şerê Ûkraynayê derket û dixwaze enflasyon û piyaseya Tirkiyê bi vî şerî derxe paqijiyê. Di şeva 31’ê kanûna 2021’an de zemên pir mezin hatin kirin. Qey gelo wê çaxê jî şerê Ûkraynayê hebû? Dixwazin wisa xwe ji her tiştî bêguneh bikin.”