Dê rakirina parêzbendiya Guzel li Meclisê bê nîqaşkirin

img

ENQERE - Biryara rakirina parêzbendiya parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel dê di Lijneya Giştî ya Meclisê de bê nîqaşkirin. Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç dê li şûna Guzel parastinê bike. 

Hevdîtinên ji bo rakirina parêzbendiya parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel ku bi sedema 2 fezlekeyan hatibûn destpêkirin, îro dê li Lijneya Giştî ya Meclisê berdewam bikin. Komîsyona Amadekar ku di 20’ê sibatê de ji hêla Komîsyona Têkel ve hate avakirin, ji bo “rakirina parêzbendiyê” ya Guzel raporek amade kir û di 8’ê sibatê de pêşkeşî komîsyonê kir. HDP’ê şerh danî ser vê raporê. Komîsyona Têkel ku ji endamên Komîsyona Edalet û Qanûna Bingehîn pêk tê jî di 17’ê sibatê de li Meclisê civiya. Di civînê de parlamenterê HDP’ê yê Êlihê û endamê Komîsyonê Rûştû Tiryakî parastina Guzel kir. 
 
KOMÎSYON BI BINPÊKIRINAN DEST PÊ KIR
 
Hevdîtinên Komîsyona Têkel ji çapemeniyê re girtî hatin kirin. HDP’ê di civînê de daxwaza nîqaşên rêbazê kir lê ev daxwaz ji hêla Serokê Komîsyonê Yûsûf Beyazit ku nû hatiye hilbijartin ve hate redkirin. Hevdîtinên li komîsyonê saet di 11.00’an de dest pê kirin û di 18.00’an de xelas bûn. Di encama hilbijartina endamên komîsyonê de, bi dengên AKP, MHP, CHP û ÎYÎ Partiyê biryar hat dayîn ku parêzbendiya Semra Guzel bê rakirin. 
 
DÊ SARÛHAN OLUÇ PARASTINÊ BIKE
 
Di hevdîtina Lijneya Giştî ya Meclisê de ku îro saet di 15.00’an de dest pê dike, dê fezlekeyên derheqê Guzel de û rapora komîsyonên amadekar û têkel bên nîqaşkirin. Mafê Guzel heye ku di Lijneya Giştî de parastina xwe bike lê hat zanîn ku li şûna Guzel dê Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç parastinê bike. Piştî civînên koman a li Meclisê jî dê hevdîtinên ji bo rakirina parêzbendiya Guzel dest pê bikin. 
 
DÊ PIRSGIRÊKA KURD BÊ NÎQAŞKIRIN
 
Serokwekîlê Koma HDP’ê Oluç dê di lijneyê de ji serdema Osmaniyan heta serdema Komarê, pirsgirêka kurd nîqaş bike. Her wiha pêvajoya çareseriyê û ya neçareserkirina pirsgirêka kurd a di serdema AKP’ê de û pêvajoya şer dê bi berfirehî binirxîne. 
 
HDP’Ê SALA 2016’AN BI BÎR XIST 
 
Parlamenterên HDP’ê biryara “rakirina parêzbendiyê” ku di sala 2016’an de bi xalekî demkî hatibû dayîn û li dijî HDP’ê veguherîbû operasyoneke qirkirina siyasî bi bîra muxalefetê anî. HDP ji partiyên muxalîf dixwaze ku nekevin dûv gotina “terorê” ya desthilatdariyê.