Mîthat Sancar: Yekitiya Neteweyî ferz e

img
ENQERE - Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar, di kongreya BDP'ê de diyar kir ku avakirina yekitiya neteweyî ya kurd berpisyariya DBP'ê ye û ev tişt got: "Li Tirkiyeyê aştî û demokrasî jî bi çareseriya pirsgirêka kurd pêk tê."
 
Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar, di 6’emin Kongreya Asayî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ku li Navenda Kongre û Çandê ya Nazim Hîkmet bi tevlêbûna hezaran kesan tê lidarxistin de axivî. Sancar, di axaftina xwe de li ser rola DBP’ê ya avakirina yekîtiya neteweyî û aştiyê rawestiya. Sancar, anî ziman ku heta aştî li Tirkiyeyê pêş nekeve demokrasî jî pêş nakeve û wiha got: "Aştî û demokrasî jî bi çareseriya pirsgirêka kurd pêk tê."
 
Axaftina Mîthat Sancar wiha ye: 
 
"Ez we hemuyan bi dilgermi silav dikim. Hûn hemû bi xêr hatin cê kongreya bi coş. DBP di tekoşîna demokrasiyê û aştiyê de xwedî cihekî taybet e. Niha kongreya 6’emîn dike. Ez bawer dikim ku dê bi hêzek mezin bimeşe. DBP di heman demê de pêkhateya HDP’ê ye. Wekî pêkhateyên din ên HDP’ê bi fedekarî û biryariyek mezin têkoşîna aştî û demokrasiyê dimeşîne. Ji ber vê yekê piştgiriyek mezin daye têkoşîna HDP’ê. Hebûna me, sazîbûna me  û meşa me li ser esasê pircure, pir bawerî, pir ziman û vîna xurt hatiye avakirin. Yekîtiya me bi hêza gel pêk tê. Li her derê û her demê li dijî mirinê, li dijî şer, hêza me ya herî mezin gelê me ye. DBP di nava HDP’ê de berpirsiyariyên taybet digire ser xwe. Yek jê jî berpirsiyariya Yekîtiya Neteweya Kurd e. Rolek mezin daye ser xwe û pêk tîne. Xebatên taybet ên DBP’ê hêjayî pîrozkirinê ye. Gelê kurd li her derê bi polîtîkayên înkar û polîtîkayên tecrîdê re bi rû ye. Rêveberên gel li dijî van polîtîkayan xebatên Yekîtiya Neteweyî pêş dixin. Li dijî polîtîkayên înkar û tecrîdê Yekîtiya Neteweyî mecbûrî û pir girîng e. Divê tu kes hincetan nîşan nede û ji bo yekîtiya neteweyî bi lez û bez berpirsiyariyê bidin ser xwe. Li Tirkiyeyê heta aştî pêk neyê demokrasî pêk nayê. Ji bo vê yekê jî divê pirsgirêka kurd bi rêya demokrasiyê çareser bibe.  Têkoşîna aştî ne tenê berpirsiyariya herêmekê ye. Werin em bi hevre ji bo aştiyê biqîrin. Aştî hema niha û li her derê lazim e. Li dijî têkoşîn û rêxistina me êrîşek pir mezin heye. Lê li dijî vê yekê vîn û baweriyek me ya pir xurt heye. Li girtîgehê hevalên me wekî dîlgirtiyên siyasî tên girtin. Têkoşîna azdiyê ji bo yekîtiya gelan têkoşînek nebe nabe ye. Têkoşîna azadiyê ji bo rûmeta gelê kurd nebe nebe. Têkoşîna azadiyê ji bo hemû hemû girtiyên siyasî bên berdan nebe nabe.  Em tu carî ji têkoşîna azadiyê tawîzê nadin. Em bi serbilindî meşa xwe ya aştî, demokrasî û azadiyê didomînin. Baweriya me tam e.
 
ESENGUL DEMÎR: RÊYA ÇARESERIYÊ DI ÎMRALIYÊ RE DERBAS DIBE
 
Piştî Sancar Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr jî axaftineke kir û ev tişt gotin: "Li Rûsyayê bi hezaran kesan li dijî şerê Ukrayna daketin qadan. Ev tenê li dijî şer derneketin qadan. Di heman demê de li dijî xizanî û tundiyê derketin qadan. Divê gelê Tirkiyeyê jî li dijî şer derkevin qadan û milê xwe bidin hev. Ji bo vê yekê divê fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên guhdarkirin. Birêz Ocalan li Îmraliyê di şertên giran ên tecrîdê de tên girtin. Ji ber ku hikûmeta Tirkiyeyê aştiyê naxwaze û şer dixwaze deriyê Îmraliyê digirin. Divê hemû karker, gelên bindest bêjin rêya aştî û çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe. Jiyan di berxwedanê re derbas dibe. Ji niha û şûnde berxwedana me dê bêtir mezin bibe û bidome. Dem dema azadiyê ye, dem dema serkeftinê ye.”
 
Kongre bi xwendina peyaman didome.