Bûldan ji Edeneyê bang kir: Yên winda bikin ne em in, Tirkiye ye

img
EDENE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan ku serdana Rêxistina Navçeya xwe ya Yûregîra rastî êrişê hat kir wiha got: “Bila kes nefikire ku em ê li dijî êrişan serî tewînin. Yên winda bikin ne em in, Tirkiye ye.”
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, serdana avahiya Rêxistina Navçeya xwe ya Yûregîra Edeneyê kir ku di 16’ê Sibatê de kesek an jî kesên nasnameya wan nediyar êrîşî wê kiribû. Bi hatina Bûldan re gelek kes li ber avahiya partiyê kom bûn û dirûşmeyên “Zordarî nikare me bêzar bike”, “Bi rik HDP bi rik azadî” û "Em natirsin, em bêdeng nabin, em îtaet nakin” berz kirin. Bûldan, li derveyî avahiya partiyê ya êrîş lê hate kirin axivî û diyar kir ku ew vê êrîşê bi nefret şermezar dikin û anî ziman ku dizanin ev êrîş ji aliyê kê ve hatiye organîzekirin.
 
‘LI PIŞT ÊRIŞAN HÊZEKE BI RÊXISTIN HEYE’
 
Bûldan, diyar kir ku bi êrişan dixwazin HDP’ê û xebatkarên wê bi tepisînin û wiha got: “Em hêzên li pişt van êrîşan baş nas dikin. Eger difikirin ku ew ê HDP’ê, me, xebatkarên partiya me, rêveberên me, gelê me bi van êrîşan bitirsînin, gelekî şaş in. Vaye bila bibînin; li hemberî her êrişê xwedî derketineke xurt, bi biryar û mezin heye. Belê, em dizanin kê ev êrîş organîze kirine. Em baş dizanin ku êrîş bi rêxistinî, bi zanebûn e û bi tena serê xwe nehatiye kirin. Em dizanin ku li pişt vê êrîşê hêzeke rêxistinbûyî heye.” Bûldan dubare kir ku êrîşên li hemberî avahiyên HDP’ê û endamên wê ji aliyê şexsekî yan jî sê kesan ve nehatine kirin.
 
‘BILA KES NEFIKIRE KU EV PARTÎ BÊ XWEDÎ YE’
 
Bûldan, destnîşan kir ku bila kes nefikire ku HDP bê xwedî ye û wiha berdewam kir: “Vîneke xurt li pişt me heye. Gelên Tirkiyeyê hene. Bila kes nefikire ku em ê li dijî êrişan serê xwe bitewînin. Di serî de gelê kurd gelên Tirkiyeyê bi salan e bi êrişan re rûbirû ne lê tu car serî netewandin. Berovajiyê wê em li dijî van êrişan mezin bûn.”
 
‘YA WINDA DIKE TIRKIYE YE’
 
Bûldan, bi lêv kir ku fatoreya êrişên li ser wan û partiya wan bi Tirkiyeyê re tên birîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yên winda bikin ne em in, Tirkiye ye. Ji ber wê yekê em ji kesên ku van êrişan pêk tînin, fermanan didin re dibêjin zirara van êrişan digihe Tirkiyeyê. Hewcehiya vî welatî bi aştî, demokrasiyê û edaletê heye. Em bi biryar in ku aştî, edalet, demokrasî û azadiyê bînin vî welatî.”
 
‘XWEDÎ DERKETINA WE PÊŞÎ LI ÊRIŞAN DIGIRE’
 
Bûldan bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Ez careke din ji ber xwedîderketinê spasiyên xwe yek bi yek pêşkeşî we dikim. Ev xwedî derketina we pêşî li êrişên ku biqewimin digire. Em partiyeke ku bi bedelên salane tên dayîn xwedî li têkoşînê derdikevin. Ji ber vê yekê em sipasiyên xwe pêşkeşî gelê Edeneyê dikin. Hûn her hebin.”