Tê payîn ku li komîsyonê dê Tiryakî li şûna Guzel parastinê bike

img
ENQERE - Ji bo rakirina destnedayîna parlamentera HDP’ê Semra Guzel, 2 fezleke hatibûn amadekirin û sibe dê derheqê fezlekeyan de li Komîsyona Têkel hevdîtin bê kirin. Tê payîn ku li şûna Guzel dê parlamenter Mehmet Rûştû Tiryakî parastinê bike. 
 
Derheqê parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel de 2 fezleke hatibûn amadekirin. Hevdîtinên ji bo rakirina destnedayîna Guzel dê sibe li Komîsyona Têkel bên kirin. 
 
Komîsyona Amadekar bi daxwaza “rakirina destnedayînê” raporek amade kir û pêşkeşî Komîsyona Têkel kiribûn ku endamên vê komîsyonê ji endamên Qanûna Bingehîn û Komîsyona Edaletê pêk tên. HDP’ê şerh danîbû ser raporê ku di 8’ê sibatê de pêşkeşî komîsyonê hatibû kirin. Komîsyonê, ji bo ku Guzel parastina xwe ya devkî û nivîskî bike, hefteyek dem dabû. 
 
TÊ PAYÎN KU TIRYAKÎ PARASTINÊ BIKE
 
Hat zanîn ku Guzel heta niha jî parastina xwe ya nivîskî radestî Komîsyona Têkel nekiriye. Her wiha li ser daxwaza Guzel, li ser navê wê dê parlamenterekî HDP’î di Komîsyona Têkel de parastinê bike. Tê payîn ku dê di Komîsyona Têkel de parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Rûştû Tiryakî li şûna Guzel parastinê bike. 
 
SIBE DICIVE 
 
Komîsyona Têkel dê sibe saet di 11.00’an de bicive. Piştî parastina Guzel, dê partiyên din jî nirxandinên xwe bikin. Piştî axaftinan jî dê ji bo rapora Komîsyona Amadekar deng bê dayîn. Heke rapor bê erêkirin, dê her du fezleke û rapor pêşkeşî Lijneya Giştî bên kirin. 
 
DÊ BIKARIN LI LIJNEYA GIŞTÎ JÎ PARASTINÊ BIKIN
 
Di Lijneya Giştî de jî heke Guzel bixwaze dikare parastina xwe ya devkî bike. Lê heke nexwaze ew bi xwe bike, dê rayeyê bide parlamenterekî HDP’ê ku li şûna wê parastinê bike. Piştî hevdîtinên li Lijneya Giştî, dê dengdayîn çê bibe û biryar bê dayîn bê ka destnedayîna Guzel dê were rakirin an na. 
 
MA / Bêrîvan Altan