Akgun: Erdogan di 3'ê mijaran de polîtîkaya alman dîl girtiye

img

STENBOL - Wekîla berê ya Partiya Civaka Demokrat a Alman (SPD) Lale Akgun, destnîşan kir ku Erdogan bi rêya tirk, bazirganiya çekan û penaberên li welat, polîtîkaya alman dîl girtiye.

Lale Akgun di navbera salên 2005 û 2009'an de di bin baneya Partiya Civaka Demokrat a Alman (SPD) de li Parlamentoya Federal a Almanyayê wekîltî kir. Akgun têkiliyên di navbera Tirkiye-Almanyayê, Yekitiya Ewropayê (YE) û mijara Denîz Yucel ê 18 sal ceza jêre dihat xwestin de nirxandin kirin.
 
Akgun da zanîn ku dema hûn li Tirkiyeyê bala xwe bidinê, wekî ku Tirkiye ji Almanyayê "xeyîdî" tê dîtin, lê dema li Almanyayê mêze dikin gelek cuda ye û wiha axivî: "Tirkiye bi rejîma Erdogan re gav bi gav ji demokrasiyê dûr dikeve. Bêguman ev yek bû sedema bertekên Almanyayê."
 
‘NÊRÎNA XWE YA TIRKIYEYÊ GUHERT’
 
Akgun bi lêv kir ku têkiliyên Tirkiye û Almanyayê berî derbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê jî ne baş bû û wiha axivî: "Nexweşiya di navbera wan de piştî Parlamentoya Alman Qirkirina Ermeniyan qebûl kir, dest pê kir. Piştre welatên YE'yê nehiştin AKP li ser axa wan mîtîngên hilbijartinê li dar bixe û Erdogan heqaret li Merkel kirin. OHAL'a ku pêkanînên wê naqedin, şêweyê pêkanîna referandumê, girtina hezaran mirovên li girtîgehê, bi sedhezaran mirovên ji kar avêtin û terkî sefaletê kirin... Zexta olî û neteweyî. Van hemûyna nêrîna li Tirkiyeyê gelekî xirab kir. Lê mêzekin, dema hûn dikevin malpera Wezareta Karê Derve ya alman, hûnê hişyariyên der barê serdanên Tirkiyeyê de bixwînin. Yanî dema hûn bixwazin biçin Tirkiyeyê, dê çi bê serê we behsa wê dikin. Ev jî tiştên baş nînin."
 
3 SEDEMÊN BÊDENGIYA ALMANYAYÊ HENE
 
Akgun 3 sedemên bêdengiya Almanyayê ya der barê jiyana azad û binpêkirinên mafan ên serdema OHAL'ê de li Tirkiyeyê derketin holê jî wiha parve kir: 
 
"Li Almanyayê qasî 3 milyon welatiyên Tirkiyeyê dijîn. Ji van hema bêje sedî 60 wî alîgirên Erdogan in. Hikumeta alman difikire alamiya navxweyî xirab bikin. Ya duyemîn; Almanya, bi Tirkiyeyê re têkiliyên aboriyê danîne û ji vê herî zêde alman sûdê digirin. Naxwaze vê bazarê winda bike. Dîsa li Almanyayê mijara herî girîng pirsgirêka penaberan e. Hemû siyasetmedar vê dizanin. Ev mijar an hilbijartinê qezenc dike, an jî winda dike. Di sala 2015'an de milyonek û nîv penaber hatin. Di vê navberê de bi Tirkiyeyê re peymanek hat çêkirin. Ji bo hêj zêdetir penaber neyên. Ev kozeke di destê Erdogan de ye. Bi vê polîtîkaya alman dîl girtiye."
 
‘BAZIRGANIYA ÇEKAN GIRÎNG E’
 
Akgun li ser bazirganiya çekan a di navbera her du welatan de jî rawestiya û wiha pê de çû: "Bazirganiya çekan her dem girîng e. Hem ji bo kirîner, hem ji bo firoşkar. Kes nikare vê înkar bike. Almanya di bazirganiya çekan de, di cîhanê de 3'yemîn e. Ez û kesên wekî min difikirin vê yekê şermezar dikin. Lê mixabin dema behsa pera dibe, herikîna avê disekine."
 
Akgun der barê firotina tangên leopar de jî axivî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hikumeta nû ava nekirine. Hukumeta demborî ji xwe gog avêtiye ber piyê hikumeta nû. Di vê mijarê de dibêje ku 'bila ew biryarê bidin' û xwe dide paş." 
 
‘NATO NE KÊFXWEŞ E’
 
Akgun derbirî ku piştî Tirkiyeyê pergala parastina hewayî ya S-400 ji Rûsyayê stand, NATO ji vê ne kêfxweş e û ev tişt anî ziman: "Ev rewş li Almanyayê, wekî provokasyona Erdogan dixwaze Tirkiyeyê ji NATO'yê bavêje tê fêmkirin. Yanî dê hem Tirkiyeyê ji NATO'yê bavêje, hem jî dê bêje 'Mêzekin me naxwazin, şermezar dikin' propagandayê bike."
 
‘DIVÊ YUCEL SERBEST BERDANA’
 
Akgun bi lêv kir ku di hevdîtinên navbera her du welatan de, Almanyayê di mijara Denîz Yucel de "nebe nabe" îlan kiriye û ev tişt got: "Tirkiye, dixwaze bi Almanyayê re tiştekî bike, divê Denîz Yucel serbest berda. Di warê Erdogan de rewş diyar e, di platformên enternasyonal de qet piştgirên wî neman. Rewşa aboriyê jî li holê ye, di bin van şertan de divê Denîz Yucel serbest berda."
 
‘LÊNÛSKA YE'YÊ HAT GIRTIN’
 
Akgun anî ziman ku hemû bêhiqûqiyên der barê Tirkiyeyê de nehatie ziman, ev mijar jî wiha nirxand: "Rewşa demokratîk a li Tirkiyeyê ew qas tevlihev e ku Almanya vê yekê pişt guh bike, bi karên xwe yên rojanere nikare eleqedar bibe. Yanî tu dizanî ku mafê mirovan hatiye binpêkirin, dest nede av û sabûnê têkiliyên xwe yên aborî, leşkerî û çandî dewam bike. Ev nayê qebûlkirin. Beşa zêde ya civaka Almanyayê jî vê qebûl nake."
 
Akgun, aşkera kir ku di warê Almanyayê de ketina Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê (YE) jî îdê nemaye û ew lênûsk hatiye girtin.
 
MA / Yasîn Kobulan