DBP bi gel re civiya: Em ê Ocalan azad bikin

img
ENQERE – Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê li Enqereyê di civîna gel de axivî, diyar kir ku bi rêxistinkirinê wê desthilatê têk bibin û wiha got: “Em ê azadiya Ocalan pêk bînin û demokrasiyê bînin Tirkiyeyê.”
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dê di 27’ê Sibatê bi dirûşmeya “Di civaka rêxistinkirî de ber bi jiyana azad ve” 6’emîn kongreya xwe pêk bîne. DBP’ê di çarçoveya amadekariyên kongreya xwe de li Dika Yilmaz Guney a li Enqereyê civîna gel li dar xist. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, rêveberên rêxistinên navend û navçeyan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Enqereyê û gelek kes beşdar bûn. 
 
Hevserokê Giştî Bayindir, yê di civînê de axivî, bal kişand ser geşedanên Rojhilata Navîn û wiha got: “3’yemîn şerê cîhanê diqewime. Êrişên mezin li gele kurd û têkoşîna wan tên kirin lê li pêşiya me firsendên mezin hene. Dewletên desthilat dixwazin bi pergalên xwe Rojhilata Navîn careke din dizayn bikin. Têkoşîna gele kurd a li Rojhilata Navîn li pêş dagirkeran weke astengeke mezin tê dîtin. Ji ber vê yekê hewl didin li pêş siyaseta me û têkoşîna me bibin asteng.”
 
HEDEF STATUYA KURDAN E
 
Bayindir, bi lêv kir ku dewletên serwer bi ser gele kurd planên xwe dixin meriyetê û wiha berdewam kir: “Li ser gelê kurd polîtîkayên qirêj tên bi rê ve birin. Gelê me bi têkoşîna xwe van lîstikan hemûyan xera dikin. Serê van lîstikan jî AKP cih digire. Statuya kurdan hedef digirin. Hewl didin hebûna xwe li ser tunebûna kurdan ava dikin. Em ê van lîstik û planan bi pêkanîna azadiya Birêz Ocalan vala derxînin.”
 
 
‘EM Ê BI TÊKOŞÎNA XWE DESTHILATÊ HILWEŞÎNIN’
 
Bayindir, anî ziman ku Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) dibe hevkarê polîtîkayên li dijî kurdan tên birêvebirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şûna ku kurd bibin yek û ji bo azadiyê têbikoşin, PDK îro li cem AKP’ê disekine. PDK bi piştevaniya polîtîkayê AKP’ê, dibe hevkarê dijminatiya kurdan. Me duh jî ev qebûl nekir em îro jî qebûl nakin. Li hemberî kesên li dijî kurdan em ê yekitiyê pêk bînin. Em ê bi hev re azadiyê pêk bînin.”
 
 
‘EM Ê DESTHILATÊ BIŞÎNIN’
 
Bayindir, bi lêv kir ku desthilata AKP’ê û MHP’ê bi qeyranên zêde welat ber bi kendalê ve dibe û wiha pê de çû: “Gel êdî li dijî qeyranan bêdeng namînin. Ev desthilat li her bajar, li her kolanan tê şermezarkirin. Êdî bi tu awayî nikarin desthilata xwe xelas bikin. Em ê bi hêza ji gel girtiye vê desthilatê bişînin. Em ê di sala 2022’yan de bi gel, bi têkoşîn û bi rêxistinkirina xwe vê desthilata faşîst bişînin.” 
 
‘EM DEYNDARÊ GELÊ XWE NE’
 
Bayindir, banga tevlîbûna kongreya ku dê 27’ê Sibatê de pêk bînin kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê ji 7 salî heta 70 salî li dijî faşîzmê têkoşîna xwe bilind bikin. Me bedelên mezin dan. Em deydandarên gelê xwe ne. Li dijÎ vê desthilatê li dijî vê hişmendiyê em ê têkoşîna xwe bilind bikin. Em ê azadiya Birêz Ocalan pêk bînin û demokrasiyê bînin Tirkiyeyê.”