Aydenîz: Rêya aştî û demokrasiyê di Îmraliyê re derbas dibe

img
WAN - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz bertek nîşanî êrişên Tirkiyê yên li ser Mexmûr, Şengal û Rojava da û got: “Rêya aştî û demokrasiyê di Îmraliyê re derbas dibe.” 
 
Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) a Bajarê Wanê bi rêveberên berê yên partiyên siyasî yên kurd re civînek li dar xist. Civîn li eywanek dawetê ya Wanê pêk hat. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Adyenîz, Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel, Hevserokên rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên Wanê û bi sedan kes beşdarî civînê bûn. 
 
Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyun axaftina destpêkê kir û got têkoşîna wê bi serkeftinê bi encam bibe. 
 
‘ME KEFEN LI XWE KIR Û PERGALA ÎNKARGER HILWEŞAND’ 
 
Parlamenterê HDP’3e yê Wanê Tayîp Temel jî diyar kir ku 40 sal in kurd li çar parçeyên Kurdistanê ji bo hebûna xwe têdikoşin û niha jî li çar parçeyên Kurdistanê gel li derdora Şoreşa Rojava bûye xelek. Temel got wan kefen li xwe kiriye û pergala înkarger hilweşandine. Temel anî ziman ku gelê kurd wê heta azadiyê li hember zîhniyeta faşîst li ber xwe bide û divê gelê kurd li dijî êrişên li ser Rojava, Mexmûr û Şengalê bibe yek û bi hev re tevger bike. 
 
‘GELO HÛN ALÎGIRÊ QIRKIRINA KURDAN E?
 
Temel anî ziman ku bloka faşîst a AKP û MHP’ê tecrîdek girankirî li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan birêve dibe û got: “Em bang li van partiyên pergalê dikin, Heke hûn hebûna gel kurd nas nekin, wê gelê kurd jî we nas neke. Em carek din dubare dikin, em wek HDP’ê dibêjin partiya me ne mecbûrî van tifaqan e, Rêya gelê kurd rêya sêyemîn e.” Temel bang li Nêçîrvan Barzanî yê ku bi Serokkomarê AKP’yî Erdogan re hevdîtin pêk anî kir û got: “Gelo tu alîgirê qirkirina gelê kurd î? Di vê mijarê de zelal bin. Ev dixwazin sed salên din jî kurdan bikin kole. Lê çi dibe bila bibe serkeftin a me ye û em ê hemû bi hev re bigihîjin serkeftinê.” 
 
‘WÊ KURD XWEDÎ LI DESTKEFTIYÊN XWE DERKEVIN’ 
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî destnîşan kir ku gelê kurd sed sal in li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê li ber xwe dide û got: “Îktidarê îro xwe bi bijminatiya gelê kurd dîzayn kiriye. Gelê kurd di van 40 salên dawî de destekftiyên mezin bi dest xist û wê xwedî li destkeftiyên xwe derkeve. Gelê kurd wê têkoşîn û berxwedana xwe hin mezintir bike.” 
 
‘RÊIYA AŞTIYÊ DI ÎMRALIYÊ RE DERBAS DIBE’ 
 
Aydenîz anî ziman ku dijminatiya li hemberî gelê kurd zemîna xwe ji tecrîdê digire û wiha axivî: “23 sal in li ser birêz Ocalan tecrîd berdewam dike. Ji bo dinya, Rojhilata Navîn û Tirkiye ji şer û aloziyan derkeve tenê birêz Ocalan pêşniyaza aştiyê dike. Ji bo paradîgmaya birêz Ocalan azad bibe li Amerîka, Ewropa, Afrîkayê kampanya tên birêvebirin û ev kampanya gerdûnî dibe. Heta ev tecrîd bi dawî bibe û birêz Ocalan bigihîje azadiya xwe wê têkoşîna gelê me berdewam bike. Rêya aştiyê û demokrasiyê di Îmraliyê re derbas dibe.” 
 
‘CEZAEVLERİ İŞKENCEHANEYE DÖNDÜ’
 
Aydenîz bal kişand ser binpêkirinên mafan, îşkence û mirinên li girtîgehan û got: “Girtîgeh veguherîne îşkencexaneyan. Dixwazin îradeya girtiyên kurd ku dîl hatine girtin, bişikînin. Wê jin û ciwean her bibin deng û piştevanên girtiyan.” 
 
‘HÛNÊ LI BER DÎROKÊ HESAB BIDIN’
 
Aydenîz bertek nîşanî êrişên li ser Şengal, Mexmûr û Rojavayê Kurdistanê da û wiha got: “Yên ku çend sal berê digotin, ‘Kobanê ket û wa dikeve’ hêviya xwe bi DAIŞ’ê re girê dane. Li Hesekê gelê me carek din DAIŞ’ê têk bir. Yên ku hêviya xwe bi DAIŞ’ê ve girêdane, hêviya wan di qirika wan de ma. Ev kesên ku wisa hêvîdar bûn niha jî êrişî destkeftiyên gelê kurd dikin. Dixwazin bi van êrişan azadiya gelê kurd asteng bikin. Em ê wek gelê kurd li dijî her cûre êrişan têkoşîna xwe bidomînin. Wêneyê Nêçîran Barzanî yê li Qesra Erdogan ne ji bo parastina destkeftiyên gelê kurd bû, ji bo têkbirina têkbirina têkoşîna gelê kurd bû. Em li vir bang li PDK’ê dikin; helwestek Kurdistanî nîşan bidin, hûnê ji bo wî wêneyê bi wan polîtîkayên wan qetlîamkar re li ber dîrokê hesab bidin.” 
 
Piştî axaftinan civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.