ENQERE - Siyasetmedarê kurd Sirri Sakik ê bersiva gotina Serokê Giştî yê CHP’ê Kiliçdaroglû ya “Rêya demokrasiyê di Amedê de derbas dibe” da û bi lêv kir ku xwediyên pêşniyarên çareseriyê yên ser pirsgirêka kurd, divê peymana civakî îmze bikin.
Di demeke ku pêşhilbijartin di rojevê de û hevdîtinên partiyên eniya muxalefetê yên derbarê tifaqê didomin de, hin axaftinên Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû çêbûn. Kiliçdaroglû, di serdana Partiya DEVA’yê de diyar kiribû ku wê di 27’ê Çileyê de biçe Amedê û wiha gotibû: “Ez teqez bawerî bi vê yekê tînim. Heke demokrasî were vî welatî, demokrasî pêk were, heke herkes ji ber nasname û baweriya xwe tune neyê hesibandin rêya vê di Amedê de derbas dibe. Ez ê vê ji Amediyan re bêjim û ez ê ji dil pirsên wan bibersivînim.” Lê Kiliçdaroglû ragihand ku ji ber şertên hewayê serdana xwe taloq kiriye.
Gotina Kiliçdaroglû ya “Rêya demokrasiye di Amedê de derbas dibe”, gotina siyasetmedarên berê rêya wan di Amedê de derbas dibû û berovajiyê gotinên xwe tevgeriyan bi bîr xist.
‘EM RASTIYA KURD NAS DIKIN’
Serokwezîrê Demê Suleyman Demîrel ê di dema desthilata Partiya Gelparêz a Sosyal Demokrat (SHP) û CHP’ê de di sala 1991’an de bi Erdal Înonu re li Amedê mîtîng li dar xistibû gotibû “Em rastiya kurd nas dikin. Ji kesên dibêjin ez kurd im re nebêjin ‘nexêr tu ne kurdî’. Nasnameya kurd a ez dibêjim eve.” Pêvajoya piştî wê ya di pêvajoya pirsgirêka kurd de şerê qirêj dest pê kiribû.
‘ENDAMTIYA YE’YÊ DI AMEDÊ DE DERBAS DIBE’
Serokê Giştî yê ANAP’ê Mesût Yilmaz jî di 16’ê Kanûna 1999’an de dema cîgirê serokwezîr bû rêya wî ketibû Amedê wiha gotibû “Divê em ji xeletiyên xwe yên berê dersê bigirin û heman xelatiyan dubare nekin. Rêya endamtiya Yekitiya Ewropayê (YE) di Amedê de derbas dibe.” Ev gotin tu caran nebûn polîtîkaya desthilatê.
JI ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKÊ BER BI ÎNKARKIRINÊ VE
Di sala 2005’an de jî rêya Serokwezîrê Demê Tayîp Erdogan ê AKP’yî kete Amedê. Erdogan, di axaftina xwe ya di meha Tebaxê ya li Amedê de wiha gotibû: “Em ê pirsgirêka kurd weke pirsgirêkên din di çarçoveya makeqanûnê de çareser bikin.” Heman Erdogan di sala 2006’an de neçe Amedê jî ji bo Amedê fermana “jin jî be zarok jî be çi pêwîst be dê were kirin” dabû û di çalakiyên kolanan de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dabû. Erdogan ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de di Hezîrana 2018’an de li Amedê beşdarî mîtîngê bûbû wiha gotibû: “Em nabêjin kurd nînin, em ji hişmendiya ku kurdan weke pirsgirêk dibînin re dibêjin pirsgirêka kurd nîne.”
'EM Ê BI HEV RE BIMEŞIN'
Serokwezîrê Demê Ahmet Davûtoglû yê di Çileya 2015’an de li kongreya AKP’ê ya Amedê axivî jî têkildarî pêvajoya çareseriyê peyamên biryardariyê dabûn û wiha gotibû: “Em ê li kolanên Amedê bi hev re bimeşin. Pevajoya çareseriyê hewldaneke konjokturel nîne. Ne tişteke ku ji bo hilbijartinê winda bikin an jî qezenc bikin e.” Lê gotinên Davûtoglû yê ji AKP’ê veqetiya jî vala derketin.
‘CIHÊN WE LIHEVNEKIRIN JÎ EM Ê ÇARERSER BIKIN’
Rêya Mûharrem Înce yê dema ji CHP’ê namzetê Serokkomariyê bû jî di sala 2018’an de di Amedê de derbas bû. Înceyê beriya hilbijartinê di mîtînga Amedê de pêşniyarên çareseriyê kiribûn wiha gotibû: “Yek: Kurd dixwazin wan rûmetyar bikin. Em ê vê bikin. Du: Derew nînin, hevdîtinên veşartî nînin. Cihê çareseriyê Meclîs e. Sê: Dema ez bûm serokkomar ez ê qenaleke TRT’yê ji vî karî re veqetînim, wê pirsgirêka ziman niqaş bike. Ez dizanim hûn di nava xwe de jî li hev nakin. Cihên hûn li hev dikin min jî binivîsin. Cihên hûn lihevnakin jî em ê çareser bikin.”
KIRPANDINA ‘KURDISTANÊ’
Di sala 2019’an de jî Serokê Giştî yê AKP’ê Bînalî Yildirim beriya hilbijartinên 23’yê Hezîranê di mîtînga li Amedê li dar xist de di encama pêdiviya wî ya piştgiriya kurdan de cara ewil peyva “Kurdistanê” bi lêv kir. Yildirim, ê di sala 2016’an de gotinên “pirsgirêka kurd nîne” diparast, vê carê jî wiha gotibû: “Dema Gazî Mûstafa Kemal Ataturk da têkoşîna Îstîklalê bide destpêkirin li Enqereyê Meclîs kom kiribû, di nava nûnerên gel de mebûsên Kurdistanê jî yên Lazîstanê jî hebûn. Ji her derê Anatoliyê nûner hebûn. Em ê destûrê nedin kesên ku dixwazin biratiya me xerab bikin.”
‘PEYMANA CIVAKÎ’
Siyasetmedarê kurd Sirri Sakik, gotinên Kiliçdaroglû û gotinên derbarê pirsgirêka kurd û çareserkirina wê de heta niha hatine gotin û nehatine pêkanîn nirxandin.
Sakik, diyar kir ku heta niha gelek siyasetmedaran li ser siyaset kurd gotinên wisa kirine û ji bo pêkanîna gotinan gavên bi biryar nehatine avêtin. Sakik, destnîşan kir ku divê korîdorên Enqereyê de ev gotin winda nebin û wiha got: “Ji berê heta niha ev gotin her tim hatin gotin. Ji aktorên siyasî bigirin heta Serokkomar û serokwezîran gelek siyasetmedaran li Enqereyê gotinên xwe pêk neanîn. Ji ber wê em dibêjin ku divê peymaneke civakî îmze bikin. Divê bejin ‘dema em bûn desthilat em bi qanûnan û di makeqanûnê de hebûna kurdan qebûl bikin’ heke ev bên kirin wê pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê werin çareserkirin.”
‘GIRÎNGE KU XWEDÎ LI SOZAN DERKEVIN’
Sakik, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê di bingeha hemû pirsgirêkan de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye û wiha axivî: “Dema sozên li Amedê hatine dayîn hatiye ku bibin Meclîsê. Girînge ku sozên hatine dayîn veguhêzin Enqereyê. Xwedî derketina wan sozan peywîra siyasetmedaran e. Dema ev pêk hatin wê gelê me jî gavên pêwist biaveje. Bila neyê ji bîr kirin ku xwedî nasnameyê bûyîn ne qenciyeke, mafekî bingehîn e.”
MA / Berna Kîşîn