Bayindir: Kurd tenê dê guhdariya Ocalan bikin

img

AMED - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê gotinên Serokê Giştî yê AKP’ê Tayîp Erdogan ên derbarê Ocalan ê li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin weke “îfadeya hilweşînê” penase kir, wiha got: “Gelê kurd tenê dê guhdariya Ocalan bike.”

Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 23 sal in di Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de di bin tecrîdeke girankirî de tê ragirtin, 10 meh in tu agahî nayên girtin. Tevî hemû serlêdanên malbat û parêzerên wî jî hevdîtin pêk nayê. Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan di komcivîna partiya xwe ya di 12’ê Çileyê de gotibû “Ew ê li Edîrneyê dê hesaba mezin bide yê li Îmraliyê.” Gelek aliyan bertek nîşanî gotinên Erdogan dan. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir ê ev gotinên Erdogan ji ajansa me re nirxandin wiha got: “Ev gotin îfadeya hilweşînê ne.”
 
 
 
Bayindir, destnîşan kir ku Erdogan bi van gotinan dixwaze mejiyê civakê tevlîhev bike û wiha got: “Em penasekirina wî ya bi vî awayî ya Birêz Demîrtaş ê ku aktorekî girîng ê siyaseta demokratîk e û Serokê Gelê Kurd Birêz Ocalan, weke ku li dijî gelê kurd, siyaseta kurd û siyaseta demokratîk binkeftin dinirxînin.”
 
‘GELÊ KURD TENÊ DÊ OCALAN GUHDAR BIKE’
 
Bayindir, destnîşan kir ku gelê kurd di gotinên li ser tevgera kurd de tenê Ocalan guhdar dike û wiha berdewam kir: “Gelê kurd naxwaze ji devê Erdogan dixwaza ji devê Ocalan bixwe gotinan guhdar bike. Axaftinên Erdogan ên bi vî şiklî ji aliyê gelê kurd ve nikare bibe mijara nirxandinê jî. Ji ber vê yeke heke nirxandin, tespît û pêşniyarên ser pirsgirêka Tirkiye û kurd bixwazin bizanin divê ewil tecrîda bê navber li ser Birêz Ocalan tê pêkanîn bê bidawîkirin û fikrên wî bi me, gelê me û raya giştî bixwe re werin parvekirin. Ji vir ji desthilata AKP’ê û MHP’ê re tu tişt dernakeve. Gotinên ji bilî Birêz Ocalan bi taybetî ji aliyê desthilatê ve tên kirin ne em ne gelê me tu qîmetê nadinê.”
 
‘YEKANE HÊZ OCALAN E’
 
Bayindir, da zanîn ku hemû gelên Rojhilata Navîn dizanin ku di çareseriya pirsgirêka kurd de yekane hêz Ocalan e û bi lêv kir ku divê ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê demildest bi Ocalan re hevdîtin werin kirin.
 
Bayindir, anî ziman ku polîtîkayên kûrkirina tecrîdê yên desthilatê faturayeke mezin ji civakê re derxist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke tecrîd were kûrkirin wê pêvajoyeke ku kes ji me nizane dê çi bibe dest pê bike. Polîtîkayên şer û tecrîdê, dê AKP’ê û MHP’ê biqedîne. Desthilata hem li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn neserkeftî ye dixwaze bi van gotinan li ser Îmraliyê nêzîkî gele kurd bibe. Ev jî hesabên hilbijartinê ne. Lê elbet di serî de Birêz Ocalan ne gelê kurd ne jî siyaseta kurd wê nekeve vê kemînê. Hewldanên Erdogan ên di vê mijarê de pûç in. Heke aqil û siyaseta dewletê bixwaze ji vê neçareseriyê derkeve divê tecrîda ser Birêz Ocalan were rakirin, pêşî li hevdîtina bi malbat û parêzerên wî re were vekirin û fikren wî bi rayagiştî re bên parvekirin. Ji ber ku wê tespît û nirxandinên Birêz Ocalan ji bo civaka Tirkiyeyê û dmeokrasiyê baş bin.”
 
‘DIVÊ SAZIYÊN ME YÊN SIYASÎ ESAS BÊN GIRTIN’
 
Bayindir, da zanîn ku di serdemeke ji pîvanên exlakî û polîtîk pêpar de derbas dibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber vê yeke di serî de Birêz Ocalan divê nirxandinên saziyên me yên siyasî esas bên girtin û şopandin.”
 
MA / Ergîn Çağlar