Li Amedê rêxistinên girseyî kom bûn: Em dikarin bi hev re pirsgirêkan çareser bikin

img
AMED - Hevserokên HDP’ê yên li Amedê bi rêxistinên girseyî yên demokratîk re hatin gelhev, diyar kirin ku tê xwestin ku bajêr bê nasname bihêlin û wiha gotin: “Qeyûm nikare ji birînên civakê re bibin derman. Em bi yekitiyê dikarin ji pirsgirêkên civakê re bibin derman.”
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bajarê Amedê bi rêxistinên girseyî yên demokratîk û rêxistinên sivîl ên bajêr re hat cem hev. Di civîna ku li oteleke li bajêr pêk hat de gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulistan Atasoy a di civînê de axivî.
 
 
Di civînê de ewilî Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy axivî û destnîşan kir ku kaosa li Tirkiyeyê her ku diçe kûr dibe û wiha got: “Di van şert û mercên ku em di nav de derbas dibin de em bêtir alozî û kaosên di nav Tirkiyeyê bêhtir dibînin û dişopînin. Pêvajoya siyasî ku em têde derbas dibin bi her cûreyê zext û tundiyê re rûbirû tên. Li herêmê konseptên şer ên taybet tên meşandin. Amed jî yek ji wan bajarê ku tê xwestin bi polîtîkayên şer ên qirêj ji xwebûna xwe dûr bikeve. Em dixwazin îro têkildarî van alozî û pirsgirêkên Tirkiye û herêmê li vir nîqaş bikin.”
 
‘BI RÊXISTIN Û TÊKOŞÎNÊ EM Ê FAŞÎZMÊ TÊK BIBIN’
 
Atasoy destnîşan kir ku bi saetan pesnê Amedê bê dayîn têr nake û axivî: “Ji bo ku mirov bajarekî girîng bike divê mirov li dîroka wê binêre. Sîstem hewl dide ku li cihê ku nikaribe serdest bibe dihelîne. Em niha mînakek şênber a vê rewşê dijîn. Her wiha tecrîda ku li Girtîgeha Îmraliyê dest pê kir, niha li hemû girtîgehan belav bûye. Her heftê cenazeyek ji girtîgehan derdikeve. Pêdiviya me bi siyaseteke demokratîk heye. Bi hatina cem hev em dikarin vê tiştî pêk bînin. Em dizanin ku siyaseta faşîzmê nikare pirsgirêkên civakê çareser bike. Lê belê em ê bi rêxistin û têkoşîna xwe faşîzmê têk bibin.”
 
CEYLAN: HEMÛ TIRKIYE WINDA DIKE
 
Pişt re Hevserokê HDP’a Amedê Zeyat Ceylan axivî. Ceylan, diyar kir ku tiştên saziyên sivîl ên civakî, rewşenbîr û nivîskar dijîn wijdan û bîra vî bajarî ne û wiha got: “Ji ber vê yekê qada hûn temsîl dikin gelek girîng e. Bîr û dîroka bajêr e. Em di pêvajoyeke ku desthilat dixwaze pirsgirêka kurd bi rêbazên  şer çareser bike de derbas dibin. Kuştin, faşîzm û zext… Van rêbazan windahiyên mezin dan jiyîn. Tenê ne bi kurdan bi hemû civaka Tirkiyeyê da winda kirin.”
 
‘DEMA JI FAŞÎZMÊ RE BÊJIN BESE YE’
 
Ceylan, bi lêv kir ku di mijarên weke aborî, edalet û hiqûqê de kêmasiya diyarkirina pirsgirêkan heye û wiha berdewam kir: “Divê em teşhîsa siyaseta demokratîk rast bikin. Heke em van rê û rêbazên qirêj teşhîr nekin wê encam girtin zor û dirêj bibe. Divê em êdî ji vê zilm, bêedaletî, bêhiqûqî û terbiyekirina civakê ya bi birçîtiyê re bêjin bes. Dem dema hatina gelhev a siyaseta demokratîk, saziyên sivîl ên civakî, rewşenbîr û nivîskaran e. Encax bi vî awayî em dikarin bikevin pêş zilm û zextên desthilatê.”
 
‘PÊWÎSTÎ BI YEKITIYÊ HEYE’
 
Ceylan, bi lêv kir ku tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê hatiye destpêkirin, belavî hemû girtîgehan bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dixwazin me hemûya biavejin zindanan. Ji bo ku em ji van şertan xelas bibin pêwistî bi yekitiyê heye. Pêwistî bi yekitiya siyaseta demokratîk û rêxistinên sivîl ên civakî heye. Em dikarin bi vî awayî ji pirsgirêkên civakê re bibin derman.”
 
Ceylan, bal kişand ku li bajêr lîstikên qirêj tên lîstin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dixwazin zextê li saziyên sivîl ên civakî û siyasetê bikin. Di heman demê de dixwazin bi nasnameya bajêr bilîzin. Bênasnametiyê li Amedê ferz dikin. Em ji kesên di vê siyaseta qirêj û zîhniyeta qeyûm de israr dikin re dibêjin, 'em ê zîhniyeta qeyûm û Şark İslahatê têk bibin'. Em ê jiyanek wekhev û azad ava bikin.”
 
Civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.