Ji siyasetmedarê Fransî berteka ji bo Efrînê: Şermezar dikim

img

ENQERE - Sekreterê Giştî yê Partiya Komînîst a Fransayê Pierre Lauret di kongreya HDP'ê de axivî û ev tişt got: "Em mudaxaleya li dijî Efrînê şermezar dikin. Ji bo li Fransa û Ewropayê jî bê şermezarkirin, emê têkoşînê bidin."

Kongreya HDP'ê ya bi beşdarbûna hezaran kesî dest pê kir, dewam dike. Di kongreyê de peyam tên xwendin û axaftin tên kirin.
 
Malbata Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç, malbata Taybet Înan, malbatên têkoşerên li Rojava jiyana xwe ji dest dan ên wekî Azîz Guler, Bedrettîn Akdenîz, malşbata Ahmet Atakan ê li Geziyê jiyana xwe ji dest da û malbatên Pirsûsê beşdarî kongreyê bûn.
 
WALÎTIYÊ DAXUYANÎ DA
 
Di vê navberê de Waliyê Enqereyê Ercan Topaca daxuyanî da rojnamegeran û da zanîn ku li hundurê salonê 4 hezar û 500, li derve jî 4hezar û 500 bi giştî 9 hezar kes beşdarî kongreyê bûne. Lê ruxmê VIP, loca û trîbunên portatîf ne têde, hejmara salonê 10 hezar re. Li gel hemû beşên salonê tijê bûn jî û li der ve jî bi hezaran kes li hev kombûn jî, daxuyaniya walî gelekî bal kişand.
 
PEYAMÊN PDK, PYD Û DBP HATIN XWENDIN
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel ji kongreyê re peyam şand. Peyama Tuncel Wekîla HDP'ê Meral Daniş Beştaş xwend. Peyama Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanîn jî di kongreyê de hat xwendin. Barzanî di peyama xwe de da zanîn ku ji ber rewşên heyî wî nikaribûye beşdaî kongreyê bibe û serkeftin xwest. Dîsa ji Rojava PYD'ê peyam ji kongreyê re şand û serkeftin xwest.
 
KESÊN DI BIN ÇAVAN DE PEYAM ŞANDIN
 
Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu, berdevkên Partiyha Pêşeroja Çep û Keskan Nacî Sonmez û Eylem Tuncaellî yên berî du rojan hatin binçavkirin û anîn Enqereye, peyamek ji kongreyê re şandin. 
 
LAURENT: EM MUDAXALEYA LI DIJÎ EFRÎNÊ ŞERMEZAR DIKIE
 
Piştî xwendina peyaman Sekreterê Partiya Komînîst a Fransayê Pierre Laurent axaftinek kir.
 
Laurent ev tişt anî ziman: “Li ser navê Partiya Komînîst a Fransayê ez ji we re peyameke biratiyê parve dikim. Ez dizanim ku têkoşîna wan gelekî zehmet e. Lê piştririya me ji bo we tam e. Dê piştgiriya me heta ku hûn bi ser kevin berdewam bike. Têkoşîna we li her derê olan dide. Li tevahiya Ewropayê olan dide. Em hêstên xwe yên piştgiriyê di anîna ziman de zehmetiyan dikişînin. Em ji rêveber, hevserokên we yên girtî re silav û hurmetên xwe dişînin. Ez dixwazim vê bêjim; Em ê li Fransayê têkoşînê dewam bikin. Heta rastiya Komkujiya Parîsê derkeve holê emê tê bikoşin.
 
Em bi zimanekî teqes mudaxaleya li dijî Efrînê şermezar dikin. Ji bo li Fransa û Ewropayê bê şermezarkirin emê têkoşîna xwe bidin. Ez têkoşîna we silav dikim, hûn ji bo me mînak in."
 
MICHELS: DAXWAZÊN WE KOLMA ÇEPGIRAN E
 
Endama Die Link a Parlamentoya Ewropayê Martina Michels jî ev tişt anî ziman: "Ruxmê hemû astengiyan we ev salon tije kiriye û ev kelecanê dide. Li vî welatî hin kes temhulî we nake; lê em li gel berxwedana we ne. Emê îro şûn ve jî li gel we bin. Li vê herêmê gel xwedî wî mafî ne ku pêşeroja xwe diyar bikin. Daxwaza we li Parlamentoya Ewropayê jî daxwaza kolma çep e. Şer ne çareserî ye, tekane çareserî aştî ye. Kesî di şer de qezenc nekiriye, dê îro şûn ve jî qezenc neke. Dê aştî bi ser keve. Ev welat ne pêkane bibe welatê yek zilamî, welatekî dixwaze bibe xwediyê azadiyê, li gel we ye." Michels got ku "Emê Tahîr Elçî jî ji bîr nekin" û destnîşan kir ku ew qebûl nakin welatên Ewropayê çekan ji Tirkiyeyê re bişînin.
 
Kongre bi axaftinên beşdarvanan dewam dike.