Rengê gelan li kontgreya HDP'ê ne: Kêfxweşiya ji bo Ocalan zêde ye

img

ENQERE – Kongreya HDP'ê ya ku bi hezaran kes beşdar bûn, ji bo dîwanê ji baweriyên cuda kesayetî hatin bilbijartin. Gotinên Sirri Sureyya Oncer ên wekî "Ez mîmarê aştiyê Birêz Ocalan silav dikim" bi çepikek xurt hat silavkirin.

Bi hezaran kes bi ruhê "hêvî û wêrekiyê" tev li kongreya HDP'ê bûn. Kongreya ku bi hezaran kes beşdar bûn de, bi anonsa "Hûn bi xêr hatin" a bi zimanê kurdî dest pê kir.
 
JI HER BAWERIYÊ KESAYETIYAN DI DÎWANÊ DE CIH GIR
 
Ji bo hevserokatiya dîwanê Sirri Sureyya Onder û Meral Dakiş Beştaş hatin hilbijartin, ji bo endamtiyê Feleknas Uca, Garo Paylan û Muslum Dogan hatin hilbijartin. Kesên ji bo hevserokatiya dîwanê û endamtiyê hatin hilbijartin, ji baweriyên cuda pêk tên.
 
Piştî hilbijartina dîwanê, ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, rêzgirtin pêk hat. Piştî rêzgirtinê bi hezaran kes bi yek dengî "Çerxa Şoreşê" xwend.
 
KESÊN DIGOTIN DÊ KONGREYÊ PÊK NEYNIN, BI BERSIV
 
Meral Daniş Beştaş bi kurdî beşdarvanên li çar aliyê Kurdistan û Tirkiyeyê hatin silav kir û ev tişt got: "Heta niha digotin ku dê HDP kongreyê berhev neke. Lê ev salon bersiva herî xurt e. Em îro li dijî faşîzm zilmê bi hev re ne. Ji duh ve ji bo pêşî li kongreyê bigirin her tişt kirin. Tişta ku nekirin nema. Lê nikaribûn hatina we asteng bikin. Ji bo wê keda we pîroz e. Hûn dîsa bi xêr hatin."
 
SILAVA JI BO OCALAN GEL RAKIR PIYA
 
Sirri Sureyya Onder bi gotinên wekî "Hûn bi xêr hatin vê hevgirtinê. We şeref da vê şahiya azadî û aştiyê" dest bi axaftina xwe kir.
 
Onder, ev tişt anî ziman: “Kêngê pêwîstî pê hebe zarokên xwe jî di pêçekê de dihêlin û ji bo aştî û azadiyê têkoşînê dimeşînin. Silav ji were û silav ji berdevkê we re. Ez ji hevserok û hevşaredarênj me yên ku bi zordarî digirtîgehê de wan digirin re silav û hezkrinên xwe dişînim. Ew ala ku wan dewrî me kir, heta careke din dewrî wan bikin, emê têkoşîna xwe dewam bikin."
 
Gotinên Onder ên wekî "Ez bi hurmet mîmarê aştiyê Birêz Ocalan silav dikim" beşdarvan gelekî kêvxwş kir û gel bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" bersiv da silavên Onder.
 
32 HEZAR KES BEŞDAR BÛ 
 
Onder di dewama axaftinên xwe de got ku "A niha ji hundur û derve 32 hezar kes beşdarî kongreyê bûye" û kêfxweşiya xwe bi gel re parve kir.
 
Wekîla Amedê ya bi eslê xwe êzidî Feleknas Uca, bi kurdî, almanî, ermenîkî û îngîlîzî jî di nav de ji 15 zimanên cuda ji beşdarvanan re got "Hûn bi xêr hatine."