Gunay: Bi karesata rêveberiyê re welat veguherî cîhê agir

img

ENQERE - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, bal kişand ser karesatên lehî û şewatên li welat rû didin û got: “Karesata ekolojiyê bi karesata rêveberiyê re bûne yek û welat veguherandin cihê agir.” 

 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, civîna xwe ya çapemeniyê ya heftane li Navenda Giştî ya partiya xwe li dar xist. Gunay, behsa lehî û şewatên li welat rû didin kir û wiha got: “Mixabin, mirovahî hem bi pandemiyê re û hem jî bi karesatên ekolojîk re mijûl dibe. Li aliyekê karesata lehiyê û li aliyê din jî, şewatên daristanan dewam dikin.
 
7 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN
 
Şewat piştî wêranî û hilweşandinek mezin hatin vemirandin. Di van şewatan de 7 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Em dibêjin rehma Xwedê li wan û sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin. Di heman demê de bi deh hezaran daristan şewitîn û bi sedhezaran zindî jiyana xwe ji dest dan. Em bi karesateke ekolojîk re rû bir û ne. Karesata ekolojîk bi karesata rêveberiyê re bûn yek û welat veguherandin cihê agir. Ev hemû windahî mîrata hevpar a ne tenê vê axê, di heman demê de malbata mezin a tevahiya mirovî ye.
 
POLÎTÎKAYÊN ŞER Û TECRÎDÊ
 
Weke ku tê zanîn Tirkiye bi xwe ne hatiye vê astê. Ev hemû ji ber polîtîkayên şer û tecrîda heyî ne. Birêz Abdullah Ocalan, bi salane rastî pêkanînên keyfî û dijmirovahî tê. Di pergala Îmraliyê de, dibin şert û mercên tecrîdek girtan de tê girtin. Ev 5 salin Ocalan dibin tecrîdek daîmî de ye û Tirkiyeyê jî îro di vê rewşa hilweşandinê de ye. Îşkenceya li Îmraliyê dewam dike, bûye navê rejîmeke totalîter. Girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de, ji bo ku tecrîda daîmî rabe, di greva birçîbûnê de ne. Ji ber vê êriş, gef, darb, lêgerînên tazî, zext, muameleyên xirab, îşkence û cezayên disîplînê yên li dijî girtiyan zêde bûne.   
 
Em pirs dikin ku gelo agahiya wezareta dadê ji van binpêkirinên mafan heye? Gelo ev pêkanînên keyfî û nêzîkatiyên zilm kar, di kîjan hiqûqê de cih digirin?
 
GELÊ ÊLIHÊ WÊ BIHERIKE QADAN
 
Di dawiya heftê de, wê Hevserokên me yên Giştî li Êlihê bi gelê me re bên gelhev. Mîtînga me ya Êlihê wê di 14’ê Tebaxê de bê lidarxistin. Em hemû gelê xwe vedixwînin mîtînga xwe. Em ê li dijî talan, recrîd, nijadperestî, hilweşandina ekolojîk û krîza aboriyê di 14’ê Tebaxê de li Parka Newrozê ya Êlihê bên gelhev. 
 
Rêveberiya Xweser a Rojavayê li Cenevreyê nûnertiya xwe vekir. Pîroz be. Nûnertî ji bo têkiliya wan xurttir bibe gleke girîng e. Em dizanin Şoreşa Rojava, li Rojhilata Navîn, li herêmê, ceribandineke giring a dîrokî ye û ji bo gelan nîşaneya rêyeke nû ya şoreşger e. Em serbilind in. Ji bo wê jî parastin, bipêşxistin û tacîdarkirina vê şoreşê ne tenê erka gelê Kurd û gelên Bakurê Sûriyeyê ye. Parastina Rojava erka temamê mirovahiyê ye. Lewma em ji vir bang li hemû welatan dikin. Em hêvî dikin, pirsgirêkên li Rojava bên çareserkirin û rêveberiya xweser li cîhanê bi awayekî fermî bê naskirin. 
 
Her wiha em ji ber ku kuştina berpirsê Hizbê Demokrat a Kurdistanê (HDK) Musa Babaxanî gelek xemgîn in. Ji malbata Babaxanî re ji siyaseta kurd re sersaxî dixwazin. Em hêvîdarin ku ev bûyera li Hewlerê qewimiye bi aweyeke zelal bê eşkerekirin.”