Wekilên HDP'ê gele Erdexanê ziyaret kir

img
ERDEXAN - Wekîl û rêveberên HDP'ê di çarçoveya ziyaretên gel de hatin Erdexanê û esnafên Erdexanê ziyaret kirin û bi gel re civîn pêk ankîn. Parlamenterê HDP'ê Mehmet Emin Adiyaman, diyar kir ku AKP dijminê hemû kurdan e. 
 
Rêxistina HDP'ê di çarçoveya kampanya "Em ranawestin. Em dê faşîzmê rawestînin" dest bi ziyareta esnaf û gel kiribûn. Ziyareta parlamenter û rêveberên HDP'ê ya gel û esnafan berdewam dike. Heyeta HDP'ê piştî li Îdirê gel û esnaf ziyaret kir, derbasî Qers û Erdexanê bû. Heyeta HDP'ê li Qers û Erdexanê esnaf ziyaret kirin û bi welatiyan re civîn pêk anîn. Di heyetê de parlamenterê HDP'ê yê Qersê Ayhan Bilgen, Parlamenterê Sêrtê Kadri Yildirim, Parlamenterên Agiriyê Dilan Dirayet Taşdemir, Berdan Ozturk, Parlamenterê Îdirê Mehmet Emin Adiyaman, Parlamentera Amedê Feleknas Uca û Parlamenterê Îzmirê Muslum Dogan cih girtin. Heyet bûn 3 kom û li navçe û navenda Erdexanê ziyaret pêk anîn. Piştî civînan esnafên navenda navçeyan û bajar ziyaret kirin. 
 
Heyeta ku parlamenterên HDP'ê Feleknas Uca û Mehmet Emin Adiyaman di navde gund ziyaret kir û li daxwazên welatiyan guhdar kirin. Adiyaman, diyar kir ku piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê HDP’ê serkeftinek mezin bi dest xist û wiha got: "Lê ji ber ku AKP ev serkeftina HDP'e qebûl nekir, hilbijartin betal kir û di 1'ê Mijdarê de hilbijartin nû kir. HDP'ê ewil  80 wekîl şand meclîsê. Piştî wê Erdogan maseya çareseriyê xera kir. AKP'ê serî li siyaseta qirêj da. MHP û AKP'ê li dijî kurdan serî li helwesta  faşizan dan. Hemû li dijî kurdan bûn dijmin. Li dijî hemû kurdên cîhanê bûne dijmin. " 
 
Ziyareta heyetên HDP’ê bi gera nava esnaf, gund û navçeyan didome.