Gergerlîoglu ji bo îadekirina wekîltiya xwe serî li Meclîsê da

img
ENQERE  - Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû, ji bo îadekirina parlamenteriya xwe serî li Serokatiya Meclîsê da û xwest tavilê biryar di Lijneya Giştî de bê xwendin.
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, piştî ku Dadgeha Bilind (AYM) derbarê wî de biryara xwe ya “Binpêkirina maf” aşkere kir û di 6’ê Tîrmehê de ji girtîgehê hat berdan, ji bo îadekirina wekîltiya wî daxwazname de Serokatiya Meclîsê. Gergerlîoglû, di daxwaznameya da de, xwest demildest biryara îadekirina parlamenteriya wî di Lijneya Giştî de bê xwendin.