Temel: Em ê bi xeta sêyemîn têbikoşin

img
MÛŞ - Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel diyar kir ku AKP’ê hêviya xwe çareseriyê winda kiriye û got: “Em ê wek HDP’ê aliyê civakî li derdora xeta sêyemîn bicivînin û sewqî têkoşînê bikin.”  
 
Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Mûşê wê di 16’ê tîrmehê de Kongreya xwe ya Asayî ya 3’yemîn li dar bixe. Beriya kongreyê HDP’ê civîna gel li dar xist. Cîgirên Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel û Alîcan Onlu, Parlamenterên HDP’ê yên Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Şevîn Coşkûn û gelek kes beşdarî civînê bûn. 
 
‘ARMANCA 2023’YAN DÎKTATORÎ YE’ 
 
Tayîp Temel di civînê de axivî û bi beşdariya jinan, kedkaran û gelan a têkoşînê li Tirkiyê serkeftina azadiyê dikare pêk were û got: “Faşîzma AKP-MHP’ê li Tirkiyê astengiya herî mezin a li pêş azadiyê û demorkasiyê ye. Ev îqtidar dixwaze kurdan û hêzên demokrasiyê belawela bike. Lê heta ku HDP hebe, wê faşîzma AKP-MHP’ê negihîje armanca xwe. Wê nikaribe sîstema xwe ya nijadperest, olperest û otorîter ku daxwaz dike ava bike. Armanca wan a 2023’yan jî ew e ku dîktatoriya xwe bibin serî û muxalefetê bi temamî tasfiye bikin.” 
 
‘DIJMINATIYA KURDAN DIKIN’ 
 
Temel destnîşan kir ku tifaqa AKP’ê û MHP’ê li dijî gelê kurd û hêzên demokrasiyê ava bûye û ji bo HDP’ê tasfiye bikin jî di nava pilanên qirêj de hewldan tên tên kirin. Temel da zanîn ku civaka Tirkiyê ji bloka AKP-MHP’ê û ji bloka CHP-Partiya ÎYÎ aciz e û civaka Tirkiyê baweriya xwe bi van her du blokan jî nayne. Temel got her du blok jî rêwiyên heman riyê ne û rûyê AKP’ê yê çareseriyê baş nîşan dide û dixwaze xwe bi MHP’ê mîsoger bike. Temel anî ziman ku CHP’ê jî îdiaya xwe ya alternatîfiyê winda kiriye û hêza xwe ya çareseriyê radestî Partiya ÎYÎ kiriye. Temel destnîşan kir ku her du partiyên nijadperest herdu blokan teslîm girtiye û got: “Siyaseta Tirkiyê dîl girtine û asê kirine. Her du alî jî dijminatiya kurdan dikin û li pêş dixin. Lê mm ê wek HDP’ê aliyê civakî li derdora xeta sêyemîn bicivînin û sewqî têkoşînê bikin. Ev rê nîşanî me dide ku em mecbûrî wan nemane. Alternatîfa me heye. Em ê xebat û rêxistinkirina xwe bidomînin.”