'Em HDP ne, li her derê ne'

img
NAVENDA NÛÇEYAN - HDP ku li dijî doza girtinê, tecrîd, greva birçîbûnê, êrişên li dijî destkeftiyên jinan, qrîza aborî, talana xwezayê û xespkirina mafan ji du milan ve daket qadê dûrişmeya xwe ya demê diyar kir. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), wê heta 1'ê Îlona Roja Aştiyê ya Cîhanê li qadan be. HDP ku li dijî doza girtinê, tecrîd, greva birçîbûnê, êrişên li dijî destkeftiyên jinan, qrîza aborî, talana xwezayê û xespkirina mafan ji du milan ve daket qadê, destpêkê li Îzmîrê ku endama partiya wan Denîz Poyraz lê hatibû qetilkirin mitîng li dar xist. Hevserokên Giştî Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar tevlî vê mitîngê bûn. Bi hezaran kesên ku li qada Gundogdûyê ya Îzmîrê hatin gelhev li HDP'ê xwedî derketin. 
 
‘EM HDP NE’
 
Pervîn Bûldan, di axaftina xwe ya mitîngê de ev tiş gotibû: "Hûn nikarin vîna me bnişikînin. Em bi milyonan kes xwediyê welat in. Em dayik, zarok, jin, karker û gel in gel. Em vî welatî tirk, kurd, ereb, çerkez, laz, sûnî, suryanî, êzidî ne. Em HDP ne, li her derê ne." Wê gotinên Bûldan ên "Em HDP ne, li her derê ne." li hemû mitîng û hevdîtinên gel bên bikaranîn.
 
BERNAMEYA HEVSEROKÊN GIŞTÎ
 
Piştî Îzmîrê wê Hevserokên Giştî yên HDP'ê li 6 bajarên din jî bi gel re bên gelhev. Di çarçoveya bernameya ku tevahiya meha tîrmehê bidome de wê Bûldan; di 13'ê tîrmehê de li Dîlokê, di 14'ê tîrmehê de li Rihayê û di 26'ê tîrmehê de jî li Kocaeliyê be. Wê Sancar jî; di 17'ê tîrmehê de li Aydin, di 28'ê tîrmehê de li Agiriyê, di 29'ê tîrmehê de li Bedlîsê be. Wê hevserok di van bernameyên xwe de ji bilî mitîng û hevdîtinên bi gel re wê bi dînamîkên bajaran re jî rûnin û bi wan re hevdîtinan bikin. 
 
WÊ HEVDÎTIN DI TEBAXÊ DE JÎ BÊN KIRIN
 
Ji bilî hevserokên giştî wê alîkarên hevserokên giştî yên partiyê, serokwelîlên koma partiyê û berdevka partiyê jî di çarçoveya xebatên rêxistkirinê de li gelek navçe û bajaran bi gel re bên gelhev. Wê ev hevdîtin hem di meha tîrmehê de hem jî di meha tebaxê de bên kirin.