Aydenîz: Gel ji bo çareseriyê dibêje 'Ocalan'

img

ÇEWLIG - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, anî ziman ku di 5 rojên serdanên wan ên li Çewlikê de, gel ji bo çareserkirina pirsgirêkên welêt îşaret bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kiriye. 

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir û komek endamên partiyê, di 3-7'ê Tîrmehê de li Çewligê, navçe û gundên wê bi dirûşmeya "Em li dijî faşîzmê berxwedanê mezin dikin" hin hevdîtin kirin. KCD û DBP, di çarçoveya bernameya xwe de hevdîtin bi rûspiyên herêmê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, jin û welatiyan re kirin. Heyet, piştî vê dê biçe Colemêrgê.
 
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, mijarên ku di hevdîtinan de hatine nîqaşkirin nirxandin. 
 
DAXWAZÊN KURDAN
 
Aydenîz, anî ziman ku ji Cotmeha 2020'an ve têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pirsgirêka kurdî, rewşa welêt, qeyûmên tayinî şaredariyan hatine kirin û kuştinan jinan de li gelek bajaran hevdîtin pêk anîne. Herî dawî jî hatine Dersim û Çewligê. Aydenîz got: "Me di van hevdîtinan de dît ku çendî çewisandin, komkujî, tecrîd û polîtîkayên qeyûman hebin jî, gel ji têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê, ji bo ziman, çand û xwerêvebiriyê danayê xwar." 
 
NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ 
 
Aydenîz, destnîşan kir ku di van hevdîtinan de dîtine ku qirkirina xwezayê, tahdeya li hemberî jinê, lêpirsîn, binçavkirin û girtin bandor li gel kirine û dewlet "zilamê" li tevahiya civakê dike. Aydenîz got: "Me dît bê erdnîgariya Kurdistanê çawa di bin navê operasyonan de tê texrîb kirin. Me dijminatiya îqtidarê ya li hemberî gelê kurd, erdnîgariya kurdan û jinan dît. Di hemû hevdîtinan de hat bilêvkirin ku muxatabê çareserkirina van pirsgirêkan Birêz Abdullah Ocalan e. Bi awayekî aşkere hat gotin ku sebeba ku îqtidar êrîşê dibe ser Rojava (Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê) û Başûr, polîtîkaya wê ya dijminatiya li hemberî kurdan e." 
 
POLÎTÎKAYEKE SED SALÎ
 
Aydenîz, anî ziman ku ji roja ku axa kurdan dabeşî 4 perçeyan hatiye kirin heya niha kurd zimanê xwe, erdnîgariya xwe, çanda xwe û mafê xwe yê xwerêvebirinê diparêzin û îqtidar jî li hemberî vê heman rê û rêbazan bi kar tîne. Aydenîz got: "KOçberiya bi darê zorê, valakirina gundan, cinayetên kiryar nediyar, bombekirina gundan niha li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê tên kirin. Gel baş dizane ku îqtidar, bi rê û rêbazên sed salî di şer de israr dike û dixwaze têkoşîna azadiyê ya gelê kurd tasfiye bike." 
 
HÊVÎ Û HEYECAN
 
Aydenîz, anî ziman ku çûne kîjan bajarî, li wir bi coşeke mezin hatine pêşwazîkirin û got: "Îqtidara AKP-MHP'ê, tevî çapemeniya alîgir û rêbazên şerê taybet nîşan dide ku gelê kurd dev ji daxwaza xwe ya azadiyê, dev ji zimanê xwe û çanda xwe berdaye. Em li her derî bi heyecan, hêvî û biryardariyek mezin hatin pêşwazîkirin. Êdî tu gotineke îqtidarê ya di warê siyasî, aborî û civakî de ji civakê re bibêje nemaye. Îqtidar tenê bi tiştekî dizane ew jî tahde, çewisandin û girtin e. Divê bi awayekî aşkere bê gotin dê bi têkoşînê faşîzmê têk bişikê. Em vê ji 7'ê Hezîranê, serketina Kobaniyê, hilbijartinên 29'ê Adarê dizanin bê ka çawa têk şikiyaye. Gelê kurd ji bo avakirina demokrasiyê têdikoşe û dê ev têkoşîn bidome." 
 
MA / Ayşe Surme