Partiyên siyasî: A tê darizandin ne HDP ye, ya didarizîne HDP ye

img

STENBOL - Serok û hevserokên partiyên siyasî yên muxalîf, bertek nîşanî îdianameya derbarê girtina HDP'ê de hatiye amadekirin dan. Serok û hevserokan destnîşan kir ku hewldana girtinê têkoşîna hevpar a Tirkiye û gelê kurd hedef girtiye û gotin: "A tê darizandin ne HDP ye, ya didarizîne HDP ye." 

Îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind derbarê girtina HDP'ê de amade kir, ji aliyê Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê de tê xwestin ku cezayê qedexekirina siyasetê li 451 kesî bê birîn.
 
Serok û hevserokên partiyên siyasî yên muxalif bertek nîşanî îdianameyê dan. 
 
TUMUKLU: DIJMINATΠ
 
Hevsrokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu, anî ziman ku dewlet dijminatiya xwe ya li hemberî tevgera siyasî û azadiyê ya gelê kurd, bi daxwaza girtina HDP'ê didomîne. Tumuklu, destnîşan kir ku ev dijminatî di gena dewletê de heye û bi vî awayî dixwaze têkoşîna hêzên demokrasî û azadiyê bixitimîne. 
 
Tumuklu, destnîşan kir ku HDP'ê xwe bi têkoşînê ava kiriye û got: "HDP, di têkoşîna me ya demokrasîyê de em anîne gel hev. Ya ku HDP'ê kiriye HDP, rêgezên wê û dîtina wê ya derbarê cîhanê de ye." 
 
Tumuklu, anî ziman ku girtina partiyê dê ji bo wan bibe cihê kêmasiyeke mezin, lê belê wê li dijî hemû zor û zehmtiyan bi hev re bitêkoşin û têkoşînê mezintir bikin. 
 
Hevserokê Giştî yê ESP'ê Tumuklu, destnîşan kir ku dewlet dixwaze yekîtiya têkoşîna azadî, wekhevî û demokrasiyê xera bike û hebûna wê bi vî awayî bidomîne û got: "Doza girtinê, nîşan dide ku divê em li dor HDP'ê bibin xelek. Hebûna HDP'ê, ji bo têkoşîna azadî û wekheviyê bang dike. Em, pêkhateya HDP'ê, bang li hemû hêzên li ser van esasan têdikoşin dikin û dibêjin xwedî li HDP'ê derkevin." 
 
ERDEM: EM PERÇEYEKE DOZÊ NE 
 
Hevberdevka Partiya Kesk a Çep Ayşe Erdem jî destnîşan kir ku HDP, sîgorteya demokrasiya Tirkiyeyê ye. Erdem, anî ziman ku qebûlkirina îdianameyê derbeyeke li demokrasiyê û lewa divê AYM, biryara neqebûlkirina îdianameyê bide. Erdem got: "Bi girtina HDP'ê tê xwestin ku kesên ji bo welatîbûna wekhev têdikoşin bitepisînin. Heger HDP bê girtin û derbarê gelek kesan de qedexeya siyasetê bê danîn jî, dê têkoşîna ji bo jiyana nû bidome." 
 
Erdem, di dawiya axaftina xwe de got: "Em perçeyeke vê dozê ne. Em ê tevî parêzer û endamên xwe li cem HDP'ê bin." 
 
TORÛN: EM Ê NEHÊLIN HDP BÊ GIRTIN 
 
Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren jî diyar kir ku êrîşên li ser HDP'ê û pêkhateyên wê tim didomin û got: "Dê HDP neyê girtin." 
 
Oneren, destnîşan kir ku HDP, partiya gelan e, lewma divê neyê girtin û got: "Îqtidar û şirîkê wê, tenê HDP'ê wekî muxalif dibînin li dijî armancên xwe. Lewma HDP'ê, pêkhateyên wê, jinan û bi giştî gelê kurd û hemû gelan hedef digire. Lê em baş dianin ku dê HDP neyê darizandin, dê HDP wan bidarizîne. Ji bo vê em li kuçe û kolanan têdikoşin. Heya niha gelek partî girtin, lê tiştek bi ser tiştekî nexistin. Ji bo hebûna xwe û faşîzma xwe bidomînin, tiştên wisa dikin." 
 
Oneren di dawiya axaftina xwe de got: "Em ê nehêlin HDP bê girtin."