Asya Ebdullah: Roj roja xwedî derketina Efrînê ye

img

EFRÎN – Endama TEV-DEM’ê Asya Ebdullah bêdengiya hêzên navnetewî ya li hember êrîşên li ser Efrînê rexne kir û got: “Roj roja mezinkirina çalakiyan e û xwedî derketina Efrînê ye.” 

Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê di roja 15’an didomin. Li gel navenda Efrînê, navçeyên wê Reco, Cindirês, Bilbilê, Mabata û  Meydankê hem ji hewayî ve hem jî ji bejahiyê ve bi dijwarî tên bombebarankirin. QSD jî bersivê dide êrîşan û pevçûnên dijwar diqewimin. Endama TEV-DEM’ê Asya Ebdullah behsa êrîşên li ser Efrînê kir. 
 
Ebdullah destnîşan kir ku serkeftina Reqayê ji aliyê Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Erdogan û koma wî ve wek têkçûnekê dîtin û got: “Ji bo şer bi dawî nebe, tişta ji destê Tirkiyeyê tê dike. Li Sûriyê çeteyan destek dikin û gelan di komkujiyan de derbas dikin. Piştî Reqayê li Sûriyeyê derbasî qonaxek din bû. Ji bo Erdogan van pêşketinan astneg bike çi ji destê wî hat kir. Hem di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de û hem jî ji bo çareseriya qirîza li Sûriyeyê asteng bike serî li rêbazek wiha da. Ev du hefteye li Efrînê êrîşên giran hene. Di êrîşan gelan qetil dike. Dixwazin gelê Efrînê di qirkirinê de derbas bike. Di serî de bi çekên herî giran û çiqas derfet di destê wan de hebe êrîşan pêk tînin. Bêyî bêjin ev jin e û zarok e van komkujiyan pêk tîne. Li dijî vê yekê jî berxwedanek bêhempa tê meşandin.” 
 
‘ÊRÎŞÊN LIHEVKIRINA RÛSYA Û TIRKIYEYÊ NE’ 
 
Ebdullah bal kişand ser bêdengiya hêzên navnetewî ya li hember Efrînê û wiha dewam kir: “Bêdengiya hêzên navnetewî ya li hember van êrîş û komkujiyan, tê wateya êrêkirina komkujiyê. Ev êrîş di encama li hevkirina Rûsya û Tirkiyeyê de pêk tên. Hêzên koalîsyonê, Neteweyên Yekbûyî (NY) û hêzên din diyar dikin ku li dijî terorê têkoşînê didin. Divê ev têkoşîn li her deverê derbasdar be. Lê heta îro kesî komkujiyan ne sekinand. Heke ku ev êrîş nesekinin, nexwe di vê pêvajoyê de tiliya van hêzan jî heye. Bi taybetî em ji Rûsyayê re dibêjin. Niha ferasetek ji derve tê û li Sûriyeyê mirovan dikuje heye. Lê li aliyê din jî ji bo çareseriya qirîzê civînan li dar dixin. Heta êrîşên ser Efrînê neyên sekinandin dê qirîza Sûriyeyê çareser nebe.” 
 
‘ERDOGAN CESARETÊ JI BÊDENGIYÊ DISTÎNE’ 
 
Ebdullah diyar kir ku ew daxuyaniyên hin welatan ên ji bo Sûriyeyê kêm dibînin û got: “Peyama me ya ji bo hemû hêzan ev e. Heke tiştên Erdogan dike neyên sekinandin, ji bo me tu maneya daxuyaniyên tên dayîn tune ye. Hin hêz dibêjin ‘tiştên diqewimin em dişopînin.’ Ji bo ev êrîş bên rawestandin nayê wateya bersivdayînê. Erdogan jî ji vê yekê cesaret digire. Heke ku dixwazin li Sûriyeyê yekîtî û hevgirtin pêk bê, divê di serî de NY û hemû hêzên din berpirsiyariyê bigirin û pêwîste van êrîşan rawestînin.” 
 
‘EV BERXWEDANA JI BO MIROVAHIYÊ YE’ 
 
Ebdullah da zanîn ku yên Efrînê diparêzin QSD, YPG û YPJ ne û wiha domand: “Li dijî yek ji artêşa herî mezin a NATO’yê şer dikin. Ji ber vê yekê li Efrînê destana dîrokî tê nivîsandin. Ev berxwedana remza berxwedsana jina azad e. Mînaka vê yekê jî çalakiya şervana YPJ’ê Avesta Xabûr a li hember tankan e. Çawa kul i Kobanê û Reqayê berxwedanek dîrokî hat nivîsandin, niha jî li Efrînê ev berxwedan pêk tê. Ev berxwedan ji bo tevahiya mirovahiyê pêk tê.”
 
‘HETA ÊRÎŞÊN SER EFRÎNÊ NESEKININ TIŞTEK JI SOÇIYÊ DERNAKEVE’ 
 
Ebdullah bal kişand ser rojên li ser Efrînê êrîşên giran hene û civîna Soçî ya hat lidarxistin û wiha axivî: “Ji bo çareseriyê qirîza li Sûriyê yên li Soçiyê civiyan hat dîtin kîjan alî ne. Em ne li bendê bûn ji Soçiyê encama erênî derkeve. Îro li hember gelê me êrîşan pêk tînin, hemû kes bêdeng e û dibe şîrîkê van êrîşan. Di rewşek wiha de diyar bû tiştek ji wê civînê dernakeve. Piştî civînê daxuyaniyên hatin dayîn me eleqedar nakin. Bi rastî jî ku çareseriyê dixwazin kerem bikin êrîşan bisekinînin. Wê demê dê deriyên çareseriyê dikarin bên vekirin. Efrîn di rewşek wiha de be, çi civînên bên kirin jî ji bo xapandinê ne.” 
 
‘HEKE HELWEST NEGIRIN, EW JÎ ŞÎRÎKÊ KOMKUJIYAN IN’ 
 
Ebdullah di dawiya axaftina xwe de wiha bang li hêzên navnetewî kir: “Divê hêzên koalîsyonê, Yekîtiya Ewropya (YE) û Neteweyên Yekbûyî (NY) li dijî êrîşên ser Efrînê peywîra xwe ya mirovî û ehlaqî bicih bînin. Heke êrîş neyên sekinandin, ev hemû hêz şîrîkê komkujiyên li Efrînê ne. Sekna van hêzan, wêrekiyê dide Erdogan. Em bang li hemû gelên Kurdistan, Tirkiye û cîhanê dikin. Roja roja mezinkirina çalakiyan e û xelekbûna li derdora Efrînê ye. Ji bo vê divê hemû kes helwesta xwe diyar bike. Çawa hemû cîhan ji bo Kobanê rabû ser piya, niha jî divê hin bêtir ji Efrînê rabin ser piya.” 
 
MA / Nazim Daştan