Bakirhan: Ji ber pirsgirêka Kurd çareser nabe mafya pêş dikeve

img

ENQERE - Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Tuncer Bakirhan, bal şikand ser daxuyaniyên Serokê  Mafya Sedat Peker û destnîşan kir ku ji ber pirsgirêka Kurd çareser nabe, mafya pêş dikeve û wiha god: "Divê helwest û seknek ku ji pêşkêşkirina çavkaniyên welat a ji bo çeteyan û mafya re bêje na, bê avakirin. 

Piştî Rêveberê Çeteyan ê girêdayî Dewletê Sedat Peker çend roj in bi vîdeoyan rastiya têkiliyên hikûmet, siyaset, mafya û ewlehiyê aşkere dike, niqaşên li ser têkiliya di navbera mafya û îqtîdarê de zêde dibin.
Niqaşên der barê mafya-devlet-siyasetê dîsa pêş ketin. Peker di daxuyaniyên xwe de berpirsiyarê bi hezaran kuştiyên kujer nediyar wekî Mehmet Agar û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu jî di navde gelek kes berpirsiyar dît. Lê heta niha têkildarî van daxuyaniyan darazê û dozgeran tu gav neavêtiye. Li aliyê din AKP-MHP'ê têkildarî daxuyaniyên Peker ên der barê Kurê Bînalî Yildirim û Suleyman Soylu de parastin kirin. AKP-MHP li Bînalî Yildirim û Solu xwedî derketin. Têkildarî daxuyanî û geşedanan Cigirê Hevserokên Giştî yên HDP'ê û Berpirsiyarê Komîsyona Têkiliyên bi Rêxistinên Civakî û Partiyên Siyasî re Tuncer Bakirhan nirxandin kir. 
 
'DIVÊ HELWESTEK BÊJE NA BÊ RÊXISTINKIRIN' 
 
Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Tuncer Bakirhan, li ser niqaşên îro li Tirkiye pêş dikevin û niqaşên divê bên kirin anî ziman ku ev niqaş ne nû û veşartî ne û wiha got: "Îtîrafên ku Peker tîne ziman welatiyên li kolanê jî zanin. Bes girînge ku kesekî di navenda van têkiliyên qirêj de cih digire vê yekê tîne ziman. Bi salan e em qala têkiliyên devlet-mafya-siyasetê dikin. Lê niha kesên mikur tên li gorî berjewendiyên xwe mikûr tên. Van îtîrafên ku di nava civakê de înfialê pêş dixe, mixabin heta niha li dijî vê yekê daraz bêdeng e. Ji ber ku daraz bi temamî di bin fermana îqtîdarê de ye, heta niha hewldana wê ya têkiliyên di navbera dewlet û mafyayê de aşkere bike û ronî bike tune ye. Tişta ku Peker tîne ziman, ancak bi rêxistinbûna civakê û têkoşîna hêzên muxalif û demokratîk bê bersivandin. Divê li dijî van yekan helwest û seknek ku ji pêşkêşkirina çavkaniyên welat ên ji bo rêxistinan re bêjin na bê, avakirin û pêşxistin. 
Tevgera me şerê qirêj, kujerên faîl diyar û koçkirina Kurdan a bi destê îtîrafkar, cerdevan û hêzên taybet li ser gelê Kurd, karsazên Kurd û siyasetmedarên Kurd dimeşîne baş dizane. Ji ber vê yekê baş dizane ku dê li dijî vê yekê çawa têbikoşe. Dixwazin bi gotina Peker vê yekê demekê di rojevê de bihêlin û bidin ji bîrkirin. Lê divê em gotina Peker bikin wesîle û bi vê yekê re muxalefeta civakî siyasî ya Tirkiyeyê demokrasiyê bêtir bi wate bike û ji bo demokrasiyê bêtir têbikoşe. Divê helwesta ku ji pêşkêşkirina çavkaniyên Tirkiyeyê ya ji bo çeteyan re bêje na bê avakirin." 
 
'KOKAÎNA VENEZUELA DI SER TIRKIYEYÊ RE LI EWROPA Û CÎHANÊ TÊ BELAVKIRIN' 
 
Tuncer, Bakirhan, diyar kir ku welatên ku demokrasî û hiqûq lê tune be, bêtir serî li têkiliyên nava dewlet, mafya û siyasetê didin û wiha axivî: "Dixwazin hêzên muxalif bi rêbazên li dervê asayî bê tesir bikin. Em vê yekê li Tirkiyeyê Kolombiya, Îspanya, Meksika û welatên wekî wan dibînin. Her çend îqtîdar têne guhertin jî lê têkiliyên dewlet, çete/mafyayan û îqtîdar nayê guhertin. Heta niha tu îqtîdarê bi vê yekê re şer nekiriye. Li gorî îdeayan Kokaîna Venezuela di ser Tirkiyeyê re li welatên Ewropa û Cîhanê tên belavkirin. Divê em vê yekê têxin nava lêpirsînê. Çawa dibe ku li vî welatî MÎT, esker û polîs û hikûmet ji vê yekê bê agahî be. Hikûmeta ku kurdekî/ê ji ber twîterekê ango daxuyaniyekê dadirizîne û ceza dike, çawa vê yekê nabîne? Na ne pêkan e. Siyaset jî di nava vê yekê de ye. Divê em vê heviyê ji hikûmet û îqtîdarê nekin. Divê em ji civakê, gel û mexdûrê vê yekê heviyê bikin. Di vê pêvajoyê de erkekî mezin dikeve ser milê HDP, hêz û rêxistinên demokratîk, çep, sosyalîst." 
 
'HETA KÊJEYA KURD ÇARESER NEBE, CIVAKA TIRKIYE NIKARE BÊHNÊ BISTÎNE' 
 
Bakirhan, anî ziman ku heta pirsgirêka Kurd bi rêbaza demokratîk çareser nebe, çeteyên di nava Tirkiyeyê de neyên ronîkirin, dê civaka Tirkiyeyê nikaribe bi hêsanî bêhnê bistîne. Me wekî partîyê, ev yek kir mijara xwe ya esasî. Li ser vê meseleyê me ji bo hevdîtinên bi partî û rêxistinên muxalif re plansaziyek çêkir. Me di demek nêzîk de bi partiyên demokratîk û derdorên demokratîk û pêşengê civakê re daxuyaniyek hevpar da. Me helwesta xwe aşkere kir. 
 
'JI BER PIRSGIRÊKA KURD NAYÊ ÇARESERKIRIN RIZÎN PÊŞ DIKEVE' 
 
Bakirhan, da zanîn ku yek ji pirsgirêkên Tirkiyeyê yên sereke, pirsgirêka Kurd e û wiha lê zêde kir: "Sedema qeyrana aborî, qeyrana siyasî neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Ji ber pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin, mafê zarokan ê perwerdehiyê û tenduristiyê nayê çareserkirin. Her roj balafirên şer ên F-16 ji Tirkiye radibin. Divê hemû mirovên xwedî wîcdan hestiyar tev bigerin. Meseleya Kurd meseleya sereke ye. Pirsgirêka Kurd meseleya demokrasiyê ye. Mirov ji helîkopteran tên avêtin. Mirov tên tazikirin. Xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut hat qetdilkirin. Tahîr Elçî li nava rojê hat qetilkirin. Kujer di nava rojê de xwe winda kirin." 
 
Bakirhan, da zanîn ku bawer nake ku Erdogan aşkere tiştekî ji Soylu û Peker re bêje û wiha berdewam kir: "Ji ber kesên wekî Peker ji AKP'ê serbixwe tev negeriya ne. Bêyî AKP’ê nikaribû bibe aktor. Kesekî ji bo Erdogan mîting amade kirine." 
 
Bakirhan, herî dawî anî ziman ku pirsgirêkên Tirkiye pisgirêkên hemû partiyên siyasî ye û wiha bi dawî kir: "Armanca me em di xeta sêyemîn de bibin yek. Em dixwazin bi hevparên xeta  sêyemîn re îtîfaqê mezin bikin. Ji her demê bêtir şert û mercê yekîtî û hevkariya hêzên demokratîk li Tirkiye heye. 
 
MA / Dîren Yurtsever