Gotina “Têkiliye min bê îspatkirin ez ê mirinê qebûl bikim” bi bîra Soylû xist

img
EQNERE – Serokwekîlê Koma CHP’ê Ozgur Ozel, gotina Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû “Têkiliye min bê îspatkirin ez ê mirinê qebûl bikim” ya derbarê Serokê Rêxistina Organîzekirî ya Sûc Sedat Peker bi bîr xist û ev tişt got: “Divê bi mirovan re hinek şerm hebe.”
 
Serokwekîlê Koma CHP’ê Ozgur Ozel, li ser hesabê xwe yê twîtterê bertek nîşanî Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ku angaştên Serokê Rêxistina Organîzekirî ya Sûc Sedat Peker ên derbarê xwe derewand da. Ozel, gotina Soylû “Têkiliye min bê îspatkirin ez ê mirinê qebûl bikim” ya derbarê Peker de bi bîr xist û ev tişt got: “Divê bi mirovan re hinek şerm hebe. Te digot heke têkiliyê min bên îspatkirin ez ê mirinê qebûl bikim. Dema ku kesên li ser navê te têkilî danîne, leşkerên di bin fermana te de ku operasyonê dikin tên girtin, tu dibêjî, ‘Wan jî ji min re defik çêkirine’. FETO yê tu ji pêşa wî derneketî heke te temaşe bike bibêje ji min derbas kir.”