Ji Bûldan û Sancar daxuyaniya Fîlîstînê: Rêya çareseriyê muzakereye

img
ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, têkildarî pirsgirêkên di navbera Îsraîl û Fîlîstînê de daxuyanî da û gotin: "Rêya çareseriyê dîplomasî, diyalog û muzakere ye. Em banga lezgîn, di serî de li NY, hemû sazî û dezgehên navneteweyî dikin."
 
Heverokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, derbarê êrişên Îsraîlê yên li dijî Mescîd-î Aksa ya Rojhilatê Qudusê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
 
Di daxuyaniyê de hat gotin; "Li gorî bîlançoya dawî ya ku Wezareta Tenduristiyê ya Fîlîstînê ragihand, 10 jê zarok 28 Fîlîstînî hatin qetilkirin, 128 jî birîndar bûn. Em van êrişan careke din şermezar dikin û sersaxiyê ji xizmên kesên ku jiyana xwe ji dest dane dixwazin û şîfa xêrê ji birîndaran re hêvî dikin."
 
BANGA LI ALIYAN Û RAYA GIŞTÎ YA NAVNETEWEYÎ
 
Di dewama daxuyaniyê, wiha hat  gotin: "Êrişa aliyan a li ser herêmên sivîlan nîşan dide ku hewl tê dayin rageşiya li herêmê veguhere şer. Em bang li aliyan dikin ku êrişên li dijî sivîlan tavilê rawestînin." Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku çareseriya pirsgirêkên dîrokî û rojane yên navbera gel û baweriyên Rojhilata Navîn ne bi şer e, lê bi dîplomasî, diyalog û danûstandinan e. Ji bo ku dawî li şerê herêmê bê, em di serî de bang li Neteweyên Yekbûyî û hemû raya giştî ya navneteweyî dikin ku tavilê bikevin nava hewldanan."