Erbaş: Doza Kobanê birîna Kobanê ya dilê îqtidarê ye

img
ENQERE - Endamê Meclîsa HDP’ê hiqûqzan Dogan Erbaş diyar kir ku ji bo Kobanê neket di dilê îqtidarê de wek birînekê maye û got: “Doza Kobanê hesabpirsîna vê birînê ye.” 
 
Danişîn ewil a “Doza Kobanê” wê roja 26’ê Nîsanê were lidarxistin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî têkidlarî dozê xebatên xwe yên têkoşîna ji bo hiqûqê û siyasî temam kir. Endamê Meclîsa HDP’ê hiqûqzan Dogan Erbaş ku wê di danişînê de cih bigire û doza dê were lidarxistin ji ajansa me re nirxand. Dogan Erbaş diyar kir ku hêj ne diyar e wê doz çiqas berdewam bike. Erbaş diyar kir ki bi qasî ku tê xuyakirin wê darizandinek awarte pêk were û got: “Dixwazin bi lez û bez bi dawî bikin û hevalên me bixin rewşa hikumxwarî. Armanca wan ev e hevalên me sûcdar û ceza bikin.” 
 
‘ARMANCÊN WAN TAYBET DERBARÊ DEMÎRTAŞ DE HENE’ 
 
Erbaş da zanîn ku armancên taybet ên îqtidarê bi Selahattîn Demîrtaş re hene û got: “Dixwazin zûka Demîrtaş bikim hikumxwar û ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê re viya ragihînin.” 
 
‘TIJE SOSRET IN’ 
 
Erbaş anî ziman ku îdinameya derbarê dozê de hatiye amadekirin bi xal û sûcdariyên sosret re tije ye û 6 sal derbas bûye hêj axaftina hevalên wan kirine delîl. 
 
‘DI DILÊ ÎQTIDARÊ DE BIRÎNA KOBANÊ HEYE’ 
 
Erbaş destnîşan kir ku ev darizandinek siyasî ye û wiha got: “Du sedemê vê hene. Sedema yekemîn; hêj birîna Kobanê di bi îqtidara AKP-MHP’ê re heye. Ji bo ku Erdogan got wê Kobanê bikeve, lê bes Kobanê neket lewma hêj ev birîn di dilê wî de ye û dixwaze hesabê vê yekê bipirse. Hesabê neketina Kobanê dixwazin wisa bipirsin. Sedema duyemîn jî ew e ku dixwazin vekirina doza girtina HDP’ê rewa bikin û wek vê doza Kobanê ji bo girtina HDP’ê wek argûmanekê bi kar bînin. Dixwazin bi vî awayî HDP’ê tasfiye bikin. Dixwazin ceza li gelek hevalên me bibirin û HDP’ê bêkêr bikin.”
 
ELEQEYA BO DOZÊ 
 
Erbaş anî ziman ku amadekariyên wan ji bo danişînê temam bûne û beşdarî û eleqeya ji bo dozê jî gelek zêde ye. Erbaş got ji Ewropayê wê gelek şande û kesayet werin dozê û çapemenî jî eleqeyek mezin nîşan bide. 
 
‘EM Ê OPERASYONAN PÛÇ BIKIN’
 
Erbaş destnîşan kir ku wan grûpek berfireh a hiqûqzan ango parêzeran ji bo dozê amade kiriye û ew ê van fen û fûtên îqtidarê ku dixwaze tola xwe ji wan bigire, bi destê darazê siyasetê dîzayn bike û ew ê jî van hewldanên îqtidarê pûç bikin. 
 
'EM Ê WAN BI DARIZÎNIN’ 
 
Erbaş destnîşan kir ku doza Kobanê li her deverê û di her xebata wan de rojeva wan sereke ye û got: “Me di çarçoveya kampanya xwe ya edaletê de li her deverê qala doza Kobanê kir. Di salên dawî de AKP bi dixwaze siyasetê dîzayn bike û tasfiyeya li dijî siyaseta kurd jî bi destê darazê dike. Wê ev doza Kobanê jî bibe dozek dîrokî. Çimkî dozek gelek girîng e. Em dizanin ku gelek wate lê tê kirin. Ne ew em ê wan bidarizînin. Em ê jî wek ên ku wan didarizînin di dîrokê de cihê xwe bigirin.” 
 
MA / Dîren Yûrtsever