Wezareta Veguhastinê: Nabe ku Kurdî di balafiran de hebe

img
ENQERE - Wezareta Veguhastin û Binesaziyê, di bersiva da pêşniyazpirsa Hasan Ozguneş ê HDP’iyê de, wiha got: “Ji ber ku zimanê fermî Tirkiye, wê di balafiran de, zimanê Kurdî bi kar neyînin.” Ozguneş, bertek nîşanî vê yekê da û got, ev nêzîkatiyek înkarê ye.
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Hasan Ozguneş, sedem û hincetên anonsên bi Kurdî yên li îstasyonên balafirgeh, otogar û metroyan nayin kirin, ji Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê pirsî. Wezîr Adil Karaîsmaîloglû yê bersiv da pêşniyazpirsa Ozguneş, tenê beşa têkildarî balafirgehan nirxand. Karaîsmaîloglû, di bersiva da de, wiha got: “Zimanê fermî yê Komara Tirkiyeyê bi Tirkiye. Zimanê wê yê hewavaniyê yê navneteweyî jî bi Îngîlîziye. Ji bo vê xizmeta agahî, anos û şêwriyê yên firînê, li gorî nivîsarên navneteweyî bi Tirkî û Îngîlîzî tên kirin.”  
 
‘NÊZÎKATIYA ÎNKARÊ’
 
Ozguneş, bersiva wezaretê nirxand û wiha got: “Dewlet bi awayekê netewperest û tekparêz nêzî zimanê Kurdî û nasnemyên cuda dibe. Ji avabûna Tirkiyeyê ve, li vî welatî tenê Tirk hene û tenê zimanê Tirkî heye. Her tim hatiye xwestin ku beşên civakê yên cuda û gelên din ziman, çand, dîrok û hebûna xwe bîr bikin. Ji ber vê têkoşîna gelê Kurd û hebûna pirsgirêka Kurd bi vê înkarkirinê ve girêdayîne. Piştî Lozanê, nêzîkatiya Tirkiyeyê her tim înkarkirin bûye.”
 
‘QIRKIRINA ÇANDÊ YE’
 
Ozguneş, bertek nîşan da û wiha axivî: “Tunehesibandina ziman, çand û nasnemya gelekê, qirkirine. Qirkirinek çandiye. Ji kuştina fîzîkî takûketire. Hûn gelekê tune dikin. Ev nayê qebûl kirin.” 
 
 
MA / Dîren Yurtsever