Bûldan: Daxwazên girtiyan zelal in

img

ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat  Sancar, diyar kirin ku berxwedana çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda Îmraliyê hatiye destpêkirin, dewam dike û gotin: "Daxwazên girtiyan zelal in.Ger hiqûq bê bicihanîn wê daxwazên girtiyan bên pêşwazîkirin. Ji ber ku Tirkiye qanûnên xwe bi cih nayîne, pirsgirêk mezin dibin." 

 
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, bi hevşaredarên partiya xwe re di civîna onlînê de, li hev kom bûn. Hevseroka Giştî Pevîn Bûldan, di civînê de têkildarî êrişên li ser partiya xwe axivû û wiha got: "AKP nikare bi şewbê re têbikoşe û her tişt ji rê derketine. Bi taybetî li Stenbolê, li hemû cihên din her tişt ji rê derketiye. Ji destpêkê ve em dibêjin ku AKP nikare pêşiya şewbê bigire." 
 
Bûldan pîrozbahiyên 8'ê Adarê û Newrozê yên beriya mehekê bi bîr xist û got: "Peyameke girîng ji hikumetê re hate dayin." 
 
BÛLDAN: PLANÊN ME YÊN A, B, C HENE
 
Bûldan bal kişand ser rewşa li girtîgehan û wiha pê de çû: "Daxwazên hevalên me yên ketine greva birçîbûnê zelalin. Ne ew daxwazin ku neyên bicihanîn. Eger bê xwestin û li gorî hiqûqê nêzîkatî bê nîşandan, hingî wê daxwaz bi cih bêne anîn. Pirsgirêk ew e ku Tirkiye li gorî qanûnên xwe tevnagere. Meseleya tecrîda li Îmraliyê ye, neheqiya li kurdan e, binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan e."
 
Bûldan doza ku ji bo girtina HDP'ê hatiye vekirin jî bi bîr xist û destnîşan kir ku divê îdîanameyeke bi vî rengî careke din qet nekeve rojeva Tirkiyeyê.
 
Bûldan, di dewama axaftina xwe de wiha got: "Em HDP, amadekariyên xwe hemû li ser rojeva girtinê nakin. Em bi planên xwe yên A, B, C dewam dikin. Dixwazim vê yekê jî parve bikim. Em komîsyoneke gelekî xurt a hiqûqê ava dikin. Ev komîsyona hiqûqê ne tenê têkildarî doza girtinê ye."
 
Bûldan pirsgirêka qeyûm jî nirxand û wiha bi dawî kir: "Lê belê hûn hem hevşaredarên gelê me ne hem jî yên şaredariyên me ne. Gelekî girîng e ku heta hilbijartina bê weke hevşaredar di nava gel de bimînin û kedê bidin. Bêguman ji bo teşhîrkirina qeyûman jî erk û berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê we."
 
SANCAR: PÊVAJOYA TÊKBIRINÊ DERBASÎ QONAXEKE NÛ BÛYE
 
Mîthat Sancar jî got, "Pêvajoya heyî weke 'meşandina plana berê bi gavên nû' pênase kir" û anî ziman ku pêvajoya tasfiyekirin û têkbirinê derbasî qonaxeke nû hatiye kirin.
 
Sancar diyar kir ku rejîma qeyûmweke amûrek ji plana teslîmgirtina gelê Kurd hatiye bikaranîn û got, "Gelê Kurd bi taybetî li Rojhilata navîn û Sûriyeyê, li parçeyên din ên Kurdistanê weke aktorên herî girîng bilind bûye. Ev yek rejîmê û hin hêzan ditirsîne. Bi kurtasî polîtîkayên li Tirkiyeyê tê meşandin ji polîtîkaya giştî ya li dijî Kurdan cuda nîne."
 
Sancar diyar kir ku doza girtinê jî divê bi vê çarçoveyê bê nirxandin û got, "Planeke gelekî berfireh a tasfiyeyê heye. Armanca vê plana tasfiyeyê tunekirina gelê Kurd û nûnerên wê yên siyasî ye."
 
'YEKANE RÊ, TÊKOŞÎNEKE XURT E'
 
Sancar diyar kir ku HDP ne partiyeke ku bi hêsanî hatiye avakirin û işaret bi girîngiya têkoşîna bi bandor a li dijî doza girtinê kir. Sancar anî ziman ku desthilatdarî wê rêyên cuda biceribîne û got, "Yekane rê heye ku pêşî li plana tasfiyeyê ya desthilatdarî û dewletê bigire. Ew jî têkoşîneke xurt û xeta siyasî ya bi biryar e. Eger em vê bikin bêguman em ê doza girtinê jî pûç bikin."