‘Lêpirsîna ewlehiyê’ ku hatibû redkirin weke Tezkereya Serokatiyê peşkêşî meclisê hat kirin

img
ENQERE - ‘Lêpirsîna ewlehiyê’ ku bi dengê parlamenterên muxalefetê hatibû redkirin weke Tezkereya Serokatiyê peşkêşî Lijneya Giştî ya Meclisê hat kirin.
 
Pêşniyarqanûna “lêpirsîna ewlehiyê” ku AKP-MHP dixwazin ji bo kesên tayînî karê cemaweriyê tên kirin derbixin, duh bi dengê parlamenterên muxalefetê li Lijneya Giştî ya Meclisê hatibû redkirin. Lê ser îttîrazên AKP-MHP’ê Serokê Meclisê Mûstafa Şentop, Dîwana Serokatiya Meclisê li hev civand û biryar da ku pêniyarqanûn weke Tezkereya Serokatiyê pêşkêşiyê Lijneya Giştî ya Meclisê bê kirin û ji nîqaşa usûlê re bê vekirin.