Gergerlîoglû: Heta AYM biryara xwe aşkera bike di nobetê de me

img
ENQERE – Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû ku piştî parlamenteriya wî hat xistin bi parlamenterên HDP’ê re dest bi “Nobeta Demokrasiyê” kir, got ku wan rayeya xwe ji gel girtiye û heta ku AYM biryara xwe ya derbarê wî de aşkera bike dê çalakiya xwe bidomîne.
 
Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû ku biryara teqez a derbarê wî de li Lijneya Giştî ya Meclisê hat xwendin parlamenteriya wî hat xistin. Ji bo ku biryarê şermezar bike HDP’ê çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Çalakiya ku li Lijneya Giştî hat destpêkirin piştî 5 saetan derbasî Eywana Civîna Koma HDP’ê hat kirin. Heta saetên serê sibehê parlamenterên HDP’ê bi dorê nobet girtin. 
 
KURÊ WÎ JÎ LI MECLISÊ YE
 
Di derengiya şevê de me xwe gihand Gergerlîoglû û pirsa çalakiya wî jê kir. Gergerlîoglû çalakiya xwe weke “Nobeta Demokrasiyê” pênase kir. Roja destpêkê eleqeya zêde ji bo çalakiyê hebû. Tevahiya rojê gelek sazî û dezgehên çapameniyê Gergerlîoglû tevlî weşanê xwe kirin. Di vê pêvajoyê de kurê Gergerlîoglû Salîh Gergerlîoglû ji bo piştgiriya bavê xwe hat meclisê. Ji bo berdewamkirina nobetê ji derve nivîn û betaniye ji Gergerlîoglû û parlamenteran hatin. 
 
BI ÇENTEYÊ XWE JI MAL DERKETIYE 
 
Gergerlîoglû, duh beriya ku biryara derbarê wî de bê xwendin, xatirê xwe ji malbata xwe xwest û bi çenteyê ku kincên wî têde ji mala xwe veqetiya û hat meclisê. Gergerlîoglû, diyar kir ku heta bi zorê ji meclisê bê derxistin dê wî bibin girtîgehê û wiha got: “Min amadekariya xwe kir û hatim. Heke min ji vir bibin girtîgehê jî amade me. Nebin jî ez li vir im.” Gergerlîoglû, bi lêv kir ku yekemîn parlamentere ku biryara xistina parlamenteriyê li rûyê wî hatiye xwendin. 
 
 
‘ME RAYEYÊ JI GEL GIRT’ 
 
Têkildarî biryara li dijî xwe jî da zanîn ku biryareke bi zorê ye û wijdanê civakê qebûl nake û ev tişt gotin: “Bi tu awayî ev ceza di wijdanan de nehat qebûlkirin. Redkirineke baş çêbû. Lewre min sûcek nekiriye. Bi zilmê parlamenteriya min xistin û davêjin girtîgehê. Em li meclisê derbasî berxwedanê bûn. Parlamenteriya min li ser kaxiz ketiye lê disa jî parlamenter im. Lewre ev mekanizmayên ku derbarê me de biryar bidin nînin. Me rayeya xwe ji gel girt. Bi biryarên darazê yên derew parlamenteri nakeve. Serokê Meclisê rayeya xwe ya destnedayînê û Destûra Bingehîn bin pê kir. Ez hê jî xwe parlamenter dihesibînim.”
 
‘NIZANIN KU ÇI DIKIN’
 
Gergerlîoglû, bi lêv kir ku kêliya xistina parlamenteriya wî AKP û MHP’î li Lijneya Giştî ya Meclisê şaş mane û nizanbûne ku çi bikin û axaftina xwe wiha domand: “Rûniştinê girtin, dîsa ketin hundir meclisê vekirin û şermezarkirinan berdewam kir. Me berxwedaneke bi bandor nîşan da. Peyama me gihîşt cihê xwe. Hemû dinya hejiya. Me bi awayekî hêz neheqiyê vegot. Bi partiya xwe re berxwedana xwe didomînim. Hevalên min ji min re bûn alîkar. Min peywira xwe û parlamenteriya xwe kir. Ji ber vê kêfxweş im. Min karê xwe bi evînî kir. Cihê bi serketim jî hene û cihê ku bi serneketim jî hene. Lê min ji bo binpêkirinan raya giştî çêkir.”
 
ENCAM NADE
 
Gergerlîoglû li ser biryara vekirina doza girtina HDP’ê ya piştî xistina parlamenteriya xwe jî rawestiya û têkildarî mijarê ev nirxandin kirin: “Daraza di bin kontrola desthilatê de bi biryarên xwe li dijî HDP’ê operasyonên têkbirinê dide kirin. Ev nîşana vê ye. Ev jî tiştekî trajî pêkenok e. Bi salan e ev hatiye ceribandin lê encam jê derneketiye. Piştgiriya ku ji raya giştî û qada navneteweyî tê ji muxalefetê nayê. Pêşdarazên mxalefetê hene. Min dît ku hê jî li dijî HDP’ê dudilî ne. CHP û ÎYÎ Partî bi fikar in. Piştgiriya biryarê nekirin lê piştgiriyeke bi bandor jî nedan min.”
 
HETA BIRYARA AYM’Ê LI MECLISÊ YE
 
Di dirêjiya axaftina xwe de Gergerlîoglû, destnîşan kir ku heta Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) biryara xwe ya derbarê wî de aşkera neke dê li meclisê çalakiya xwe bidomîne û ev tişt gotin: “Ji bo ku AYM vê biryarê bide demeke tuneye. Armanceke çalakiya min jî lezkirina pêvajoya AYM’ê ye. Divê di vê mijarê de bi lez be. Me vala serî li AYM’ê nedaye. Encamê vê girîng in. Beriya min Enîs Berberoglû dîsa vegeriya meclisê. Ji bo min jî heman rewş derbasdar e. Li gel ku dizanim şûrê Demokles li ser serê min e jî ez ê têkoşîna xwe bidomînim. Em nobeta demokrasiyê digirin. Em ê raya giştî çêbikin. Ev meseleya min a şexsî ye. Ji hemû hilbijaran re dibêjim ku bêwijdanî û neheqiyê qebûl nekin.”
 
MA / Dîren Yûrtsever