Wekîlê HDP'ê Turan: Tifaqa Cumhur li Garê şikest

img

EDENE - Parlamenterê HDP'ê  Ridvan Turan, beşdarî 11'emîn Kongreya Meclîsa HDK'ê ya Edeneyê bû. Turan di kongreyê de got: "AKP ji bo Kurd nebin xwedî statu têdikoşin. Îtîfaqa Cumhur bi operasyona Garê re şikest. " 

 
Meclîsa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ya Edeneyê 11’emîn Kongreya xwe pêk anî. Parlamenterê HDP'ê yê Edeneyê Ridvan Turan û gelek nûnerên partiyên siyasî tev li kongreyê bûn. Kongre li avahiya HDP'ê ya Navçeya Seyhanê ya Ederneyê pêk hat. Kongre bi hilbijartina dîwanê û rêzgirtinê dest pê kir. Hevberdevka Meclîsa HDK'ê ya Edeneyê Selda Kaya, ewil pêvajoya siyasî nirxand û li ser rol û girîngiya HDK'ê rawestiya. Piştî raporên xebat û maliyê hatin xwendin Parlamenterê HDP’ê Rıdvan Turan, li ser girîngiya HDK'a ya li Tirkiye rawestiya. 
 
TIFAQA CUMHUR LI GARÊ TÊK ÇÛ' 
 
Turan, anî ziman ku ew di pêvajoya ku dikarin bêjin 'Duh mir û sibê nediyare' re derbas dibin û wiha got: "AKP ji bo Kurd nebin xwedî statu têdikoşin. Lê Îtîfaqa Cumhur bi operasyona Garê re pir şikest. Polîtîkayên AKP'ê yên derve darbeyên herî mezin dixwin. AKP ji bo Kurd nebin xwedî Statu di nava hewldanan de ne. AKP Kurdan ji bo xwe astengiyek pir mezin dibîne. Lê di şere Garê de têk çûn. Pir şikestin. Her ku ala şovenist bilind dikin li dîwaran dikevin. Her ku têk diçin êrîşî wekilên HDP’ê, êrîşî Kurdan û hêzên sosyalist dikin. Provokasyonên li dijî partiya me nikarin bi hiqûq û edaletê aşkere bikin. Nikarin vîna me paşve bixin."  
 
ÎQTÎDAR ZAGONÊ XWE BINPE DIKE
 
Turan bal kişand ser tecrîdê û çalakiyên gireva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê û wiha got: "Çalakiya gireva birçîbûnê ya li dijî Tecrîda li Îmraliyê îro di roja 107’an de berdewam dike. Li vî welatî îqtîdar zagonên xwe binpê dike. Eger dibêjin duh mir, wê demê divê em aştî, wekhevî û xwişk û biratiyê ji nûve ava bikin. Divê em li her derê ji her demê bêtir bixebitin. Li her derê têkoşîna HDK'ê pêşima me ronî dike. Teqez em ê bi ser bikevin." 
 
 
Piştî hilbijartinê Meclîsa HDK'ê ya Edeneyê rêveberiya xwe ji nûve diyar kir.