Koçyîgît: Referandûm bi yekitiya neteweyî bi wate dibe

img

AMED - Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku referandûm mafekî rewa ye, lê ji bo pirsgirêkên heyî nabe çareserî. Koçyîgit, anî ziman ku referandûma bi wate bi yekîtiya neteweya kurd pêk tê û watedar dibe. 

Berdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Kiliç Koçyîgit, der barê referanduma ku dê di 25'ê Îlonê de li Herêma Kurdistana Federe pêk bê nerînên xwe bi Ajansa Mezopotamya re parve kir. Koçyigit, diyar kir ku her civak xwedî maf e ku pêşeroja xwe diyar bike û der barê pêşeroja xwe de biryarê bide û wiha got: "Di biryara referandûmê de tu fikare tune ne. Lê kêmasî hene. Diviya bû parlamento biryarê bide. Ger ku biryar li parlamentoyê hatibûya dayîn dê watedartir bûna."  
 
Koçyigît, anî ziman ku ji ber tenê PDK'ê biryara referandûmê daye, gelek kêmasiyên wê hene û wiha axivî: “Dema mirov li naverokê dinere referandûma serxwebûnê ye. Ev aliyekî erêni ye. Ji ber ku her civak û netewe xwedî mafê ku qedera xwe diyar bike û xwe bi rê ve bibe ye. Lê di van şert û mercan de kêmasî hene.  Du salin Parlamentoya Herêma Kurdistana Federe girtî ye. Di encama zextên neteweyî de deriyê parlamentoyê ji wekîlan re vebû. Vekirina parlamentoyê pêngavek erênî ye. Em hemû hewldanên ji bo serxwebûn û yekîtiyê erênî dibînin û em piştgiriyê didin hewldanên yekîtiyê." 
 
'MESELE NE SERXWEBÛN E'
 
Koçyîgît, aliyê neyînî û erêni yê referandumê jî nirxand  û wiha got: “Tu rêxistinên ku bi awayekî demokratîk nehatibin sazkirin ji bo xelasî û serxwebûna gelan xizmetê nakin. Mijar ne serxwebûn e. Mijar rêvebirinek çawa ye. Ya girîng çawa tê rêvebirin. Ger ku îro li Başûr pergala federasyonê hebe û di nava wê de parlamento girtî be bê wate ye. Xuya dike ku pirsgirêk hêj çareser nebûye. Xuya dibe ku serokatiyek facto heye. Ev bi xwe pirsgirêkek mezin e. " 
 
Koçyîgît, anî ziman ku heta pergala demokratîk neyê avakirin serxwebûn nabe çareserî û wiha berdewam kir: "Divê berî her tiştî pergala demokratîk ku hemû gelan tev li biryarê dike bê avakirin. Serxwebûn tenê pirsgirêkên heyî çareser nake. Ger ku tene serxwebûn bê destgirtin dê feraseta dewletbûnê pêş bixe. Dê îktîdarên nû ava bike. Ev yek tu carî nayê qebûlkirin. Divê mirov wisa nêzî serxwebûnê nebe. Pergala bê avakirin divê wekhev, demokratîk û azadîparêz be. 
 
EV POLÎTÎKA PERÇE BIKE BI RÊVE BIBE YE
 
Koçyîgît, destnîşan kir ku ger referandum  piştî yekîtiya neteweya kurd bê avakirin ê bêtir bi wate be û wiha domand: “Hêj di nava kurdan de yekîtiya neteweyî nehatiye avakirin. Heta ku yekîtî neyê avakirin dê ferasetên statukoparêz, perç bike û bi rêve bibe dê her dem serdest be. Dê îtifaqa kurdan ji bo berjewendiyên xwe perçe bikin. Têkiliya Tirkiye ya li dijî Başûr li ser berjewendiyê hatiye avakirin. Tirkiye ji bo berjewendiyên xwe Başûr wekî partner dibine. Lê dema kurd dibin yek wekî dijminê xwe dibîne." 
 
‘HIŞMENDIYA îTTİHAT Û TERAKKIYÊ YE’
 
Koçyîgît, anî ziman ku Tirkiye li dijî zagonên Iraqê yê destûrê dide Herêma Kurdistana Federe îtîraz dike û wiha got: "Di zagonên Iraqê de ev maf heye ku Herêma Kurdistana Federe biryarê ji bo pêşeroja xwe bide. Dibe ku Tirkiye biecibîne an ne ecibîne. Lê nikare mudaxale bike. Ev hişmendiya Tirkiye ya Îttihat û Terakkî ya sed sal berê ye. Li şûna Tirkiye tev li têkiliyên derve dibe divê berî her tiştî demokratîkbûna xwe pêş bixe.”
 
MA- Semra Turan