Serokwekîlên Koma HDP’ê: Fezleke dewama kompasên siyasîne

img

ENQERE - Serokwekîlên Koma HDP’ê Sarûhan Olûç û Meral Daniş Beştaş, fezlekeyên destnedayînê weke “kompasa siyasî” nirxandin û gotin: “Hevparên desthilatdariyê, ji bo ku HDP’ê bêdeng bikin û ji siyaseta demokratîk tesfiye bikin, kompasa ku amadekirine, dewam dike.” 

 
Serokwekîlên Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Olûç, derbarê biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) a derbarê Hevserokê Giştî yê berê Selahattîn Demîrtaş da bû û bi cih ne anîna wê de, li Meclîsê daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenterên beşdarî daxuyaniyê bûn, pêşmalkên “Ji Her Kesî Re Edalet” li ser nivîsandibûn li xwe kirin û dowîza “Biryara DMME’yê bi cih bînin” hilgirtin.
 
Serokwekîlê Koma HDP’ê, diyarin kirin ligel ku bi ser biryara DMME’yê re 72 roj derbas bûn jî, nayê bi cih anîn û wiha axivîn: “Ji bo bi cih anîna vê biryarê tu gav nehatine avêtin. Di hefteya pêş me de, wê Komîteya Wezîrên Konseya Avropa (AK) di 9-11’ê Gulanê de li hev bicivin. Biryara DMME’yê ya darbarê Demîrtaş de dayî, wê bê rojeva vê civîna Komîteya Wezaran. Di heman demê de wê derbarê Tirkiyeyê de hevdîtin bê kirin. Bi cih neanîna biryara DMME’yê, di hiqûqê de tu bersiveke xwe tuneye.”
 
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di heman demê de xaleke destûra bingehîn e ku Tirkiye neçar e bi cih bîne.
 
'WERIN EM FEZLEKEYAN NÎQAŞ BIKIN'
 
Di daxuyaniyê de fezlekeyên li dijî parlamenterên HDP'ê hate nirxandin û ji bo kesên ku ji bo meseleya fezlekeyan dibêjin 'hiqûqî ye' wiha hate gotin, "Eger ji we tê werin em nîqaş bikin. Nêzî hezar fezleke hene. Werin em yek bi yek li pêşberî raya giştî nîqaş bikin. Em bibînin ku hiqûqî ne yan jî siyasî ne? Bang li hiqûqnasên AKP û MHP'ê hemûyan dikin ku bi rengekî eşkere nîqaş bikin."
 
'ANKET MORALÊ WAN XERA DIKE'
 
Di daxuyaniyê de serhildanên ji bo piştevaniya berxwedana Kobanê yên 6-8'ê Cotmehê hatin bibîrxistin ku bûye mijara fezlekeyê û hate gotin, "Eger hûn HDP'ê ji bûyeran berpirsyar dibînin, wê demê çima piştî 5 mehan we Mutabaqata Dolmabahçeyê îmze kirin?
 
Em ji tevahiya Tirkiyeyê re dibêjin; eger sûc bûya hingî AKP li dora maseyê rûnedinişt. 6,5-7 salan li bendê nedima. Niha gotinên wan ên siyasî hemû qediyane, sozên wan bi dawî bûne, di nava civakê de jî nerazîbûneke mezin heye, reşbîrniyeke mezin heye, anket moralê wan xera dike û bi êrişa li ser HDP'ê hewl didin hêzê werbigirin. Em ê destûrê nedin vê yekê."
 
'FEZLEKEYÊN BÊ DELÎL'
 
Têkildarî fezlekeyan bi dewamî wiha hat gotin, "Di vir de pêvajoyeke du alî heye. Ji aliyekî ve doz dewam dike. Di 26'ê Nîsanê de rûniştin heye, li aliyê din jî fezlekeyên der barê 9 parlamenteran tên nîqaşkirin. Gelo nîqaşkirina van fezlekeyan destwerdana li dadgeriyê nîne? Ka dadgerî serbixwe û bêalî bû?"
 
PIŞTA XWE NESPÊRIN AKP’Ê 
 
Hat ragihandin ku fezlekeyên têkildarî wan heta sala 2012'an diçe û hate gotin, "Ji sala 2012'an heta berxwedana Bogazîçiyê di fezlekeyan de lêkolîn dijî me hatiye kirin. Li hemberî me nikarin sûcekî bibînin, vê carê çavkaniyên eşkere lêkolîn kirine. Delîlek jî peyda nekirine."
 
Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê têkildarî fezlekeyan rojên bê daxuyaniyê bidin û ev bang li dadgeriyê hate kirin: "Pişta xwe nespêrin AKP'ê, mîna yên beriya we di nîvê rê de hişt, wê we jî bihêle."