Tîryakî: Dadgeha Bilind bi zexta desthilatê ket tevgerê

img

ENQERE – Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê, Mehmet Ruştu Tîryakî, diyar kir ku Dadgeha Bilind bi zexta desthilatê li dijî partiya wan lêpirsîn daye destpêkirin û hêvî nakin ku Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê biryara girtinê bide. 

 
Dadgeha Bilind, duh derbarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de lêpirsîn da destpêkirin. Piştî destpêkirina lêpirsînê, Serokwekîlê Koma AKP’ê Cahît Ozkan, bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku weke Tifaka Cûmhûr dixwazin HDP’ê bigirin û biryara vê yekê girtine. Endamê Komîsyona Karê Hilbijartinê û Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî, têkildarî lêpirsîna Dadgeha Bilind a li dijî partiya xwe axivî û diyar kir ku destpêkirinê lêpirsîn ji çapameniyê hîn kirine. 
 
LÊPIRSÎN PIŞTRASTKIRÎ NÎNE
 
Mehmet Ruştu Tîryakî, diyar kir ku nûçeya ku derbarê destpêkirina lêpirsîna li dijî partiya xwe piştrast nekirine û wiha got: “Heta ku bi awayekî fermî ji aliyê Serdozgeriya Dadgeha Bilind ve serî li Dadgeha Destûr Bingehîn neyê dayîn aliyekê vê ku bê piştrastkirin tuneye. Dadgeha Bilind saziyeke ku kar û ewraqên partiyên siyasî lêkolîn dike. Lê em bi awayekî fermî nizanin ku ji bo girtina partiyeke siyasî lêpirsîneke taybet dike ya na. Em nizanin ku Dadgeha Bilind ji bo girtina HDP’ê amadekariya serlêdanê dike ya na.”
 
‘EM NAFIKIRIN KU BIRYARA GIRTINÊ BIDE’
 
Di berdemawê de jî Tîryakî destnîşan kir ku Dadgeha Bilind bi zexta desthilatê li dijî partiya wan ketiye tevgerê û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: “Heta daxuyaniya duh a Cahît Ozkan jî ji hêla AKP’ê ve daxuyaniya girtina partiya me nehatibû dayîn. Hevparê AKP’ê yê biçûk bi awayekî vekirî daxwaz girtina partiya me dikir. Lê bersiva vê ne siyasî û ne jî hiqûqî tunebû. Lê ev hemû Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind kire nav tevgerê. Ji ber vê jî mirov nikare qala pêvajoyeke hiqûqî bike. Ev jî nayê wateya girtina HDP’ê. Em nafikirin ku Dadgeha Destûra Bingehîn biryara girtina partiye me bide. 
 
MA / Dîren Yûrtsever