HDP: Ne şerxwazî, aştîxwazî sûc e

img

ENQERE - Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, bal kişand ser kesên aştî parastin û hatin binçavkirin û ev tişt got: "Wê demê divê desthilatdarî diyar bike dê li vî welatî çi bê gotin, çi bê nirxandin û dê çi serbest be." Bîlgen bang kir ku medyaya ku şer sor dike û propagandaya reş bi pêş dixe bê boykotkirin û kes li qenalên şerxwaz temaşe neke. 

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, li Navenda Giştî ya HDP'ê bûyerên di rojevê de nirxand û der barê binçavkirinên demên dawî de nirxandin kir.
 
ÊRÎŞÎ KESÊ KU DIXWAZIN AGIR VEMIRÎNIN DIKIN
 
Bîlgen diyar kir ku rojeva wan e îro binçavkirinên li dijî çapemenî û partiya wan e û wiha got: "Li holê şewatek heye û em dixwazin vê şewatê vemirînin. Hin kes divê hêrsa xwe li wan kesên şewat derxistine bînin, berovajiyê wê kesên ku şewatê vedimirînin di bin êrîşan de ne."
 
WE KÎJAN BAREGEHA DAIŞ'Ê RÛXAND? 
 
Bîlgen di axaftina xwe de pirsa "Armanca vê operasyonê çî ye?" jî kir û wiha pê de çû: "Em van daxuyaniyên ku tên dayîn fêm nakin. Ji OSO'yê re qadê vedikin an êrîşek li dijî Tirkiyeyê heye OSO piştgiriyê dide. Daxuyaniyên tên dayîn şêlu ne. Bi vê armanca êrîşê jî tevlihev dikin. Dibêjin ku êrîşê DAIŞ'ê dikin, ka heta niha kîjan baregeha DAIŞ'ê rûxandin."
 
Bîlgen da zanîn ku perwerdeya gurçûpêş bike û perwerde bike dane OSO'yê lê ev bi ser neketiye û wiha axivî: "Divê di nava OSO'yê de çiqas endamên El Qaîdeyê hene, divê bên aşkerakirin."
 
JI BO BO BERJEWENDIYÊN XWE WELAT KIRIN ŞER!
 
Bîlgen, der barê roketên li Rehanliyê dikevin de hin agahî dan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Kî van davêje dê rojekê zelal bibe. Vana malbat, şirket, cemaet û karê dewletê tevlihev kiriye. Ji bo wê jî bila kes ji me re nebêje em ji bo welat şer dikin. Yekî şirketek ava kiriye ji bo vê nikare welat bixe şer. Bila kes li bendê nebe em piştgiriyê bidin berjewendiyên wanên şirket û malbatî."
 
'DÊ ÇI SERBEST BE BILA BÊJIN' 
 
Bîlgen da zanîn dê çi qedexe be û dê çi serbest be, divê diyar bikin û wiha axivî: "Di roja îro de hiqûq ew qas ne diyar bûye, dê îro çi serbest û çi qedexe be, divê hin kes vê diyar bikin. Em ê çi biaxivin, em ê çi bikin, li ser medyaya civakî çi parve bikin? Bila rêveber der barê vê de lîsteyekê aşkera bikin."
 
Bîlgen derbirî ku li gorî madeya 90'î, divê peymana navneteweyî esas bê girtin û ev tişt anî ziman: "Di peymanên navneteweyî de teqes propagandaya şer qedexe ye. Divê qedexekirin îstisnayî bin, lê îro li Tirkiyeyê azadî îstîsnayî ye û qedexe tên berfirehkirin."
 
‘WAN QENALAN BIGIRIN, TOLSTOY BIXWÎNIN’ 
 
Bîlgen wiha dom kir: “Deriyan bi balyozan dişkênin, qey tu yê bêjî cebilxane li mala rojnamegeran e. Ji vê yekê jî didin nîşandan ku çiqas ji nivîs, klavye û gotinan ditirsin. Li gel Îshak Karakaş, Hayrî Demîr, Nurcan Baysal, Sîbel Hurtaş bi dehan welatî û kesên rojnamegeriyê dikin îro di binçavan de ne. Êvarê televîzyonan vedikin li ser rêveber û partiya me nîqaşan dikin. Bila nebêjin û xemgîn nebin ku HDP’î li wir tune ne. Her ew biaxivin em ê biserkevin. Bila ew pesnê şer bidin. Em bang li aştîxwazan dikin ku bila tu kes televizyonên wan venek. Bila kes nece pêşberî ekranên. Bila her kes ekranên televîzyonê ekranên wan reş bike. Li şûna hûn li wan qanalên wan temaşe bikin û derûniya xwe xera bikin, bila ya li televîzyonên alternatîf temaşe bikin, ya bila cîranên xwe ziyaret bikin an jî bila rûnên li gel zarokên xwe Tolstoy bixwînin’ 
 
‘MECLÎS DI BETLANEYA KARNE DE YE, HÛN DIKARIN KESÊ BIXWAZIN GAZÎ ÎLAN BIKIN’ 
 
Bîlgen bal kişand ser binçavkirin û girtina rêveber û endamên HDP’ê û wiha dewam kir: “Nadîr Yildirm parlamenterê me yê Wanê ye. Jixwe ji doza KCK’ê girtîbû. Niha mudaxeleyî naveroka wê dosyeyê dikin, di hiqûqê de tişta nayê dîtin dikin û derbarê wî de biryara girtinê derdixin. Hêza HDP’ê heye kul i dijî van hemû kirinan derbikeve. Dibe ku hikumetê hemû eneriya xwe ji bo îlankirina ‘gazî’ bûna Erdogan ava kiribe. Jixwe we Meclîsê ji ber nîqaşên Efrînê şandiye betlaneya karneyan. Ji ber wê hûn dikarin bi KHK’yekê yên hûn dixwazin ‘gazî’ îlan bikin.” 
 
‘BILA DÎROKAN TEVLI HEV NEKIN’ 
 
Bîlgen bersiva pirsên rojnamegeran da û wiha got: “Yên ku ji me re dibêjin dernekevin derve û çalakiyên Kobanê bibîra me dixin, carek din viya bibîra wan dixim. Çalakiyên Kobanê, beriya 7’ê Hezîranê pêk hat. Bila dîrokan tevli hev nekin. Qey tu yê bêjî, em piştî 7’ê Hezîranê şaqizîbûne û çalakiyên Kobanê pêk hatine berevajî dikin. Muxalefet jî dîrokê tevli hev dike. Serokê CHP’ê Kiliçdaroglu dibêje ‘Em hatin Yenîkapiyê, lê we OHAL’ê îlan kir.’ Halbûkî OHAL, beriya Yenîkapiyê bû.” 
 
‘WÊ KONGREYA HDP’Ê BIBE CIVATA AŞTIYÊ’ 
 
Bîlgen da zanîn ku amadekariyên wan ji bo kongreya wan dewam dikin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Hûnê bibînin di 11’ê Sibatê de civînek mezin a aştiyê pêk were. Me hemû konferans û civînên xwe li dar xist. Me dît ku çawa pêdivî bi HDP’ê heye. HDP partiyek têkoşîna civakî ye. Li gel me şerê koltix tune ye.”