Baydemîr: Efrîn ne bê xwedî ye

img

RIHA – Osman Baydemîr di kongreya navçeya Hîlaliyeyê ya patiya xwe de axivî û ev tişt got: "Dema ku Sûriyeyê ji hemû trajediyan re şahidî dikir, Efrînê ji bo aştî û aramiyê ji penaberan re malovanî dikir. Ez ji gelên bi rûmet ên li Efrînê re silavên xwe dişînim. Efrîn ne bê xwedî ye."

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya navendî ya Hîlaliyeyê ya Rihayê 2'yemîn Kongreya Asayî li Salona Kongreyê ya Tahîr Elçî de pêk anî. Di kongreyê de rêveberên HDP û DBP'ê yên navçe û navendê, wekîlên HDP'ê yên Rihayê Dîlek Ocalan û Osman Baydemîr, endama Meclisa DBP'ê Aliye Kizildamar, şaxa ÎHD'a Rihayê, rêveberên partiyên wekî Saadet, EMEP û Partiya Demokrat ên Rihayê jî di nav de gelek kes beşdar bûn. 
 
Baydemîr di kongreyê de axivî û aşkera kir ku bi salan e li Sûriyeyê şer dewam dike, hikumeta AKP'ê cihê ku avê li ser agirê li welat de bike, benzînê li agir dike û ev tişt got: "Cihê ku gefan li Efrînê dixwen, bila çiqilên zeytûnê dirêjî wan bikn."
 
'JI HÎTLER DERBAS KIRIN'
 
Baydemîr destnîşan kir ku piştî AKP di sala 2003'an de hatiye desthilatdariyê, soz dabû ku dê li dijî dizî, nelêrêtî û derewan tê bikoşe û ev tişt got: "Lê niha nelêrêtî di asta herî jor de ye. Serokomar Erdoganê digot ku 'Ji derveyê gustîlkekî tu titştê min tune', çawa dibe ku keştî, kelekên û fîloyên wan çêbûn. Ji bîlbordên herêmê şerm nakin dibêjin ku 'me OHAL rakiriye.' Çi kirin OHAL li çend bajaran, li tevahiya welat belav kirin. Herêma kurdan en bi OHAL'ê di şertên rêveberiya şidandî (sikiyonetin) de ye. Li 3 Y'an divê Y'eyek din jî lê bê zêdekirin. Divê ew jî derew (yalan) be. Ev ji wezîrê propagandayê yê Hîtleran jî derbas bûn."
 
Baydemîr Saddam Huseyîn jî bi bîr xist û got ku Saddam îro bi çi tê bi bîranîn û wiha pê de çû: "Helebçe û Enfal tê zanîn. Li mînaka Sûriyeyê mêze kin. Esan bi çi tê bi bîranîn. Bi milyonan welatiyên wî bi êş û hêsirên çan wî bi bîr tînin. Dê ev desthilatdarî sibê jî bi heman şeklî bê bi bîranîn."
 
‘JI HER KESÊ RE HEQ E, JI KURDAN RE HERAM E’
 
Baydemîr şerê 7 sal e li Sûriyeyê dewam dike şiband agir, diyar kir ku desthilatdariyê ne av, benzîn li vî agirî kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hişmendiya wan ew e divê bila kurd dayika xwe nebîni û her du pêsîrên wan neyên gel hev. Tişta ku AKP dike, heke bi yek gotinê bê ziman, ji mîrateya Selahaddîn-î Eyyubî re îxanetê dike. Tişta ku Enqere, Tehran û Bexda dike ev e. Daxwaza gel a edaletê bi komujiyan ditepisînin. Azadiya li vê erdnîgariyê ji her kesîra heq e, çima ziman, çand û jiyan ji kurdan re heram e."
 
‘EFRÎN MALA ARAMÎ Û AŞTIYÊ YE’
 
Baydemîr destnîşan kir ku gelên li Sûriyeyê federasyon û jiyanê ava dike û ev ji bo Tirkiyeyê ne pirsgirêk e û axaftina xwe wiha dewam kir: "Daxwazên kurdan li dijî ewlehiya Komara Tirkiyeyê ne gef e. Daxwazêm kurdên li 4 parçeyên Kurdistanê wekî şîrê dayika wan helal e. Heke em li Rojhilata Navîn aştiyê bixwazin, tekane rêya vê divê em ji hilmendiya serdestiyê dûr bikevin. Dema ku hemû Sûriye ji trajediyê re şahidiyê dike, Efrîn cihê aramî û aştiyê ye. Ez li vir gelê Efrînê yê bi rûmet silav dikim. Efrîn ne bê xwedî ye."
 
Piştî axaftinan raporên xebat û malî hatin xwendin. Piştre hilbijartin pêk hatin Şerîf Bendaş û Zubeyde Îstek wekî hevserokên Halîliyeyê hatin hilbijartin.