ENQERE - Bi nêzbûna kongreyê re nîqaşên der barê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de jî zêde dibin. Roja ku hat avakirin heta niha, êrîş û rexneyên li dijî HDP'ê kêm nebûn. Lê divê bê zanîn ku HDP'ê li ser kevneşopiya têkoşîna 40 salan a siyaseta kurd derket holê.
Dewlet ji bo HDP'ê bê bandor bike, Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş avêt girtîgehê û Demîrtaş piştî aşkera kir ku ew ê nebe beramzet, nîqaşan dest pê kir. Ev nîqaş di hêlekê dinde kişandin û dînamîkên bingehîn ên di nava HDP'ê de xistin mijara nîqaşan. Lê herî dawî hem Demîrtaş û hem jî siyasetmedarên kurd ên aqilmend ên wekî Ahmet Turk dest li van nîqaşan werdan û ev bi dawî kirin.
HÊZA HDP’Ê JI HEVGITINA WÊ TÊ
Hêj hin nîqaşên di hin aliyan ve tên kirin HDP çi ye, divê çawa bibe, hin pirs anîn rojevê. Her çendî hin kes armanca HDP'ê, tişta ku esas digire bi ser meseleyên sunî HDP'ê bikişîne nav gengeşiyan, lê diyar e ku li Tirkiyeyê hêza ku herî pêwîstî pê heye jî dîsa HDP ye. Hêza HDP'ê ya esasî, li dijî hişmendiya ku yek rengiyê diparêze û li ser nasnameya "tirkitî û sunitiyê" cudakariyê dike, eniya demokrasî û hemû rengan derxistina pêş e.
LÊGERÎNA 40 SALAN A YEKITIYÊ YE
Ya rast ev hêza jî piştî lêgerîna 40 salan derket holê û qasî ku tê xwestin jî nebe, ev hewldaneke hêja ye. Tevgera kurd, hêzên sosyalîst û çepgirên li Tirkiyeyê, bi hêzên hatine wêderkirin ên li Tirkiyeyê re, di nava lêgerînekê de bûn û ev lêgerîn bingeha xwe ji lêgerîna Ocalan a sala 1970'yî digire. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji têkoşîna Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya bandor bû, bi ADYOD'ê re di binê heman sîwanê de xwe bi rêxistinkirin esas girt. Lê ji ber ku kurd ne rêxistin bûn û di çepên Tirkiyeyê de hişmendiya "nijadperestiyê" li pêş bû, Ocalan pêwîstî bi rêxistinbûneke din dît û bi hin sosyalîstên Tirkiyeyî yên wekî Kemal Pîr, Hakki Karer û Mustafa Karasu re rêya xwe dewam kir. Lêgerîna "Eniya Yekgirtî ya li Dijî Faşîzmê" yekemîn rêxistina çekdarî ya di navbera rêxistinên çepgir û PKK'ê de ye û wekî gava yekemîn tê dest girtin.
ÎTTÎFAQA BI SHP'Ê RE
Piştî di sala 1990'î de siyaseta kurd derket siyaseta legal, ev lêgerîn hêj bi awayekî aktîf û derket pêş. Lêgerîneke wekî lêgerîneke hêzên sosyalîst û çepgir ên çekdar ên di salên 1970'yê de derketin holê, bi heman şeklî di qada legal de jî siyaseta kurd jî gavek avêt û bi partiya "demokrat" SHP'ê re dest bi rêxistinbûnê kir. Lê di sala 1989'n de Konferansa Kurd a li Ewropayê pêk hat û di sala 1988'an de ji ber ku bertek nîşanê Komkujiya Helepçeyê dan wekîlên kurd ji SHP'ê hatn îxrackirin, ev bû sedem ku tevgera kurd xwe cuda bi rêxistin bike.
HEP PROJEYEKE YEKITIYÊ BÛ
Di 7'ê Hezîrana 1990'î de kesên ji SHP'ê îxrac kirin, HEP ava kirin û wekî "partiya kurd" hatibû diyarkirin. Wê demê Kemal Anadol, Aydin Guven Gurkan, Cuneyt Canvar, Serokê Giştî yê berê yê DÎSK'ê Abdullah Başturk û bi TKP'iyên berê re hevdîtin pêk hatin û HEP hêj bi berfirehî hat nîqaşkirin. Piştî ev hewldan ji ber hin sedeman bi pêş neket, wekî ku Aydin Guven Gurkan gotî "Kurdê zarok" welidî bû. Serokê Giştî yê HEP'ê Ferîdun Yazar demên borî avakirina HEP'ê ji DÎHA'ya hat girtin re parvekiribû û gotibû ku "HEP pirsgirêka kurd wekî xaleke destpêkê bigire dest û wekî partiyeke Tirkiyeyê hatibû fikirîn û wisa hatibû avakirin." Ruxmê vê jî kurdan bi hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê re ji bo siyaseteke hevpar ava bikin, dîsa berê xwe dan SHP'ê. HEP di 20'ê Cotmeha 1991'an de di bin navê SHP'ê de dîsa ket hilbijartinan û ji kontejana HEP'ê 18 wekîl şand Meclisê. "Xeta ku dixwestin" wekîlên kurd nekişandinê, ji ber wê di 10'ê Tîrmeha 1993'yan de ji SHP'ê îxrac kirin û di heman demê de agahiyên derbeya 2'yê Adara 1994'an didan.
PIŞTÎ SALA 1995'AN HEWLDANÊN YEKITIYÊ
Ruxmê hemû zext û tenêhiştinê, lêgerînên îttifaqê yên siyaseta kurd dewam kirin, bi hilbijartinên sala 1995'an re careke din nû bûn. Di vê hilbijartinê de di bin navê HADEP'ê de, partiyên wekî DDP, BSP, SÎP û rewşenbîran hatin gel hev û Bloka Azadî Ked û Aştiyê ava bû û tev li hilbijartinê bûn. Tevgera kurd di 3'yê Mijdara 2002'yan de jî di nav lêgerînên îttifaqê de bû. DEHAP'a di bin serokatiya Tuncer Bakirhan de ket hilbijartinê, demeke kurt ji hilbijartinan re ma, bi partiyên çepgir re ket nav lêgerînê. Piştî hevdîtinan bi EMEP û SDP'ê re di bin navê DEHAP'ê de tev li hilbijartinan bûn, hevdîtinên bi SHP û ODP'ê re bê encam man. Tevgera kurd di sala 2004'an de jî di hilbijartinên herêmî de jî di nav heman lêgerînan de bû. HADEP di bin sîwana SHP'ê de ket hilbijartinan û li herêmê 56 şaredarî bi dest xist. Piştî di Hezîrana 2004'an de wekîlên DEP'ê hatin berdan, xebatên Kongreya Civaka Demokratîk dest pê kirin. Di çarçoveya van xebatan de bi Ari Hareketî (Tevgera Mozan), 10 Aralik Hareketî (Tevgera 10'e Kanûnê), TUSÎAD, MÛSÎAD, DÎSK, HAK-ÎŞ û Saziyên Civaka Sivîl (STK) re, lêgerîneke berfireh derket holê. Piştî van lêgerînan Partiya Civaka Demokratîk (DTP), di 9'ê Mijdara 2005'an de hat avakirin. DTP di sala 2007'an de bi namzetên serbixwe re ket hilbijartinê, Serokê Giştî yê ODP'ê Ufuk Uras, Serokê Rûmetê yê SDP'ê Akin Bîrdal jî hatin hilbijartin. Serokê Giştî yê EMEP'ê Levent Tuzel li Îzmîrê hatibû nîşandan, lê ew nehat hilbijartin.
PIŞTÎ LÊGERÎNÊ HDP DERKT HOLÊ
Ya rast piştî ew qas lêgerînan bingeha HDP'ê jî li ser vê lêgerînê di sala 2008'an de dest pê kir. Di xebatan de ji derveyê partiyên wekî EMEP, SDP, DTP'ê, partiyên wekî EHP, TOP, SP, Sosyalîst Gelecek, SEH, ESP, Turkiye Gerçegî, SODEP jî di nav de bi gelek partiyan re hatin gel hev. Hewldana Partiya Sîwanî, piştre bû Tevgera Yekitiya Ji Bo Demokrasiyê; lê du caran mudaxaleyê vê xebatê kirin. Berî her tiştî li ser navê BDP'ê Mustafa Sarikaya xebat dida meşandin, ji doza KCK'ê lêgerîna wî derket, piştre di bin navê operasyona Devrîmcî Karargahê (Biryargeha Şoreşgerî) de endamên SDP û TOP'ê hatin girtin. Ruxmê vê jî tevgera siasî ya kurd, ji bo hilbijartinên 12'ê Hezîrana 2014'an, Bloka Ked Azadî û Demokrasiyê ava kir. Di vê blokê de partiyên wekî BDP, EMEP, KADEP, EDP, SDP, Yeşiller Partisi (Partiya Keskan), EHP, DÎP, DSÎP, ÎKP, ÎSP, Demokrasi ve Özgürlük Hareketi (Tevgera Azadî û Demokrasiyê), İşçi Cephesi (Eniya Karkeran), KOZ, Sosyalist Birlik Hareketi (Tevgera Yekitiya Sosyalîst), Sosyalist Gelecek Parti Hareketi (Tevgera Partiya Pêşeroja Sosyalîst), Sosyalist Dayanışma Platformu (Platforma Piştgiriya Sosyalîst), Toplumsal Özgürlük Platformu (Platforma Azadiya Civakî), Türkiye Gerçeği (Rastiya Tirkiyeyê) jî cih girtin.
YÊN HDP WEKÎ AMÛRA PIŞAFTINÊ DIDÎTIN NEHATIN YEKITIYA NETEWEYÎ
Dema HDP nû hat avakirin ji ber pir nasnametiya xwe gelek hat rexnekirin û bi êrîşan re rû bi rû ma. Mînak der û dorên nijadperest ên kurd, HDP wekî projeya "Dixwazin pişaftina kurdan bi wan bidin qebûlkirin, çepgirên merjînal li ser kurdan bînin hin cihan" pênase kirin. Heta Îsmaîl Beşîkcî jî HDP û projeya "Tirkiyebûnê", wekî "Kurdan ji nirxên Kurdistanê dûr dixin" pênase kir. Lê heman kesan bi salan ji bo HDP'ê û tevgera azadiya kurd di warê lêgerînên "Yekitiya neteweyî ya kurd" de, gotin ku "Dewleta tirk dij derdikeve" nirxandin dikirin.
DESTHILATDARÎ NÎQAŞÊN DER BARÊ HDP'Ê DE DIXURÎNE
Tenê nijadperestên kurd rexneyan li HDP'ê nakin. Hin der û dorên sosyalîst û çepgirên Tirkiyeyî jî xwe ji projeya HDP'ê dûr digirin û pênaseyên "Tevgra sosyalîst a Tirkiyeyê dide pey kurdan" dike û bi vê pênaseyê re dijî vê projeyê derdikeve. Dîsa der û dorên desthilatdariyê li dijî HDP'ê vê hişmendiyê bi pêş dixe, projeya HDP'ê wekî "diaya ku dê pêk neyê re nevêje amîn" dinirxîne.
MESELEYA HDP'E LI ÎMRALIYÊ JÎ HAT NIRXANDIN
Ev hemû nîqaş di dema hevdîtinên li Îmraliyê de jî hatin rojevê û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di vê mijarê de nêrînên xwe parve kir.
Dema di 24'ê Hezîrana 2013'an de nîqaşên der barê HDP'ê de ji Ocalan re hatin parvekirin, ev nirxandin kiribû:
“Heyeta Îmraliyê: Mijara hilbijartinê ya HDK-BDP'ê hebû, pêwîstî bi nîqaşeke der barê vê meseleyê de heye.
Ocalan: Er ê, meyê biaxiviya. Em tevgereke sosyalîs a demokratîkin. Ji bo me hemûyan rêxistineke hevpar heye. Em ji salên 70'yî vir ve vê dixwazin. Rêxistinên nijadperest her dem ev asteng kirin. Projeya HDK-HDP'ê rast e, navê wan jî rast e. ESP, SDP û EMEP dixwazin bixebitin. Lê reqabeta di navbera partiyan de pêşketinê asteng dike.
Ocalan: Ji wan re bêjin, bila min hinekî mînak bigirin. Ez li ser partiya xwe me? Ez tevgerekî li ser partiya xwe bi bandor dikim? Ji bo bandorê li ser partiyekî bikî ne pêwîst e tu li ser partiya xwe bî. Bila hinekî ji xwe bawer bin. Hûn jî bi xwe bawer bin, hûn ne li ser bin jî hûn dikarin bandorê lê bikin. Bila kes li pey şovenîzma partiyê nekeve. Ya girîng ew e li gorî rohê dîrokê bixebite û ruxê xwe bide rêxistinê. Ya girîng ev e. Ez bi xwe li vir ji Çepgirên Tirkiyeyê zêdetir alîgirê hevgirtinê me. Beyî ku bêjin elewî, jin, tirk, çekrez, bila her kes tev li be."
Ji derve û hundur jî li dijî pêşniyarên Ocalan û projeya HDP'ê itirazên cidî zêde bûn. Hem dixwestin kurdan ji vê dûr bixin hem jî çepgirên Tirkiyeyê digotin ku "Em ê wekî rêxistin tune bibin" diketin nav tirsê.
DEMÎRTAŞ DIXWEST JI HEVSEROKATIYÊ VEQETE
Ji xwe mijara hevserokatiya Demîrtaş hêj wê demê anîbûn rojevê. Di Hezîrana 2013'an de li Îmraliyê hevdîtin pêk hat û Selahattîn Demîrtaş jî beşdar bû. Demîrtaş diyar kir ku ji bo ew bi hin xebatên din re eleqedar bibe, dixwaze hevserokatiya giştî ya HDP'ê berde û ev tişt gotibû: "Dibe ku em di Kongreya Derasayî de mijara hevserkatiyê jî nîqaş bikin. Ez dixwazim ji van pêşniyarên ku we kirin re eleqedar bibim. Hevserokatî demeke derasayî dixwaze, hemû hinekî nîvço dimîne." Li ser vê Ocalan ev bersiv dabû: "Gelekî hestewar nebe, hinekî xwe bi rêxistin bikin û mezin bibin, ji rexneyan jî netirsin. Mêze ke hemû cîhan min rexne dike, dîsa jî muxalefetê digirim hundur û xwe mezin dikim. Min mînak bigirin" û li dijî daxwaza Demîrtaş derketibû.
MA / Kenan Kirkaya