‘Bi kîjan hincetî qedexeya ragihandinê ji bo Ocalan hat dayîn?’

img

AMED - Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, sedan û hinceta qedexeya 6 meh a hevdîtinê û ragihandinê ya ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat dayîn, ji Wezîrê Edaletê Abdulhamît  Gul pirsî.

 
Parlametera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Feleknas Ûca, derbarê qedexeya telefon û hevdîtinê ya 6 mehan a ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, girtî Omer Hayri Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş hat dayîn de, pêşniyazname pirs da Serokatiya Meclîsê.
 
Ûca di pêşniyazname pirsa da de, wiha got: “Piştî ku Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de teslîmî Tirkiyeyê hat kirin, xistin Girtîgeha Îmraliyê. Ji wê rojê û heya niha piştî 21 salan ji ber şewba vîrûsê koronayê di 27’ê Nîsanê de yekemîn car mafê wî yê hevdîtina telefonê hat dayîn. Girtiyên din ên li Îmraliyê dimînin Konar, Yildirim û Aktaş jî, ji sala 2015’an ve yekemîn car karin bi malbatên xwe re hevdîtina bi telefonê bikin. Gelo bi kîjan hincetan qedexeya ragihandinê ji bo Ocalan û girtiyên din hat dayîn?”
 
Ûca, ji bo Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bi bersivîne ev pirs kirin: 
 
“* Ev 21 salin mafê hevdîtinê yê telefonê tê astengkirin. Gelo çi hinceta vê ya hiqûqî heye? 
 
*Gelo sedema qedexeya hevdîtinên hem parêzer û hem jî telefonê yên ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên din ên Girtîgeha Îmraliyê hatin dayîn çiye. Ev di kîjan hiqûqî de cih digre? Ji bo ku ev bêhiqûqî bi dawî bibe, xebateke we heye yan na?”